Şemî, 10 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji êşkenceyê gardiyanan derbasî êşkenceya tecrîdê bû!
Rojane

Ji êşkenceyê gardiyanan derbasî êşkenceya tecrîdê bû!

Serdal Bozkûrt da xuyakirin ku birayê wî Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê ji êşkenceya gardiyanan rizgar bû, vê carê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlû Karatepeyê rastî êşkenceya tecrîdê hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ferzkirina tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk ên di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de veguheriye mekanîzmaya êşkenceyê. Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin û gelek caran rastî êrîşa gardiyanan hatibû, li ser hewldanên malbatê, parêzer û wekîlên DEM Partiyê, Bozkurt sewqî Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepe hat kirin. Hat hînbûn ku girtî Abdulkadîr Bozkurt li girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepe bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye. Birayê Abdulkadîr Bozkûrt Serdal Bozkurt ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku birayê wî yê ji êşkenceya gardiyanan rizgar bû, niha bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye.

Serdal Bozkurt anî ziman ku birayê wî Abdulkadîr Bozkurt li girtîgeha Tekîrdagê du caran rastî êrîşê gardiyanan hatiye û got: “Wî xistibûn hucreyekî mîna qefesa çivîkan û gefa kuştinê lê hatibû xwarin. Bozkurt li malbatê geriya û got ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnasê girtîgehê gefa mirinê lê xwarine û li pêşberî kamerayan li wî xistine. Piştî vê axaftina bi telefonê me gelek caran daxwazname ji Wezareta Edaletê re şandibû. Me xwest wî li cihek ewle li girtîgehek nêzî malbatê bê bicih kirin. Lê ew şandin girtîgeha Çorlu ya Kartepeyê ku şert û mercên wê yên tecrîdê girantir e.”

Serdal Bozkurt diyar kir ku birayê wî beriya 15-20 rojan sewqî Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepeyê hatiye kirin û wiha domdan: “Rewşa psîkolojîk a birayê min ji ber êrîş û zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê xerab bû. Herî dawî dema ez çûm serdana wî, careke din ji aliyê gardiyanan ve hatibû derbkirin. Daxwaza wî ya ji bo rapora êrîşê ji xwe dereng ketibû. Dema min ew dît, hê jî li ser laşê wî morbûn hebûn û rewşa wî ne baş bû. Piştî sewqî girtîgeha Çorlu ya Karatepe hat kirin, şert û mercên tecrîdê yê li girtîgehê rewşa derûniya wî girantir kir. Herî dawî psîkologê Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Karatepeyê piştî hevdîtina ligel birayê min daxwaza sewqkirina wî ji bo nexweşxanê kiribû. Lê ev du hefte ne tu gav nehatine avêtin.”

BAVÊ MIN YÊ JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E EV 8 SAL IN NIKARE BIRAYÊ MIN BIBÎNE!

Bozkurt da zanîn ku  bavê wî yê ji sedî 94 astengdare ji ber girtîgeh dûre 8 sal in nikare birayê wî bibîne û destnîşan kir ku li vir ne tenê birayê wî her wiha malbat jî rastî zilmek mezin tên. Bozkur da xuyakirin ku birayê wî herî dawî bi telefonê bi xwişka xwe re axiviye û diyar kir ku şert û mercên li girtîgeha Karatepeyê hê girantir in û wiha domdan: “Birayê min di hucreyeke tecrîdê ya 6 metreçargoşeyî de tê ragirtin. Rojê 1,5 saetan ji bo hewayê tê derxistin, lê rûyê mirovan nabîne. Qada civakî nîne, tiştek nîne. Jixwe destên me girêdayî ne, her hefte em nikarin biçin. Dema ku min xwest birayê min bibin girtîgeheke nêzî me, min rapora astengdariyê ya bavê xwe jî ji Wezareta Edaletê re şand. Lê li ber çavan nehat girtin.

JI BIRAYÊ MIN TOLÊ DIGIRIN

Ez êdî difikirim ku li dijî birayê min pêkanîneke taybet dimeşînin. Li Tekîrdagê tê derbkirin û tehdîtkirin û li Karatepeyê tê tecrîdkirin. Bi awayekî eşkere tol tê hilanîn. Ji ber ku niha psîkolojiya wî ne baş e, em ji ber ewlekariya wî bi fikar in. Girtiyekî nexweş hê nû li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û ez naxwazim birayê min jî heman tiştî bijî. Min li ser vê mijarê careke din ji Wezareta Edaletê re nivîsî, lê min ti carî bersiv negirt. Ji ber rewşa wî ya psîkolojîk ez dixwazim birayê min tavilê ji hucreya yekkesî bê derxistin û sewqî girtîgeheke li Rihayê ku em lêne bê kirin. “

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tedawiya Nergîs Muhammedî tê astengkirin
Nûçeya Pişt re Hunermend li hev civiyan: Li dijî sansurê pêdivî bi têkoşînek hevpar heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji QSD’ê li Kampa Holê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li rojavayê Dêrazorê mayin teqiya: 2 jê zarok 3 kes mirin

Li bejahiya rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna wesayîtekê de mayin teqiya û 2 jê zarok…

Ji aliyê Stêrk TV

Konfederasyona Rêxistin û Tevgera Civaka Demokratîk li dijî êrîşan banga çalakiyan kir

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?