Bi ser qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê re 17 sal derbas bûn. Dînk di salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi daxuyanî û aktîvîeyan hate bibîranîn.
EDENE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di bîranînê de wêneyên Hrant Dînk û qûrnefîl hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo ku mirov li vî welatî ne bi diltirsîna kevokê bi awayekî wekhev û azad bijîn… Ji bo Hrant Dînk edalet” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em hemû Hrant in em hemû ermen in” hatin berzkirin.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari destnîşan kir ku Dînk ji aliyê avaniyên birêxistinî yên kûr ve ku ketina nava dewletê hate qetilkirin. Sari, bal kişand ku kesên çavên xwe ji cînayetê re girtine dernexistine holê û wiha got: “Sedema parastina berpirsiyaran nepêkanîna lêpirsîneke serbixwe, bi bandor û berfireh a di vî warî de û encama siyaseta bêcezahiştinê ye.
Bîranîn bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
MÊRSÎN
Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî bi daxuyaniya ku li Parka Ozgur Çocûkê da, Dînk bi bîr anî. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di bîranînê de pankarta “17 salên bêyî ku hesabê tarîtiya ku kujeran afirandiye bê pirsîn. Ev doz bi dawî nebûye!” hate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gazî Încî yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Hran Dînk her tim bi awayekî xwezayî piştevaniya têkoşîna me ya li dijî nijadperestî û cihekariyê kir. Ew dijminê nefret û pêşdaraziyê bû.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
HATAY
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê li konteynira ku komele lê ye Dînk bi bîr anî. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç, Hrant Dînk bi bîr anî û wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan weke duh îro jî di têkoşîna me ya li dijî nijadperestî, cihekarî û nefretê de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin û di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”
RIHA
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî têkildarî salvegera qetilkirina Hrant Dînk li avahiya xwe daxuyaniyek da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” hate vekirin de Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal axivî.
Tûtal, anî ziman ku kuştina Hrant Dînk encama nijadperestiya tirkan e û got ku ev cînayetek bi nefreta li dijî ermenan pêk hatiye. Tûtal, bal kişand ku Hrant Dînk alîgirê diyaloga di navbera ermen û tirkan de bû û wiha got: “Hemû kesan hebûna ermenan û cihêkariya ku diqewime cara yekem ji wî bihîst. Wî her tim qala aştî û xwişk û biratiya gelan kir. Ji ber wê jî ji aliyê nîşadperestan ve bû hedef. Lê kujerên wî weke her car ji ber polîtikayên bê cezahiştinê yên dewletê nehatin cezakirin û hê jî tên parastin.”