Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji dema koma ewilî heya îro timî fikra jiyana bi hev re parast. Lê belê ev jiyana bi hev re, ne koletiyeke ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve tê ferzkirin; jiyaneke welê ye ku her kes, her beşên civakê bi rengên xwe di nav de ye, xwe îfade dike.
Ev feraset weke bersiva pirsa ‘divê şoreş çawa bê bijîn?’ derdikeve holê, di heman demê de encamek bû. Ji ber ku di Rêber Apo de fikra şoreşê, ji têkbirina desthilatdariyê wêdetir tê wê wateyê ku civakê ji fikrên qirêj, şaş û bi pirsgirêk rizgar bike. Lewma şoreş weke rêxistinbûna jiyaneke nû hate têgihiştin.
Hema bêje her demê gava behsa parastina jiyaneke bi hev re û azad dihat kirin, hêza li hemberî wan serî li êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê ya li ser esasê zordariyê dida, ev yek bû sedem ku ji bo berxwedanê zoriyê bi kar bînin. Lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di her demê de bi israr diyar kir ku bikaranîna zoriyê neçariyek e, amûreke ji bo têkoşîna jiyaneke rast e.
Bi pênaseya Alîkarê Fermandariya EZLN’ê Marcos: “Ji bo nebin leşker, leşkerî kirin.”
Fêmkirina rast a dîrokê û li ser zemînekê rast fêrbûn, îro bi fêmkirina rast a pratîka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo pêkan e.
Tam li vir, em tên pênaseya Rêber Apo ya ‘entegrasyona demokratîk’. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de têgeha entegrasyonê bi zimanekî vekirî diyar kir, ev yek ne tenê qanûna derbasbûnê yan jî sererastbûneke ku ji bo demek kurt were bicihanîn. Qanûnên derbasbûnê tenê lingekî entegrasyonê çêdike.
Entegrasyona demokratîk yek ji bingehên rêxistinbûna dema nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber ku eger di pênaseya Rêber Apo ya ‘komun’ de û di têgeha ‘demokrasiya muzakerevan’ de, ev qanûnên entegrasyonê bên bicihanîn wê serketin mîsoger bibe.
Eger beriya em werin vir, di pêvajoya pêşketina îdeolojiya Rêber Apo de pênaseya wê bi vekirî nehatibe kirin jî em li pêvajoya pêşketina vê wateya entegrasyonê binêrin.
Pirtûka ‘Çawa bijî?’ ya bi du beşî, ji dahûrandinên Rêber Apo yên sala 1980’an hate berhevkirin û di destpêka salên 1990’an de hate weşandin. Ev pirtûk bi gotinên ‘Xwe gihandina tarzê îfadeyê, uslub û xîtabên sîstem û têkiliyên nû; her roj hilweşandina tişta kevn û jinûve avakirin, jiyaneke romanî ye’ destpê dike.
Timî hilweşandina tişta kevn û ya nû li şûna wê bicihkirin, di dîroka îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo de pîvaneke girîng e. Dema pênaseyên rexne-rexnedayînê hate nasandin ku yek ji bingehên herî girîng a pêşketina Tevgera Azadiyê ye, Rêber Apo got, ‘Eger hûn çareseriya pênase û rewşên ku hûn rexne dikin, nehilberînin wê rexneyên we ji bo dijmin bi sûd be’. Bi vî rengî ji roja ewilî û şûnde nîşan daye ku her tim li ya nû û rast digere.
Mirov dikare pirsa ‘Çawa bijî?’ weke pirsa jidayikbûnê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî binirxîne. Pênaseya ‘Kurdistan mêtingeh e’, di rastiyê de weke pênaseya jiyaneke çawa tê xwestin, di salên 70’î de dest bi lêgerîna wê hatibû kirin.
Li nava vê lêgerîna ku di demên piştre de veguherî dirûşmeya ‘Yan mirin, yan serkeftin’, ji xeynî bawerî û kevneşopiya berxwedaneke mezin, pratîka îdîaya jiyaneke nû jî cih girt. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jiyaneke kopyayê mînakên klasîk, teng, şekilwarî yan jî li welatên cuda hatî jiyankirin, qebûl nekir û lêgerîna jiyaneke xweser, nû û azad a li erdnîgariya Mezopotamya û Kurdistanê ku yek ji navendên herî kevn a dîrokê tê hesibandin, li bingehê têkoşîna xwe da rûnişkandin.
