Ji fermandarên HPG’ê Îrfan Cûdî qala fermandarê pêşeng ê Tevgera Azadiyê Nûreddîn Sofî kir ku 6’ê Nîsana 2021’ê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Nirxandina Îrfan Cûdî bi vî rengî ye:
“Wek tê zanîn em di meha Tebaxê de ne. Meha Tebaxê ji bo me mehekî taybet e. Gava 15’ê Tebaxê 1984’an di vê mehê de hata avêtin. Bi boneya rojê em gava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, dostê gelê me, tevahî mirovahiyê û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Carekî din fermandarê me yê mezin Hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) fermandariya vê gavê kir, di şexsê hevalê Egîd de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Carekî din îsal 15’ê Tebaxê ji bo me wateyekî din çêkir. Nêzîkî vê 15’ê Tebaxê wekî tevahî raya giştî dizane, şehadeta fermandarê me yê hêja hevalê Nûreddîn Sofî hate ragihandin. Her wiha şehadeta fermandarê me yê mezin ê din jî hevalê Koçero hate ragihandin. Em bi vê wesîleyê em girêdabûna xwe ji hemû şehîdên xwe didin diyarkirin û em ê heta dawî girêdayî soza ku me dayî Rêber Apo û şehîdan bimînin. Heta ku em doza wan bi cih neynin, armanc û xeyalên wan pêk neynin em ê nizanibin westandin çi ye. Ji ber ku şehadeta hevalê Sofî Nûreddîn bi vî awayî bê wext çêbû, me xemgîn kir. Di arîfeya 15’ê Tebaxê de îlankirina wî ji bo me xwedî wate ye. Helbet dema ku tê gotin 15’ê Tebaxê, hebûn û tinebûne me, roja destpêkê ya hebûna gelê Kurd wekî gelê însaniyetê em dizanin. Her wiha di warê leşkerî de gava serkeftinê û di warê fermandariyê de jî fermandariya serkeftinê ya hevalê Egîd tê bîra me. Rastî jî hevalê Sofî û gelek hevalên me di rêya hevalê Egîd de xwe îspat kirin. Û hevalê Sofî heq kiribû ku di rojekî welê de wek leşkerê hevalê Egîd û di kêleka wî de heta mertebeta fermandariyê cih bigire û şehadeta wî were îlankirin. Em bi vê minasebetê tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Helbet hevalê Sofî di nava tevgera me de jî cihê xwe yê xwedî wate heye. Rengekî ku mirov dikare bêje yê Partiya me bû. Rengekî hêzê me yê parastinê bû, rengekî gerîlayên me bû, rengekî fermandariya me bû. Ez bawer dikim ku kijan heval hevalê Sofî nas kirine û heta dibe ku nedîtibe jî mereq kiribe xwestiye bibîne, pê re xebat bide meşandin û li ser vê esasê jî wî nas bike. Bi rastî jî weke dihat zanîn bû. Helbet hevalê Sofî Nûreddîn hevalek me yê kevin e, bi taybet di gerîlatiyê de hem di warê îdolojî, felsefîk, leşkerî, felsefîk de bi taybet jî di warê fermandariyê de astekî çêkiribû û vana di pratîkê de jî pêk dianî. Şexsiyetekî ku bi şeklî pêşketin di xwe de çêkiribû û tevahî pêkhateyên me jî nas dikir û hez dikir û bi rastî jî rola xwe dilîst. Ji bo vana hevalê wekî hevalê Sofî bi rastî jî kêm tê dîtin. Helbet şehadeta wan jî bandora xwe li ser vê esasî çêdike.
