Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi bîr xist ku dewleta Tirk xwedî projeyeke dagirkeriyê ya mîna Misak-i Millî ye û destnîşan kir ku ji bo peymanek di navbera Şam û Enqereyê de çêbibe, divê destpêkê ji xaka Sûriyeyê ya dagirkirî derkeve. Ehmed diyar kir ku ew li bendê ne rejîma Şamê di vê şertê de israr bike.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi sîstemeke navendî ya ji hundirê xwe tên birêvebirin. Îlham Ehmed wiha pêde çû: “Evane ji demokrasiyê re vekirî nînin. Hetta ji guhertinê re jî vekirî nînin. Her du rejîm jî ji bo guhertinên têkildarî mafên mirovan, mafên rewa yên gelan û mafên hevpar ên olan, vekirî nînin. Lewma di nava xwe de pirsgirêkên pir cidî dijîn.
Bi civakên xwe re, bi gelê xwe re nakokiyên pir cidî û kûr dijîn. Dewleta Tirk pirsgirêkên pir cidî bi pêkhateyên gel ên nava xwe re dijî. Bi heman rengî hikûmeta Şamê jî heman pirsgirêkan dijî. Di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de, hewldanên lihevkirinê hene. Li vir Iraq û Rûsya rol dilîzin. Her hevdîtin û peymana ku rûmeta gelê Sûriyeyê tune bihesibîne, dibe mijara bazarê. Dewleta Tirk di pêvajoyên destpêkê yên krîza Sûriyeyê de, bi rêbazên cuda cuda mudaxileyî dosyaya Sûriyeyê kir. Dewleta Tirk bi êrîşên leşkerî sînorên mutebaqata Edeneyê jî derbas kir. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê dimeşîne. Ji demokrasiyê re vekirî nînin. Doza gelan û mafên wan nas nakin. Bi her rengî ev mafên wan tên binpêkirin. Dewleta Tirk bi salan piştgirî da komên çeteyan û xwe weke parêzvanê gelê Sûriyeyê nîşan da. Niha jî peyamên lihevkirinê ji hikûmeta Şamê re dişîne. Sûriye dixwaze barê xwe sivik bike. Dewleta Tirk jî dixwaze ji koçberan rizgar bibe. Sûriye jî hewl dide hebûna xwe mayîne bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze tifaqên berê car din bixe meriyetê. Bi vî rengî dixwaze car din derbasî xaka Sûriyeyê bibe. Dixwaze vê yekê jî bi operasyonên leşkerî yên nû pêk bîne. Lê vekirî ye ku li ber peymanên her duyan astengî hene. Ji ber ku, dewleta Tirk jî û hikûmeta Şamê jî ne xwedî wê serbixwebûnê ne ku bi xwe biryarên xwe bidin. Pirsgirêka Sûriyeyê êdî bûye pirsgirêkeke di navbera dewletan de û ew di guhertina demografîk de israr dikin. Lewma beriya her tiştî divê ewlehî û berjewendiyên gelê Sûriyeyê were fikirîn. Di vî warî de xwe vekişîna dewleta Tirk a ji xaka Sûriyeyê, divê şertê destpêkê yê peymanê be. Peymanên ku jidervey wê bên kirin, ne tenê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bi sûd be.”
DEWLETA TIRK DIVÊ JI DEVERÊN DAGIRKIRÎ DERBIKEVE
Îlham Ehmed bi bîr xist ku dewleta Tirk di çarçoveya Misak-i Millî de xwedî projeyeke dagirkeriyê ye û destnîşan kir ku îro jî ji bo di navbera her du rejîman de peymanek were çêkirin, divê gelek şert bên bicihanîn. Ehmed ev tişt gotin: “Destpêkê divê qadên Sûriyeyê yên dagirkirî, biterikîne û wisa dixuyê ku; rejîm di vê şertê xwe de israr dike. Niha dema ku van her du rejîman lihev kirin, destpêkê pirsgirêkan hevpar ên van heye. Yek ji van pirsgirêkên hevpar jî pirsgirêka gelan e. Ev ne tenê pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jî dikeve nav vê yekê. Yanî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Niha beşekî qadên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ewên ku ji qadên hikûmeta Şamê çûyîne. Di rastiyê de barekî giran e ku her du dewlet vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin.
EGER TÊKÎLÎ VEGUHERIN MÎNA BERÊ, EV YEK XETER E
Weke giştî dema berjwendiyên dewletan dibe mijara gotinê, êdî zêde girîngiya berjewendiyên gelan û civakan namîne. Dewlet jixwe vê diçewisînin û derbas dikin. Bi taybetî ji bo beşên ku li dijî xwe weke muxalîf dibînin, ev yek hîn bêhtir derbazdar e. Dewleta Tirk li dijî xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê muxalîf dibîne. Hikûmeta Şamê jî hem Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî aliyê Bakur û Rojavayê Sûriyeyê li dijî xwe weke muxalîf dibîne. Li ser vî bingehî eger zihniyeta wan car din vegera berê be, helbet gelek xeteriyên vê yekê hene. Têkîliyên wan ên berê di çarçoveya tune hesibandina mafên gelan de bû. Berjewendiyên rejîmê li vir hîn zêdetir li pêş in. Zêde berjewendiyên gelan naderkevin pêş. Ev jî bi xwe re xeteriyên mezin tîne.
