Hin kêlîyên jîyanê hene ew birînên kû qalik girtibûn ji nûve zindî dibin. Û her kû xwe dide hîskirin êşek bê hempa dide jana mirov. Wê demê mirov femdike û li xwe dihese kû ew birîn tû car qalik ne girtibû. Bûyerên kû îro li ser axa me a Başûrê Kurdistan diqewîme, birîna min û malbata min anî bîra min. Sal 1997, destana lehengîya gerîla li Zagrosan li himber hewldanên dagirkerîya dewleta Tirk ya bi serkêşîya malbata Berzanî…
Wek fermandarê navdar a rûs Aleksandr Suvorov gotîye “Leheng ji dayîkê çênabin, leheng avadibin”. Mînakên lehengiyê di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek in û hejmareke mezin ji rastiyên ku mirov çawa bi qehremanî welatê xwe parastine hene. Şer ji bo her kesî trajediyek mezin û ceribandinek dijwar e. Ew pirsgirêkên herî dijwar ji me re peyda dike, hêza meya vîn û moralî diceribîne. Gelek ji me nikarin xwe di rola leşkerekî de bihesibînin, di navbera jiyan û mirinê de, di navbera dilsoziya bi welatê xwe û ewlehiya xwe de bi bijartina dijwar re rû bi rû bimîne. Lê dîsa jî di nav sedsalan de gelek leheng ji bo parastina xaka xwe, hebûn û rêhevalên xwe ketine şer. Yek ji van lehengan apê min Resûl Lezgiyev bû, ango rêhevalê minê dozê Şerefedîn…
Heval Şerefedîn hêj welatê xwe nasnekir li welatê xerîb a Ûzbekîstanê çavê xwe li jîyanê vekir. Kal û pîrên wî ji gundê Taxilka a Bazîda rengîn koçi welatê Sovyetê bibûn. Di her koça kû hat jîyîn de fêrî zimanekî û çandekî bûn, lê tu car kurdbûna xwe ji bîrnekirin. Ev hestên welatparêzîyê her di dilê xwe da zindî hiştin û her li benda volqanekî bûn. Ji ber kal û pîrên wan ji wan re qala serpêhatîyên xwe li Bazîda rengin dikirin. Malbata Lezgiyev xwe nevîyên Biroyê Heskê Têlî ji eşîra Celalî a kû ji komkujîya Gelîyê Zilanê yên xilas bûyî pênase dikir û tû car ew rastî ji bîrnekirin. Her di dilê wan de xwesteka tolhildanê û vegera gund û warên xwe hebû. Heval Şerefedîn xortekî zindî û her di nav tevgerê de bû. Li kû neheqî û alozî hebe ew li wir bû û herkes wî wek parazvanê maxdûr û feqîran nasdikir. Her li pey rastîyê bû her li pey edeletê bû…
Sovyet belav bû û ji bo Kurdan derîyekî nû vebû. Ji Ozbekîstanê koçî Qazaxistanê bûn. Bi hatina wan li Qazaxistanê hatina Tevgera Apo’yî li hev hat û malbata rêheval Şerefedîn yek ji wan malbatan bû kû Apo’yî himbêz kirin û di wan de xwe dîtin. Bi rêya birayê xwe mezin hevalan naskir û heman rojê soza tevlîbûnê da û berê xwe da qada Rêber Apo. Piştî perwerdeyan israra qadên çîya dike û berê xwe dide çîyayên Zagrosê. Hêj newal, çîya, deşt û rêhevalên welatê xwe têrnebû, şerê xiyanetê destpêkir. Malbata Berzani her bostekî axa me dikir qurbanî ji bo dagirkerên tirk re. Toz û dûman rabû li ser Zagrosan lê yek heval rêhevalên xwe nehiştin di qada şer de û rê nedan ji dagirker û xayînan re.
Heval Şerefedîn hevalên birîndar xilas dike û bi dû hevalên xwe ra hetta gûleya xwe a dawî li berxwe dide. Bi birîndarî dikevin destê dijmin û xayînan û helwesta Apoyî nişan didin. Dewleta tirk a dagirker dema kû gerila teslîm nedibûn wan ji helikopteran davêt. Ew teslîm nebûn û nebûn xayîn û tevlî karwanên nemiran bûn. Sekna rêheval Şerfedîn ji mera bû bang û ferman. Ne teslîm bûn û ne jî xîyanetê em tû caran qebûl nakin.
Gelek ciwanên me yên kû ji Sovyetê berê xwe dan çîyayên azad di şerên xiyanetê de canê xwe ji bo rîya rast feda kirin. Rûken, Ronahî, Seyîkvan, Bawer, Yaqub û Agır bûn çira û sekna bi rûmet ji bo kurdên koçber. Bila rûhê we her şad be ji ber piştî we hêj xayîn textê xwe nedanîn li ser warên we.
Nevîyê Biroyê Heskê Têlî, kûrê Mûsa, birê Îsa, apê min û rêhevalê min Şerefedîn em li ser şopa te ne û agirê kû te vexistîye hertim rîya me ronî dike. Bi rêzdarî bi bîrtînin û sonda xwe nû dikin.