Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da. Îshak Tepe bavê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû ku di 28’ê Tîrmeha 1993’an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate revandin û cenazeyê wî 4’ê Tebaxê li Xarpêtê htae dîtin.
Nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe ji pêşengên têkoşîna çandê û siyaseta Kurd bû. Tepe ku ji salên 1960’î û pê ve bi rengekî çalak beşdarî karên siyasî bû, di nava Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de wezîfe kir.
Ji roja ku kurê wî hate qetilkirin û pê ve 32 salan dest ji têkoşîna edaletê berneda. Îshak Tepe doza Ferhat Tepe xist rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, kir ku Tirkiye mehkûm bibe û bi vî rengî kuştinên kiryar nediyar xist rojeva navneteweyî.