Helbet em Tevgera Apoyî, Tevgera PKK’ê partiya şehîdan in. Em dizanin ku welatê ku em têde ne, dijminê ku em pê re jiyan dikin, şer dikin cîhanekî ji me re hiştiye berxwedanî ye. Ji bo vana welatekî wisa ku bi rûmet têkoşîn tê kirin, bê berdêl nabe, berdêla vê jî giran dibe. Ji ber vê me berdêlên giran dan. Lê em wek Tevgera Apoyî ti caran bi şehadetan lewaz neketin. Her şehîdekî me çêbûne em zêdetir xurt bûne, girêdanbûna me bi şehîdan re, girêdanbûna me bi têkoşînê re, girêdabûna me bi Rêber Apo re xurt bûye, girêdayî gel û welat berpirsyariya me hê zêdetir xurt bûye. Ev rastî heye. Lê rastiyên din jî heye, helbet mirovê wek hevalê Sofî ku xwe bi temamî di xeta Rêber Apo de birêxistinkiriye, jiyana xwe hemû ji bo têkoşîna şoreşgerî daye, di hevaltiya PKK’ê de di xeta Apoyî de xwe feda kiriye û di warê leşkerî û fermandariyê de çêkirin, helbet hêsan nabe. Em vana hîs dikin û dizanin jî. Her şehîdekî me çêdibe jî em di ferqa wê de ne ku barê me jî giran dike. Lê ti caran jî me lewaz nake, hê zêdetir me xurt dikin. Em bawer in ku şehadeta hevalê Sofî û pê re ew hevalê ku pê re îlan kirin di nav tevahî avaniyên me yên tevgera Apoyî de, di nava hemû gerîlayên û fermandariyên me de û di nava tevahî gel û dostên gelê me de girêdayîna têkoşînê hê zêdetir xurt bikin. Wek Serokatiyê jî gotiye şehadeta ku bide qezenckirin girîng e. Van hevalên me jî di rastiyê de bi şehadeta xwe qezenc kirine, me dane qezenckirin. Bi taybet şehadeta van hevalan hate îlankirin û şûnde di serî de wedîderketina gelê me yê Rojava û di her çar parçeyên Kurdistanê de xwedîderketina gelê me, girêdabûna xwe bi şehîdên me re careke din diyar kirin. Li ser vê esasî em spasiya tevahî gelê xwe dikin û wek şehadet eger çêdibe jî wek şehadeta hevalê Sofî çêbûyîn ya herî rast e. Her şehadeta ku çêdibe û xwedîderketina gelê me di me hemûyan de jî hestekî xurt çêdike û girêdanbûna me ya gel û têkoşînê zêdetir xurt dike. Helbet hevalê Sofî Nûreddîn hevalekî ku nas dikin, herî kêm ne hinek nas kiriye, bi rastî jî vegotina wî hinek zehmet e.
Di Tevgera Apoyî de ser şehîdan axaftin, bîranîna wan anîna ser ziman û heta nivîsandina wan bi rastî jî zehmet e. Ji bo vana gelek hevalên me hene, dibe ku heq kiriye mirov di mertebeya herî bilind de heqê wan bide, lê pêwîste mirov bizane ku axaftin jî ne hêsan e. Helbet li ser hevalê Sofî jî wisa em çend deqe, çend saet biaxivin têre nake. Bi rastî vegotina hevalê Sofî zehmet e, em di pênasekirina wî de kêm dimînin, hemû şehîdên me jî wisa ye. Lê rastî jî wisa jî heye ku mirov divê van şehîdan ji bîr neke, bîne ser ziman. Yanî di eniya me de sedemên me hinek wisa ne, dibêjin li ser şehîdan axaftin zehmet e, eceba em bikaribin heqê wan bidin an ne, herî rast erka wan hevalan, armanca wan hevalan pêk bînin, em deyndarê wan hevalan e. Ev rast e. Lê sedemê me yê din jî dibe ku zêde cih nebe, divê axaftin jî hebe, nivîsandin hebe, em van hevala divê bikin malê têkoşînê, bikin malê gel, bikin malê mirovahiyê. Em çi jî li ser