COP30, yanî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025, vê salê di navbera 10-21 Mijdara 2025’ê de li dilê Amazonê Belêmê tê lidarxistin. Ev lûtkeya ku li dora guherîna avhewayê nîqaşên giran lê dibe, 56.118 delegêyên qeydkirî tê de cih digirin û bi vî awayî dibe duyemîn COP a herî mezin a dîrokê.
Nûnerên zêdetirî 190 welatan -serokên dewletan, wezîr, dîplomat, zanyar, karsaz, rêxistinên civaka sîvîl û nûnerên NY- di vê lûtkeyê de dicivin. Lê dema ku hikumet, şîrket û elîtên gerdûnî ji bo COP30 amade dibin û dikan bi gotinên vala, sozên nayên girtin dadigirtin, gelên cîhanê jî qadên xwe diafirînin.
Di platformên ku dewlet û wezîr nîqaş dikin de nahêlin ku dengê gelên xwecihî derkeve. Lê Amazonê Brezîlyayê -pişikên gerestêrkê- ji ber polîtîkayên talanker ên hêzên hegemonîk di ber rûxînê de ye.
Bêdarkirin, birîna daran a bêkontrol, qirêjkirina çeman, xerabûna avhewayê û kriminalîzekirina gelên xwecihî û çalakvanên jîngehê, Brezîlya ji nîqaşekê jîngehî zêdetir, di nava nîqaşekê polîtîk û hebûnî de kir navend.
Parastina Amazonê êdî ne tenê mijareke herêmî ye; îro bûye têkoşîna hevbeş a gerdûnî ya tevgerên ekolojîk û gelên xwecihî.
Di vê çarçoveyê de, berîya COP30, bi hezaran rêxistinên ekolojîst ji çar aliyên Amerîkaya Latîn, tevgerên ekofemînîst, torên koordîneya jîngehê, partiyên ji welatên cûda û gelên xwecihî li Belêmê civiyan û ji bo parastina Amazon û xurtkirina berxwedana ekolojîk a gerdûnî gelek konferans, civîn, panel û nîqaş meşandin.
Ji destpêka Mijdarê ve gelek nûnera jinan, rêxistinên gelên xwecihî û torên navneteweyî ji bo yekitiya têkoşînê hatin Belême. Berî destpêka COP30’ê, gel û jinan ji bo lêgerîna çareseriyên hevbeş, xurtkirina têkoşîna axê û avakirina xeta berxwedanê li hemberî durûtiya hêzên hegemonîk civiyan.
Dengê Jinan: Ji Bo Jiyan Têkoşîn
Di navenda vê bangê de, dengê jinên xwecihî û çalakvanên jin ên ji çar aliyên cîhanê bilind bû û banga jinên xwecihî û aktîvîstên jin bi vî awayî ye:
“Em tenê ji bo axa xwe tênekoşin, ji bo jiyana xwe têkoşîn dikin.”
Bi vê xwegihandina hev a jinan re, jin piştrast kirin ku ew pêşengên têkoşîna ax û jiyanê ne. Di civînên paralel ên 7-11 Mijdarê de zêdetirî ev dengê jinan olan da. Nîqaşên k udi pêşengiya jinan de hate meşandin de ev daxuyaniya encamê ev yek hat gotin:
“Têkoşîna ji bo axê, berdewamiya xeleka zanîna kevnar û serokatiya dîrokî ya jinê ye.”
Şandegeriya Gelan: Cihê Berxwedanê
Şandegeriya Gelan (Embaxada dos Povos) ku li navenda dîrokî ya Belêmê ye, ji bo civînê bû cihê têkoşîna li hemberî sotemeniyên fosîl û edaleta avhewayê. Ev cih ji bo parastina Amazonê bû navenda çalakiyên.
