Bi wesîleya 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî îro li Qendîlê pîrozbahiyeke mezin tê lidarxistin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes ji doh ve diherikin binarê Qendîlê. Tê payin ku pîrozbahî piştî nîvro destpê bike.
Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK û wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate xemilandin.
Hate ragihandin ku gelek hunermend wê derkevin ser dikê, govend wê bê gerandin, stran wê bê gotin û nûnerên siyasî wê peyaman bidin.