van hevalan biaxivin, em nikarin heqîqeta wan tam bînin ser ziman. Lê ev rastî jî heye ku di serî de hevalê Sofî tevahî şehîdên me jî jixwe heqîqeta xwe di pratîka xwe de aniye ser ziman. Yanî tîştekî ku em ji vana zêdetir bînin ser ziman tune ye. Ya rast çi bû? Jiyana wan bû, têkoşîna wan bû. Ev rastî û têkoşîna ku wan kir, tiştekî hişt ku rastî ew e. Van hevalan jî kirin û ji me re hiştin. Tiştên ku ji me re hiştin çi ne? Em êdî di şopa wan de bimeşin, jixwe şehîd çiye? Şehîd rêya ku me dibe xeta Serokatiyê ye. Yanî rastiya şehîd hinek wisa ye jî. Heval dizanin, hevalê Sofî Nûreddîn di nava gelê me yên Rojava de hatiye dinyayê û mezin bûye, jiyan kirine. Helbet li ser vê esasî têkoşîna Apoyî taybet Rêber Apo keda ku di nava gelê me yê Rojava de dayî, di encama wê de ewladekî wiha xurt çêbûye. Şexsiyetekî xurt ava kiriye, ji têkoşînê bandor bûye û li ser vê esasî xwe berpirsyar dîtiye û beşdarî refên Apoyiyan û têkoşînê bûye. Helbet ew salê ku beşdar dibe salê ku herî zêde têkoşîna gelê Kurd di xeta Apoyiyî û gerîlatiyê de pêş dikeve ne. Ji vana jî êdî di nava malbatê de di nava civakê de yan jî di zanîngehan de di nav ciwanan de bes nabîne. Jixwe mirovek xwe berpirsyar bibîne têr jî nabe. Yek jî, hevalê Sofî li ser vê esasî bandor dibe. Helbet bi dîtina Serokatî re bi Tevgera Apoyî re beşdarî gerîlayan dibe. Beşdabûna wî di nav gerîla de heta cihekî çiqasî naskirina me hebe jî me bi hev re zêde pratîk ne meşand. Destpêkê jixwe xeta çiyayê Zagrosan maye û bi rastî jî wek çiyayê Zagorsê gav bi gav wan deran li her derê geriyaye, têkoşînê meşandiye, xurt beşdar bûye, gerîlatî kiriye, fermandartî kiriye, mirov dikare bibêje li çiyayê Zagrosê cihek nemaye ku negeriyabe. Hemû dar, ber, çemî wî avê wî nas kirine û li ku derê dijmin hebûye ser hemûya çalakiya xwe, berpirsyariya xwe pêk aniye, hem wek şervan beşdar bûye, hem jî wek fermandarî beşdar bûye û bûye tirsa xewna dijmin û di vê çarçoveyê de têkoşîn daye meşandin. Esas wek gerîlatî, wek şervantî di xeta fermandartiya hevalê Egîd de li van deran şêwe girtiye. Xwe pêş xistiye û xwe aniye astekî fermandariya jor jî. Bi qasî ku ez dizanin demekî dirêj di çiyayên Zagrosan de xebat meşandiye, hema hema di her qedemeyê gerîlatiyê de erk girtiye, fermandarî kiriye û heta asta herî jor di gerîlatiyê de hevalekî ku fermandarî kiriye hevalê Sofî bû. Hevalê Sofî zêdetir di salên 90’î de naskirina me yan jî pir kêm be jî welê dîtina me hebe jî min got ya ji ber ku em welê zêde di wan xetan de nemane, em bi hev re zêde neman. Lê di nav gerîla de jî welê astekî şûnde naskirin çêdibe. Min bi xwe hîn hevalê Sofî nedîtibû jî naskirina me çêbûbû. Hevalan behs dikirin, ji ber ku di nava gerîlayan de vesazî çêdibin, heval tên û diçin, vesaziya fermandariyan çêdibe, bi wê minasebetê hinek agahiyên min derbarê hevalê Sofî de çêbûn. Cardin, di hin civînên salane, konferans, kongreyan de derfet çêdibe ku mirov li van deran hev du bibînin yan jî naskirina wisa çêdibe. Heta di van civînan