Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî şewat û êrişên qirkirina ekolojîk ên demên dawî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan hate xwestin û hate gotin, “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê hewl dide çanda me û zimanê me tine bike, di heman demê de xwezaya me qir dike. Li Kurdistanê felaketeke xwezayî nîne, felaketa esasî dewleta Tirk û kiryarên wê ye. Birîna daran û bikaranîna çekên kîmyewî xaka me herimandiye. Bi bombekirina çiyayên me û gundên me xwezaya me talan dikin. Niha jî daristanên me dişewitînin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn a dewleta Tirk e.”
Înîsiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku helwesta xwe ya li dijî talanê hîn mezin bike û got, “Dewleta Tirk bi ti awayî alîkariyê nade gelê Kurd. Şewatên li Kurdistanê hewldanek ji bo tinekirina xwezaya Kurdistanê ye.”
Înîsiyatîfê got, “Divê gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe yek û li dijî vê zilmê sekneke xurt nîşan bide. Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê divê em bêdeng nemînin.”