ÇARESERÎ HETA KU GIŞTÎ SÛRIYEYÊ NEGIRE NAVA XWE, PÊK NAYÊ
Lê em car din jî dibêjin, eger çareseriyek çêbibe ev jî divê bi rengê ku giştî Sûriyeyê bigire nava xwe dibe. Li gel vê yekê helbet di pêkanînên li ser Sûriyeyê de, bandorê li têkîliyên Sûriyeyê yên bi jiderve re dike. Helbet em dixwazin rejîm gavên nû biavêje û ber bi guhertinê ve biçe. Eger kesên ku ji aliyê rejîmê ve weke sûcdar tên dîtin vegerin malên xwe, hemû koçber vegerin malên xwe, dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derbikeve, yanî eger nêzîkatî ev be helbet pirsgirêka Sûriyeyê jî wê bigihije çareseriyê.”
RÛSYA PÊŞKETINA TÊKÎLIYAN TEŞWÎQ DIKE
Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên navbera Erdogan û Bexdayê de li ser ‘Rêya Pêşveçûnê’ lihevkirin çêbû û tê plankirin ku ev di nava xaka Sûriyeyê yan jî sînorê wê re derbas bibe. Ehmed got ku tê pêşbînîkirin Bexda, Eneqere û Şam feyde jê bigirin. Ehmed wiha got: “Sûriye bi Iraqê re cîran e, lewma komên alîgirên tundiyê di nava van her du welatan de diçin û tên. Dîsa piraniya bazariyê li ser van rêyan pêk tê. Helbet evane hemû pirsgirêk in. Her çiqasê ku li vir Iraq dixwaze rol bilîze jî, lê weke giştî ji bo bibe hêzeke çareseriyê zêde hêza wê têrê nake. Li vir dikare çiqas rol bilîze, li pêşiya vê yekê gelek zehmetî hene. Di rastiyê de Rûsya dixwaze tiştekî wiha çêbibe. Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê, Rûsya têra xwe kete nav rewşeke zehmet. Şerê Sûriyeyê barê wî giran kir, lê li beramberî vê yekê jî Rûsyayê ti feyde jê negirt. Em nizanin ku şertên Rûsyayê li ser her du aliyan heye, yan nîne. Lê dixwaze barê xwe sivik bike. Weke encam jî Rûsya ji dosyaya Sûriyeyê berpirsyar e. Yanî heta cihekê ew jî kete bin vê berpirsyariyê. Bi vê yekê re şerê li Rojhilata Navîn, her diçe belav dibe. Li Lubnana li sînorê Sûriyeyê, ne diyar e ku wê çi çêbibe. Dibe ji nişka ve bûyerek, geşedanek biqewime. Her cure guhertina ku li Lubnanê çêbibe, ji nêzve bandorê li Sûriyeyê dike. Ji ber ku wisa dixuyê ku Rûsya dixwaze dosyaya Sûriyeyê bigire. Dixwaze meseleya muxalefetê biqedîne. Lê em bawer dikin ku, ev jî mîna li bajarê Deraa’yê çareseriyeke demkî ye. Heta ku Rûsya çareseriyeke mayînde nefikire, ev birîn wê timî vekirî be û wê hîn jî xwîn winda bike.”
DIVÊ GELÊN SÛRIYEYÊ BIBIN YEK
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku daxuyaniyên piştî hevdîtina navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê hatin dayîn, bû sedema fikaran. Ehmed bal kişand ser van fikaran û wiha bilêv kir: “Di nava civaka dewleta Tirk de nîjadperestî, di astekî pir xeter de ye. Koçberên Sûriyeyê tevlî nava civaka Tirk bûn û gelek derfetên kar bi dest xistin, lê hemû propagandayên ku ji bo Tirkîtiyê tên kirin li hemberî gelên din kîn û hêrseke mezin diafirîne. Bi vî rengî zemînê şerê navxweyî çêdike. Tiştên ku li dijî koçberên Sûriyeyî tên kirin, encama van siyasetan e. Ev bi heman rengî li dijî Kurdan jî tê kirin. Îro koçberên Sûriyeyê bi zorê ji Tirkiyeyê tên derxistin. Li Efrînê bi taybetî gundên ku çêkera demografîk biguherin tên avakirin. Niha jî bi zorê Ereban li wan gundan bi cih dikin. Ev bi serê xwe sûc e, divê hesab bê pirsîn û ev yek demildest were rawestandin. Ev, tê wateya bikaranîna koçberên şer. Divê hemû pêkhateyên gel ên li Sûriyeyê dijîn, di nava tifaqekê de bin; ev yek ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û rûmeta gelên Sûriyeyê girîng e. Tê wê wateyê ku bazariya li ser gel bi dawî bibe.”
JI BO KOÇBERAN PROJEYA ME HEYE
Îlham Ehmed diyar kir ku têkildarî çareseriya pirsgirêka koçberan, ew xwedî proje ne û ev tişt got: “Me berê jî diyar kiribû. Ji bo çareseriya pirsgirêka koçberan, em xwedî projeyekê ne û ev mirov dikarin xwe bispêrin herêma me. Di vî warî de divê konsepteke Neteweyên Yekbûyî ji bo Rêveberiya Xweser hebe. Erdogan her carê dibêje wê Esad vebixwîne Tirkiyeyê. Ev, di rastiyê de xîtabeke ji bo civaka di nava Tirkiyeyê de ye. Nîjadperestiya di nava Tirkiyeyê de ewqasê zêde kirin, niha jî bi vî rengî dixwazin gel sakîn bikin. Yanî bi daxuyaniyên bi vî rengî hewl dide îfade bike ku ew di nava hewldan û xebatê de ne ku bi gelê nava Tirkiyeyê re koçberan paşde vegerîne.”