de pratîk tê nirxandin. Tu bixwazî naxwazî di nava pratîkê de navê şexsan jî tê derbaskirin, mirov mereq dike pirs dike di vê çarçoveyê de naskirinek çêdibe. Hê min fîzîkî hevalê Sofî nedîtibû, behsa hevalê Sofî hate kirin, min welê wî nas kir. Bi rastî jî min mereq dikir, min dixwest bibînim, nas bikim, bi hev re xebat bimeşînin. Ya din jî di nava Tevgerê me û gerîla de hevalê Sofî hînek dihat naskirin, hevalekî ku biçûya ku derê rengê wî diyar dibû. Hevalekî ku bi jiyan, beşdarbûn, fedakarî, ken, henekî û kêfxweşiya xwe dihate naskirin ku neyê jibîrkirin û rengê wî diyar bibe. Me jî wisa nas kir, di vê çarçoveyê de me nas kir. Yanî rastî jî piştre me nas kir şûnde wek hatî behskirin welê me fêm kir. Esas naskirina min wekî şexs bi hevalê Sofî re di ew pêvajoya pêşiya esareta Serokatî salên dawiya 90’î, salên 2000’î piştre naskirina min bi hevalê Sofî re çêbû. Bi taybet esareta Serokatî çêbû û şûnde wisa paşdekişandineke çêbû. Di wê paşkişandinê de hêzên me yên pratîkî di xetên ku paşkişandineke çêbû de hinek hevdu dîtin çêbû, bi hev re mayîn çêbû giranî di wan deman de hinek hez zêdetir têkilî hevdu bûn. Berê wî salên 90’î taybet eyalet cuda bûn, şer zêde bû, carna mirov bi salan carna 10 salan li hinek eyaletan de dima, hevalên Zagrosê, Botanê ji Dersimê, ji Amedê nas kirin hinek zehmet bû. Piştî paşkişandin çêbû hinek hêz hat di xeta Başûr de kom bû, hev du naskirin jî zêdetir çêbû. Me di van pêvajoyan de hevdu baştir nas kir. Destpêkê dibe ku me bi hev re erk nekiribû jî lê di civînan de, li hinek hawirdoran, nêzîkî cihê perwerdeyan naskirina me çêbû. Piştî 2000’î şûnde derfetên me çêbûn ku me bi hev re kar da meşandin. Piştî 2000’î heta 2005’an min bi xwe li eyaleta Erziromê de erk dikir, hevalê Sofî Nûreddîn wek fermandarê seha yê navîn bû. Fermandarê seha yê navîn jî sê eyaletên me bi hev re dibûn seha, eyaleta Garzanê, Amedê û Erziromê. Wê demê me wek rêxistînî jî bi hev re kar dikir. Hevalê Sofî fermandarê sehayê navîn bû, fermandarê me bû. Di wan salan de me derfet dît ku bi hev re kar bikin. Hinek naskirina me di wan salan de çêbû bi hevalê Sofî re. Bi rastî jî helbet berê me mereq dikir me hevdu nas dikir, me got ya di xeta Başûr de me bi hev re welê zêde kar nekir lê me hevdu dît. Piştre salekî welê me di sehaya navîn de bi hev re kar da meşandin, me hevalê Sofî baştir nas kir. Mirov çiqas bêje kêm dimîne. Yanî dehan sal ji perwerdeya Rêbertî derbas bûye, Serokatî dîtiye, di perwerdeyê de cih girtiye, di gerîlayê de astekî jê re çêbûye, fermandarî kiriye, di vê mijarê de wisa pêşketinên cidî çêbûbûn. Bi rastî min mereq dikir mirov bi hev re kar bide meşandin, hinek wan salan çêbû. Hevalê Sofî wek dihat behskirin bû. Heta dawî wisa hevalekî dilnizm bû, hevalên ciwan re ciwan bû, şervanan re şervan bû, hurmeta hevalên jorê xwe dizanî, dizanî hevalên kevin û hevalên nû re hevaltî bike. Yanî cih dihat dibû şervanê nû, cih dihat dibû leşkerekî, dema pêwîst dikir jî wek fermandarekî xwe beşdar dikir. Heta