Bi vê lêgerînê re bingehê jiyaneke rast a ku hemû gelan û civakan di nava xwe de dihewîne, hate danîn. Lê pirsa ‘çawa bijî’, heya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lêgerîna bersiva xwe domand. Bersiva pirseke salên 70’î, di encama têkoşîneke 50 salan de bi bawerî û berxwedanê şêwe girt.
Rêber Apo bersiva pirsa ‘çawa bijî’, sala 2025’an bi hemû hûrgûliyan derxist holê û deriyê dema têkoşîneke nû vekir.
ŞOREŞ JI BO PIRSA ‘ÇAWA BIJÎ?’ BERSIV E
Rêber Apo got, ‘Şoreş ji bo pirsa çawa bijî bersiv e’ û destnîşan dike ku têkoşîna şoreşgerî ne tenê xwerû leşkerî, aborî yan jî siyasî ye; divê jiyana rojane jî bi rengekî rast û exlaqî were rêxistinkirin. Rêxistinbûna jiyana rojane, tê wê wateyê ku ne tenê kadroyên şoreşger, gel jî xwe rêxistin bike û li ser esasê pîvanên diyar nêzîkatiyeke rast raber bike. Yek ji aliyê herî girîng a îdîaya jiyaneke nû, rêxistinkirina jiyana rojane û di her qada jiyanê de xwe gihandina hemû beşên civakê ye.
Serketina herî mezin a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî, hilberandina fikrên têkildarî jiyana rojane ye û ji bo hewldana zindîkirina van israrkirin e.
Rêber Apo ku pir girîngî dide pirsa ‘çawa bijî’, diyar dike ku guhertineke di cewherê Kurdistanê de bi hewldana şoreşgerî pêkan e û wiha dibêje, “Li Kurdistanê hêza mirov bi hewldana şoreşgerî destpê dike. Hewldana şoreşgerî hêz çêdike û ev hêz îradeyê çêdike. Îrade jî cesaret dide têkiliyeke wisa. Ez bawer dikim ku hezkirin divê wisa destpê bike. Hezkirin ne li gorî saziyên sîstemê û hêza ku ew didin te; divê li gorî hêza te ya ji bo pêşxistina şoreşê destpê bike. Helbet weke min gotî, ev nagihije serketinê. Ji ber ku sîstem bi xwe astengiyek mezin e.” Û îfade dike ku divê mirovekî nû çawa be.
Rêber Apo bi van gotinên xwe pirsgirêkê jî datîne holê û çareseriyê jî pêşkêş dike û bi israr destnîşan dike ku guhertina sîstemê di rêxistinbûna jinûve ya jiyana rojane re derbas dibe.
Rêber Apo ji bo pirsa ‘çawa bijî’ di salên 1990’î de dest bi lêgerînê kir, bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a sala 2025’an nivîsandî bersiv daye; nîşan daye ku divê jiyaneke çawa hebe û jiyana nû hingî rast, şoreşgerî û exlaqî be wê li ser piyan bimîne.
Tiştên ku di nava salan de qewimîne, dîroka vê bersiv û lêgerînê ye. Dîrokê car din rastî û heqîqeta gotina Rêber Apo ya ‘şoreş ji bo pirsa çawa bijî bersiv e’ îspat kiriye. Li cihê ku têkoşîna me hatiyê, di roja me de bersiva herî rast a ji bo pirsa ‘çawa bijî’, divê ‘jiyankirina di nava civakek nû ya bi entegrasyona demokratîk de’ be.
Rêber Apo di civîna çapemeniyê ya ewilî ya têkildarî agirbesta ewilî ya sala 1993’yan de, ev tişt got:
“Bûyîna yek, ne dijberê serbixwebûnê ye. Pirsgirêka bingehîn a heyî ya hemû neteweyan ne ragirtina li nava sînorên netewperestiyê ye, pirsgirêk ew e ku ji bo parastina berjewendiyên serxwebûnê yekîtiyê nikarin biafirînin. Lewma lêgerîna me ya yekîtiyê ya bi gelê Tirkiyeyê re ku xwe dispêre azadî û wekheviya gelê Kurd a li nava sînorên heyî, divê bi rengê ‘dijberiya li serxwebûnê’ neyê şîrovekirin.”
