Li gorî nûçeyên medyaya Rojhilatê Kurdistanê, Dadgeha Esfehanê li 15 jinên Behayî her yek ji wan 5 sal cezayê girtîgehê biriye.
Hate ragihand ku tevî cezayê girtîgehê li her yek ji wan jinan 50 milyon tumen û 2 sal qedexeya derketina derve jî hatiye birîn.
Navên 13 jinên ceza li wan hatine birîn ev in; Mujgan Purşefiye, Nesrîn Xadmî, Ezîta Rezwanî Xiwae, Şûle Aşûrî, Buşra Mutehar, Sara Şekîb, Roya Azadxoş, Nûşîn Heymet, Şuringîz Behamîn, Sanaz Reste, Meryem Xursendî, Ferxunde Rezwan Peî û Fîruze Restî Nejad.
Hêjayî gotinê ye ku di 23’yê Cotmeha 2022’yan de her 15 jinên Behayî li bajarê Esfehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bi hinceta ‘teşwîqkirina baweriya Behayî’ hatibûn binçavkirin. Desthilatdariya Îranê ya ku giringiyê nade baweriya Behayî, kesên Behayî weke sîxûr yan jî dijmin binav dikin û gelek caran cezayê darvekirin û girtinê li wan tê birîn.