di van mijaran de rastî carna watedayîna mirov wek şexsekî di zîhniyet, tarz û uslûb de esnek bûn carna ji mirov re ecêb dihat. Zêdetir mirov mereq dikir. Lê hevalê Sofî van tiştan bi rastî jî dikir. Hevalekî di vê astê de bû. Di serî de mirov difike şexsiyetekî ewqas xurt, girêdayî, welatparêz, di warê îdolojîk, leşkerî de çandekî partiyê wisa qezenckirin hinek bingehekî şexsiyetê jê re pêwîst e. Yanî wisa ne hêsan e, di carekî de çênabe. Yanî mirov wekî mirov tê dinyayê lê şexsiyet jî piştre çêdibe. Ev jî li ku derê çêdibe? Di şertên ku tu têde mezin dibî, derdorê ku têde mezin dibî de çêdibe. Hevalê Sofî helbet di nava civaka me ya Rojava de mezin bû, ev girîng e. Mirov dikare bêje weke di nava civaka Kurdistanê de hinek civaka me ya şanslî, yanî di warê dîtina Serokatî de şanslî civaka me ya Rojava bû. Helbet di wê civakê de keda Rêber Apo, asta ku dayî çêkirin di civakê de jî seknekî çêkiriye, bandoriya xwe li ser hemû beşan daye avakirin. Yanî mirov eger pirs bike tiştekî welê di bingeha hevalê Sofî de hatiye çêkirin çine? Tiştek tê bîra min, keda Serokatiyê ku li Rojava 20 sal dayî çêkirin e. Ya din jî keda gelê me yê Rojava, welatparêzî û girêdanbûna wan, hesreta welatê wan tê bîra min. Hevalê Sofî jî di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, derveyî vê mirov pênas bike dibe ku zêde rast nebe. Bi rastî jî hestê welatparêziyê yê hevalê Sofî pir xurt bû. Yanî mirov bêjin taybetmendiyên hevalê Sofî çi ne, min bi xwe dît ku bi rastî jî mirovekî welatparêz bû. Axaftin, xitap, mereqa wî ya welat, hezkirina wî ya welat xurt bû, heta hestên xwe bi helbestan re digot, stranan digot. Ya din jî derbarê Kurdistanê de zanebûna wî ya ku hebû texmîn nakim ku wisa tenê mereq kiriye û hîn bûye bû, bi rastî jî welê di parçeyek, beşek de li ku derê dima bi gelê wê derê ve girêdanbûna wî çêdibû. Tesaduf nîne ku hevalê Sofî li ku derê maye gelê wê derê hevalê Sofî nas kiriye û girêdanbûna wan çêbûye. Mesela di vî aliyê de mînak bû. Yanî tu car din bêjî di taybetmendiyên hevalê Sofî de çi hebû? Di warê îdeolojîk de di xeta Apoyîyî de zelal bû, di warê îdelojîk de astekî ji xwe re çêkiribû. Jixwe ez tam nizanim çawa çiqas li ku derê zanîngeh xwendiye, me zêde mereq nekir pirs nekir. Tişta ku dizanim zanîngeh xwendiye, beşa fîzîkê xwendiye. Ji ber ku di nîqaşan de ev hinek diyar dibû. Bi rastî jî di warê îdeolojîk de, ji bo fêmkirina dualîteya Apoyîtiyê kesekî mînak bû. Zelaliyek pê re hebû. Di warê teorî de jî xwedî tecrûbe bû. Têra xwe materyalên ji bo bingehê şoreşgertiyê xwendibû. Di warê felsefe, jiyan de astek bi xwe re çêkiribû. Gelek fîlozof nas dikirin. Di danûstandinên bi hevalan re de, di henekên xwe de jî diyar bû ku astek bi xwe re çêkiribû. Helbet îdeolojîkbûyîn tenê di warê teorîk de xwe zanekirin nîne, yanî îdeolojîkbûyîn hinekê têkildarî jiyanê ye jî. Çiqasê di jiyana Apoyîtiyê de xwe pêk aniye, ew jê re girîng bû. Heval Sofî têkildarî îdeolojiya Apoyîtî û fikrên Rêbertî di xwe de astek çêkiribû.