Ev nirxandina ku li qadeke şer a herî dijwar hatî kirin, erêkirina îdeala jiyana bi hev re û hevpar e.
GELÊ TIRK, DIVÊ RAST NÊZÎ ENTEGRASYONÊ BIBE
Roportaj û analîzên di demên ku Rêber Apo bi israr behsa aştî, jiyana hevpar û bi hev re, avakirina siberoja azad dikir de hatine çêkirin, nîşan dide ku di rastiyê de ne gelê Kurd, bi temamî gelê Tirk, rêxistin û nûnerên wê ji vê pêvajoyê re ne amade ne.
Rojnamevanên Tirk ên di demên agibestê de çûne hevdîtina bi Rêber Apo re, tevî ku wî bi israr behsa jiyana hevpar dikir, hema bêje berê xwe dane beşê kar ê magazînê yan jî ji bo wergirtina hin agahiyan xwestine pirsan bipirsin. Li hemberî vê yekê Rêber Apo fikrên xwe vedibêje, bingehê fikrên xwe yên ku her tim pêş dikevin û tên veguhertin bi îdeala jiyaneke hevpar ve girêdaye. Di roportajeke Adara 1993’yan de, Rêber Apo bi rengekî vekirî got, “Neçareseriya pirsgirêka Kurd, neçareseriya demokrasiya Tirk e” û diyar kiribû ku pirsgirêk çavkaniya xwe ji helwesta Tirkiyeyê digire. Lêgerîna li muxatabekî ya Rêber Apo ku bi israr digot ‘Muxatab nîne’, di asta heyî de bi rûniştina muxatabê têkçûyî ya li dora maseyê pêk hatiye. Pirsgirêk bi rastî jî ne ya gelê Kurd e, pirsgirêka gelê Tirk e ku ji vê hevkariyê re ne amade ye.
Li kêleka nêzîkatiyên faşîst a rêveberên dewletê, çêker û rêxistinên ku îdîa dikin wê ji gelê Tirkiyeyê re bibin hêvî û ji wan re jiyaneke azad ava bikin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê biçûk dibînin û îro bûne sedem ku gelê Tirk ji feraseta faşîzmê rizgar nebe.
Roja îro her çendî ku hêviya gelên Tirkiyeyê ji bo aştî û jiyana hevpar hebe jî, çêkerên ku vê ji wan re bêjin bi israr nêzîkatiyeke mêtinger raber dikin û Kurdan biçûk dixin, wan weke ‘xwişk-birayê biçûk’ ê aqil bide dibînin û bi israr nêzîkatiyeke elîtîst ku gelê Kurd ti carî nabe xwedî zanebûneke sosyalîst, raber dikin. Lewma gel neçar tên hiştin ku xwe bispêrin hêsankariya faşîzmê.
Ji bo ku gelê Tirk car din îdeala jiyana hevpar qebûl bike, divê şoreşger, sosyalîst û demokratên Tirkiyeyî vê yekê bi rengekî rast ji gel re vebêje; her wiha divê gel ji propagandayên faşîzmê bên parastin. Ev jî encex bi rêxistinbûneke rast pêkan e. Eger îro gelê Kurd tevî ewqas komkujî, êrîşên qirkirinê û heqaretan di jiyaneke hevpar de israr bike, ev yek çavkaniya xwe ji nêzîkatiya rast a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo digire.
Qanûnên entegrasyona demokratîk, di rastiyê de ji bo Kurdan na, ji bo civak û gelên Tirkiyeyî girîng e. Bi vegotineke rast û rêxistinbûneke rast, gelên Tirkiyeyê dizanin ku di pêvajoya ku bi entegrasyona demokratîk destpê kirî de wê demek nû destpê bike û li dijî pergala zextê ya dewletê wê berxwedan û rêxistinbûneke mezin jî pêk were. Îro komkujiyên jin, zarok û lawiran; di bingehê mêtingerî û xizaniya li civakê hatî ferzkirin de, ferasata avakirina civakek ezezî û gelên Tirkiyeyê ji îdeala jiyana hevpar dûr bixe, heye.
Çareseriya vê jî dê bi vê yekê pêkan be ku rêxistinên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyî ji gelan re rastiya hevparî û entegrasyona demokratîk vebêjin.

