Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hate ragihandin ku bûyerên şewitandinê li Kastamonû, Manîsa, Antalya û Sakaryayê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“14’ê Tebaxa 2024’an li Cîde ya Kastamonûyê keştiyek û otobuseke rêwiyan a faşîstan hatin şewitandin.
14’ê Tebaxa 2024’an li Alaşehîr a Manîsayê kargeheke tirî hate şewitandin.
15’ê Tebaxa 2024’an li Kepez a Antalyayê kargeheke ku malzemeyên îzolasyonê çêdikir hate şewitandin.
15’ê Tebaxa 2024’an li Akyazi ya Sakaryayê atolyekek hate şewitandin.”