Di hemû qedemeyên Partiyê de erk û fermandarî kir. Gelek derfetên wî hebûn, lê ti carî min ne dît û ne jî bihîst ku tiştek ji bo jiyana xwe ya şexsî kiriye. Heval Sofî kesek pir dilnizm bû. Hevalek bi hestiyar jî bû. Ji derve wisa hinekê henekçî xuya dikir. Lê di xeta Partiyê de jî xwedî sekneke bi pîvan bû. Ji bo erk û fermandariyê de çawa pêşengtî dikir, ez bi xwe bûm şahid ku encam bi dest xistiye. Li qada navîn me bi hev re kar kir. Ez fermandarê eyaletê bûm, ew fermandarê qada me bû. Me bi hev re xebat meşand, lê ti carî weke ku ew wisa payebilinde, tevnegeriya. Li her derê pir sade û xwezayî bû. Di jiyanê de xwe ji her tiştê re berpirsyar dît. Ji karê jiyanî bigire heya karê herî berfireh û cidî, xwedî lê derdiket. Li cihê pêwîst nobetdarî dikir, li cihê pêwîst xizmeta hevalan dikir. Li cihê pêwîst erka xwe ya fermandariyê kiriye. Di meseleya şer de jî, di heman çarçoveyê de bû. Di jiyanê de bi rastî pêşeng bû, di warê şer û leşkerî de jî pêşengtî kirine. Ez bi xwe bûme şahid yanî. Bê teredut li cihê pêwîst ferman dida, di nava şer de jî bi xwe çeka xwe hilgirtiye û pêşengtî ji hevalan re kiriye. Bi rastî jî kesekî mînak bû. Mirovek zane bû. Xwe afirandibû. Çanda Partî û çanda Serokatiyê xwe di xwe de çêkiribû. Henek dikirin, beşdarî karan dibû, bi hevalên xwe re milûl dibû, ti ferq û cudahî nedixist navbera hevalan.
Ya din jî di ferqa erkê xwe de bû. Di hemû mijaran de heqê erka xwe dida. Xwedî hewldanek zêde bû, dema di hin mijaran de kêm dima wisa hinekê bêmoral dibû. Lê ez bi xwe bûm şahid. Di van mijaran de pes nedikir, gav paşde nediavêt, xwedî israr bû, lê di zor û zehmetiyan de jî hinek tengasî jiyan dikir. Ti carî nedigot, ez westa me. Kesekî hîperaktîf û enerjî bû. Di cihê xwe de nedizanî bisekine. Ji bo henekan jî di çarçoveyekê de xwedî bi pîvan bû, yanî wisa her tişt normal nedikir. Di nava hevalan de xwedî sebir bû. Mirov li cem heval Sofî tengasî nedikişand. Li cem wî mirov hinek bi aram dibû. Jixwe te bixwestiba jî te nexwestiba jî, bala mirov dikişand nîqaşan û di nîqaşan de jî mirov wisa bi aram dibû. Xwedî kêrhatin bû, jîr bû. Aqilê xwe pir baş dida xebitandin. Ji pînekirina cilên hevalan, heya tiştên bi destan tên çêkirin, bi teknîkê re mijûlbûn, wisa gelek tişt dizanîn. Tiştê nedizanî jî mereq dikir û xwe fêr dikir. Di salên dawî de dema ku teknîk di nava me de pêş ket, hema bêje di hemûyan de pispor bû. Dema derdê hevalek çêbiba, ji bo moralê wî/ê bi cih bîne çi jê re pêwîst ba, ew dikir. Eger rextê hevalek nebûya, jê re rext çêdikir, cil peyda dikir, bi çantê wî/ê re mijûl dibû.
Dibêjin gerîla biçe kuderê divê bi gel re bibe yek û taybetmendiyên wî gelî di xwe de ava bike, hevalê Sofî di vê mijarê de pispor bû. Ez bawer dikim di xeta Zagrosê de, ji gelê me yê li wê xetê her kes heval Sofî nas dike. Bi taybet dema piştî pêvajoya 2000’î li qada navîn ma, gelê me yê Amedê dema ew nas kir pir jê hez kir. Heval Sofî kesekî sempatîk bû. Dema diçû cem îxtiyarekî rûdinişt dizanîbû li gorî dilê wî biaxive. Mesela diçû cem dayikekê dikarîbû li gorî dilê wê dayikê biaxive. Dema diçû cem zarokan jî li gorî dilê wan tevdigeriya. Bi rastî jî di asta komplebûnê de astek bi xwe re çêkiribû.