Civîna bi navê “Ekofemînîzm û Edaleta Avhewayê” ku bi GTA (Tora Xebatê ya Amazonê) re hate lidarxistin, jinên rêber û lêkolînerên ji herêmên cûda anî cem hev. Rûniştin bi rîtuelekê ku av, ax û zanînê yek dike destpê kir. Jinên ku di panelan de cih girtin bi vî awayî ne:
• Mary Cruiz, Koordînatorê Tora Jinên Ekofemînîst
• Ivete Bastos dos Santos, Seroka Sendîkaya Karkerên Gundî yên Santarémê
• Heloísa Lima, Lêkolînera Erdnîgariyê Amazonê û endama Tora Domdariyê
Jinan di panelê de ev peyama xurt dan:
“Wek jin me her tim axa xwe parast. Me berxwedana gelên xwe xurt kir û em ê tu carî paşde gav neavêjin. Têkoşîna me li hemberî vê pergala cîhanê ya patrîarkal, di heman demê de parastina ax, av û ruhê me ye. Makîne wê derbas nebin, şîrket wê nikarin bikevin. Bêrdelê wê çi dibe bila bibe jin wê pêşengiya xwe bidomînin.”
Civîna Navneteweyî ya Tevgera Mexdûrên Bendavan
Tevgera Mexdûrên Bendavan (MAB), ku yek ji mezintirîn tevgerên jîngehê yên Brezîlyayê ye, rêxistineke bingehîn e ku ji bo mafên civakên ku ji ber bendavên hîdroelektrîkê hatine koçberkirin têkoşîn dike. MAB, di heman demê de pêşengê MAR (Tevgera Mexdûrên Bendavan) ya herêmî ya Amerîkaya Latîn e.
Berî COP30, MAB çalakvanên jîngehê, civakên xwecihî û rêxistinên jinê anî cem hev.
Nûnerên Meşa Jinan a Brezîlya û Afrîkayê (Marcha Mundial de las Mujeres), çalakvanên Tora Gelên Xwecihî yên Okyanûsyayê û endamên Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistanê (TEV-EKO) jî beşdarî van civînan bûn. Di van civînan de beşdarvanan ev peyama hevbeş parve kirin:
“Patrîarka bi kapîtalîzmê re heman mantîqa serdestiyê parve dike: serdestiya li ser jin û xwezayê. Azadiya jinê û parastina gerestêrkê parçeyên heman ûfqê azadiyê ne. Mafê xwe birêvebirinê, bingeha polîtîkaya ekolojîk a adil bi xwezayê re ye.”
Duyemîn Civîna Ekososyalîst a Amerîkaya Latîn û Karayîbê
Di navbera 8-12 Mijdarê de Zanîngeha Amazonê ya Belêmê, Duyemîn Civîna Ekososyalîst a Amerîkaya Latîn û Karayîbê re mêvandarî kir. Zêdetirî 50 rêxistinên ku ji 10 salan zêdetir e ji bo parastina gerestêrkê tora hevgirtina navneteweyî ava dikin, di vê civînê de cih girtin.
Navenda vê salê ekofemînîzm bû. Di panelên bi mijara “Ekoax û Femînîstên Gel” de kesên ku axivîne bi vî rengî ne:
• Sila Mesquita (Seroka gelê Apuriña, Koordînatorê GTA–Tora Xebatê ya Amazonê)
• Heloísa Helena (Tora Domdariyê ya Brezîlya)
• Francisca Fernández (Tevgera Av û Axê-MAT, Şîlî)
• Valeria Becerra (Rêxistina Mapuçe Yaguel Lavkenche, Şîlî)
Encama ku di nîqaşên hevbeş de derketin bi vî rengî ye:
“Di nava modela talankirina gerdûnî de derketineke ekolojîk tune ye. Rakirina rûpoşa domdariyê ya mêtîngeriyê, xweza û jiyanê dubare dayîna destê gelan e.”
Di van civînan de bangewaziya yekitiya jin, gundî, gelên xwecihî, karker û hemû civakan hate kirin.
Encam: Parastina Jiyanê, Ji Nû ve Avakirina Cîhanê ye
Van civînên pêşîn, destpêka Lûtkeya Gelan nîşan dide. Lûtkeya ku di 12 Mijdarê de destpê kir, nûnerên gelên xwecihî yên ji çar aliyên cîhanê anî cem hev.
Lûtkeya Gelan, ne çalakiyeke paralel a COP30 e; ew çalakiyeke rûmetê ye.
Ev lûtke îlan dike ku yên ku jiyanê tunekirin, nikarin berpirsiyariya parastina wê bigirin ser xwe.
SIBE: BER BI KOMBÛNA GELAN VE!

