Ji bo gerîlayên YRK’ê Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) a ji navçeya Tetwan a Bedlîsê, Perestû Sefayî Pur (Cîhan Sîrwan) a ji Merîwanê, Halîl Çîçek (Bawer Cûdî) ya ji Mûşê û Resûl Yêgane (Şahan Gabar) ê ji Xoyê ku 28’ê Hezîranê li Mahabadê di êrişa rejîma Îranê de şehîd bûn, taziye hate danîn. Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilar a DEM Partiyê taziye hate danîn. Li gel malbatên şehîdan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî taziyeyê bûn.
Li taziyeyê ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, dirûşma “Şehîd namirin” hate qîrîn. Li taziyeyê ku wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate daliqandin, Hevseroka Navçeya Bagcilarê Yasemîn Solmaz sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şehîd bi bîr anî.
Dayika Zarîn Akbaş, Salîha Akbaş got, “Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be, ne tenê yê min.”
Piştre sînevîzyonek li ser axaftinên Rêber Apo û têkoşîna şehîdan hate nîşandan.