Hevalê Sofî di xeta leşkerî û gerîla de jî heta astekê xwe pêş xistibû. Di nava gerîlatiya me de her kes di her qadê de xwe pêş dixe. Ji mangayê bigire heta fermandariya tîmê, yekîne, tabûr, eyalet û asta herî jor peywir girt. Hevalê Sofî di van mijaran de gelekî pêşketîbû. Ev mijarana ewqasî rehet nîne. Wî heq kir û hat heta van peywiran. Di van mijaran de bi rasî jî hevalekî mînak bû. Di gerîlatî û fermandariya xwe de ne wekî fermandarekî ku tenê ferman dide bû. Jixwe kesayeta wî rê nedida vê yekê. Ne kesekî ku hinek bikin ew bisekine bû. Wekî din jî wekî hevalekî ku terzê dihat xwestin bû. Hevalê Sofî di nava feemandariya HPG’ê de mînakek e. Rexneyê li ser me hene. Serok jî got, “Ev şer li fermandarê xwe digere.” Dibe di vê mijarê de rexne hebin, di HPG’ê de fermandarên wekî hevalê Sofî çêbûne. Heta bi dehan, bi sedan û bi hezaran fermandar çêbûne. Fermandariya nav me de perwerdekirina hêzên xwe, moral dayîn, motîvekirin, di xeta şer de taktîk pêk anîn, ev pîvanên fermandariya me ne. Yanî wisa di pêkanîna wê ya çar çaran de zehmetî hebin jî, hevalê Sofî di vê xetê de heta astekê pêşengî dikir, rol û erka xwe pêk dianî. Û erka xwe jî bi cih anî. Mirov dikare bibêje ku di vê xeta fermandariyê de, herî kêm ew salên ku ez bûme şahid hevalê Sofî bi rastî jî di xwe beşdarkirinê de bêteredut bû, bê fikar bû.
Hevalê Sofî li cihê pêwîst rexneyên xwe dikir û li cihê pêwîst rexnedayîna xwe dida. Tiştên ku ez bûme şahid, di civînên me de bi rastî nirxandinên di cih de dikir. Di her civînê de bi rexnedayîn nêzîkî xwe dibû. Em vana bi Serokatî fer bûn, bi hevalên xwe yên wekî şehîd Sofî fêr bûn. Min qet nedît ku hevalê Sofî pratîka xwe ji xwe re kir sermaye û xwe bes dît. Timî bi rexnedayîn nêzîk dibû. Vesareteke medenî pê re çêbibû û di civînan de xwe berpirsyar didît. Mesela nirxandin dikir, pratîka xwe jî dinirxand û xwe berpirsyar didît. Hemû qad dinirxand, rexneyên xwe di cih de dikir û rexnedayîna xwe dida. Min bi xwe nêzîkatiya ku ji pirsgirêkan bireve, xwe tê de nebîne yan jî hinceta ji xwe re çêbike nedît. Herî kêm em di civînên xwe de nebûn şahid. Bi rastî jî hevalê Sofî di vî lî de mînak bû. Wekî din jî di warê erk û warê xizmetkirinê de yanî ji yekî dûr bikeve, vaye li gorî emrê min, salên min nizanim vî peywirî bikim an nekim, min bi xwe vana bi hevalê Sofî re nedîtin. Her tim di civînên me de nirxandinên xwe dikir û timî soza pêkanîna erkên xwe dida. Di vê mijarê de jî hevalekî mînak bû. Bi rastî em ji bo hevalê Sofî çi bibêjin kêm e. Bi şehadeta wî û bihîstina şehadeta wî em xemgîn bûn. Di van salên şehîd ket de ji bo me salên giran bûn. Divê mirov vê mijarê jî bibîne. Di van salên ku şehîd bûn de, hevalên mîna fermandar Sofî ji bo wan salan pêwîst bûn. Yanî ev pêvjoya ku em tê de ne, ev pêvajoya kadro û fermandarên wekî hevalê Sofî dixwest. Di em vê rastiyê jî bizanibin, bi taybet di van 10 salên dawî de yanî ji 2015’an şûn de êrîşek li ser Tevgera Apoyî, li ser gelê me çêbûn. Lê