Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar xist. Ji bo konferansa ku dê du rojan bidome, ji danê sibê ve gelek kes gihîştin ber navenda çandê. Dema ku derî vebûn, beşdaran li hola navenda çandê cihên xwe girtin. Di konferansê de ku eleqeyek mezin ji bo wê heye, gelek siyasetmedar, parêzer û çalakvanên neteweyî û navneteweyî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve di 27ê Sibatê de hat destpêkirin û her wiha ezmûnên xwe yên cîhanî nîqaş kirin.
Piştî axaftina vekirinê û xwendina peyama Rêber Apo, Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya Zoomê axivî.
Îlham Ehmedê got: “Em niha li Sûriyeyê di qonaxekê re derbas dibin. Piştî rejîma Baasê em ketine serdemeke nû. Em hewl didin hikûmeteke demokratîk ava bikin. Gelek pirsgirêk hene. Lêbelê, em hemû li vir in – Ereb, Kurd, Tirkmen. Em hemû di bin rejîma Baasê de dihatin kuştin. Lê niha derfetek me heye ku em di nava aştiyê de bijîn. Pêdiviya me bi diyalogê heye. Di dema rejîma Baasê de, me -Ereb, Ermenî, Tirkmen- di navbera xwe de peymanek îmze kir. Peymanek der barê ziman, çand û her tiştî de hebû. Li vir, me azadiya jinan jî parast. Ev gaveke girîng bû ji bo wekheviya jinan. Her çend li her derê şer hebû jî, li herêma me avakirin hebû. Gelek êriş hebûn. Lêbelê, bi vê pergal û peymanê, me hem xwe û hem jî çanda xwe parast. Me di bin vê peymanê de baweriyên xwe bi azadî pêk anîn. Rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê pir girîng e.
Eger lihevkirinek demokratîk çêbibe û maf bên naskirin, vê pergalê di dema Abdullah Ocalan de li Sûriyeyê bû bandoreke girîng li ser gelê Sûriyeyê kiriye. Ger rêveberiya xweser îro roleke girîng dilîze, ev ji ber bandora wî ye. Ez îro nîqaşên li ser aştiyê girîng dibînim. Divê bi îradeyekê werin nîqaşkirin. Dema ku pêvajo li Tirkiyeyê dest pê kir, me bandora wê tavilê dît. Şer bi dawî bûye. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Bila sînorên me werin vekirin. Ev girîng in. Ji ber vê yekê, em bi baldarî li benda serketina vê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê ne û dua dikin. Divê yên ku hîn jî behsa şer û pevçûnê dikin, bêdeng bimînin. Tirkiye dikare vê yekê bike. Di vê wateyê de, divê piştgiriya aştiyê zêde bibe. Tirkiye bi hikûmeta Şamê re di danûstandinan de ye; bi me re rêyeke wê heye. Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin. Rola Tirkiyeyê li vir jî girîng e. Ger Tirkiye bi Sûriyeyê re aştiyê pêk bîne, ew ê ji vê rewşê di rewşek çêtir de derkeve. Ji ber vê yekê aştî girîng e. Divê aştî bê tirs were xwestin. Em piştgiriya dabeşkirina welatan nakin. Ne li Sûriyeyê û ne jî li deverek din ti armancek me ya wisa tune. Em baweriya xwe bi jiyana hevbeş tînin. Em hewl didin ku bi Tirkmen, Ereb û Kurdan re bi awayekî komunal bijîn. Em ê vê yekê bidomînin.
Em bang li serokê DYA’yê dikin û dibêjin, ger her tim behsa ‘aştiyê’ dike, bila ew jî hewl bide ku li Tirkiye û Sûriyeyê aştiyê pêk bîne, lê aştiyeke watedar. Îro, ew dibêje, divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe da ku dayik careke din negirîn û xwîn careke din nerije. Divê em piştgiriya aştiyê bikin.”