ev henekî cuda bû. Heke mirov van 10 salên dawî meraq bike û lêkolîn bike di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de tiştên li Rojhilata Navîn qewimîne, rêxistin û dewletên têkçûne hene. Lê divê her eks vê yekê bizanibe, bi rastî êrîşa destpêkê, biryara tesfiyekirina destpêkê jî ji bo Tevgera Apoyî û tevgera PKK’ê pêk hat. Di van 10 salan de gelek dewlet lawaz bûn, tasfiye bûn, gelek rejîm hilweşiyan û gelek rêxistin tasfiye bûn. Lê bi dehan caran ji wan zêdetir êrîş li ser PKK’ê, gerîla û gel çêbûn jî PKK li ser piyan ma. Gerîla jî tasfiye nebû, bi ser ket. Her kes meraq dike û pirs dike, çima PKK tasfiye nebû? Yan jî çima PKK di şer de ewqasî li ber xwe da û dikare xwe li ser lingan bigire. Hinek nirxandin dike, ew neheqî dikin. Her kes pê dizane ku PKK bi keda xwe, bi keda Rêber Apo û bi keda şehîdan li ser piyan maye. Di van şerê 10 salan de me bedelên giran daye. Mînak me weke hevalê Sofî bedel daye, me hevalên wisa bi nirx şehîd dane. Di nava van deh salan de me hevalê wekî Fûad şehîd daye, hevalê Riza me şehîd daye. Hevalê Fûad kî ye, hevalê Serokatiyê yê destpêkê ye. Heval Riza hemû jiyana xwe û bi tevahiya malbata xwe beşdar bû. Mîna van hevalan, em behsa hevalê Sofî dikin, behsa hevalê Koçero dikin. PKK ji bo vê tasfiye nebû. Heke PKK tasfiye nebûbe ji ber van bedelên giran û berxwedaniyê nebûye. Bi rastî jî divê em vê yekê bibînin. Şehîdên me helbet ji bo me cihê xemgîniyê ye. Lê di warê serketina pêvajoyê de jî vana mezin in. Em ti carî wan ji bîr nakin. Heke îro dijminê mîna dagirkerê dewleta Tirk neçar maye ku biçe cem Serokatî û behsa pêvajoya nizanim biratiya gelan dikin, sedema wê ev e. Divê em vê ji bîr nekin. Ti carî di şeran de kes bi aliyê lawaz re hevdîtinê nake. Heke tu xurt bî wê te muxatab bigire. Ti ne xurt bî tu kes te muxatab nagire. Heke îro dijmin neçar maye û çûye cem Rêber Apo û pêvajoyek Rêber Apo daye destpêkirin sedema wê ev e. Keda 10 salên dawî yên ku Rêber Apo li Îmraliyê daye çêkirin û keda şehîdên me vê yekê pêk aniye. Bi rastî ji ji bo me şehîdan bîne ziman zehmet e û em bin giraniya wê de ne. Em zanin ku çiqasî biaxivin jî em nabin bersiv. Çiqasî ji bo me giran jî were ev şehîdên me ji bo me hêzek e, quwetek e. Em ê ti carî ew bîranînên ku me bi wan re jiyaye, tecrûbeyên ku me ji wan girtiye û jiyana ku me bi wan re parve kiriye em ê ji bîr nekin û heta dawiyê giradiyê wan bimînin. Em heta dawiyê xwe deyndarê şehîdan dibînin. Ji bo serketina bîranînên wan me ji bo xwe wekî xeta serketinê destnîşan kiriye. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ti carî dev ji îdayên xee bernedin. Bi vê wesîleyê em ji bo şehadeta van hevalan sersaxî ji Serokatiya xwe, partiya xwe, gelê xwe û malbatên wan re dixwazin. Em dibêjin ew soza ku me daye Serokatî, şehîdan û gelê xwe heta dawî girêdayî bimînin û heta em armanca wan hevalan pêk bînin em ê ti carî nesekinin. Em ê heta dawî bi wan re girêdayî bimînin û ti carî wan ji bîr nekin.”