Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 girtî piştî 31 salan hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aferîn Mohajer 44 roj in li Girtîgeha Evînê ragirtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di balafira kargoyê de ya kete xwarê 20 leşker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê: ‘Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare demokratîk be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji girtiyên PKK û PJAK’ê peyama 15’ê Tebaxê
Kurdistan

Ji girtiyên PKK û PJAK’ê peyama 15’ê Tebaxê

Girtiyên PKK û PJAK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û ev bang kirin, “Em ê li ser şopa hevrê Egîd bimeşin û pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serketinê tacîdar bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li ser navê girtiyên PKK û PJAK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê veguheriye agirê azadiyê ku Kurdistan û Tirkiyeyê di nava xwe de digire û ji kûr ve bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Peyama girtiyan ya 15’ê Tebaxê wiha ye:

“Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku mîlada gelê Kurd e di serî de li Rêber Apo û hemû şehîdên xwe yên qehreman, gelê me yê welatparêz û gelên bindest ên cîhanê pîroz dikin. Di şexsê hevrê Egîd de ku fermandarê nemir ê pêngava mezin a dîrokî ye, hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Pêngava şoreşgerî ya gerîla ku li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê pêş ket, 15’ê Tebaxa 1984’an bi çalakiyên gerîla yên li Eruh û Şemzînanê destpê kir. Çirûska azadiyê ku li Eruh û Şemzînanê pê ket, tevî hemû zehmetî û astengiyan jî pêş ket, mezin bû û îro veguheriye agirê azadiyê ku Kurdistan û Tirkiyeyê di nava xwe de digire û ji kûr ve bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Ger ev pêngava qehremanî ku Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an gihand çiya û gerîlayan, nebûya wê îro li ser navê Kurdbûn û Kurdistanê tîştekî nedima. Wê zext û zilma faşîst, dagirkerî, qirkirin, pasîfîzm, teslîmiyet, hevkarî û xiyanet her derê dorpêç kiriba. Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku bi çirûska azadiyê destpê kir û têkoşîna bi qehremanî ku li ser vê bingehê pêk ket, ev hemû guherand.

Ruhê azadiyê, hişmendî, îrade, wêrekî, fedakarî, rêxistinbûn û çalakiya ku Rêber Apo afirand, li ser vê bingehê pêş ket. Heqîqeta Rêbertî û şehîdan, partîbûyîn û gerîlabûyîn ku destkeftiyên herî mezin in, li ser vê bingehê çêbû. Gelê me û xaka Kurdistanê gihişt hêza xweparastinê ku xwe diparêze û tolê ji dijmin radike. Êdî gelê me û bi deh hezaran fedayiyên ku xaka xwe diparêzin, li çiyayên Kurdistanê rê nadin teslîmiyet û xiyanetê.

Em bi berxwedana mezin a hemû gelê xwe yê welatparêz, hêzên gerîla yên fedayî ku bi qehremanî li ber xwe didin û polîtîkaya dagirkeriyê têk dibin û bi taybet dayikên me yên fedakar û berxwedêr ku faşîzm teslîmiyetê ferz dike û ew li pêşiya zindanan çalakî dikin, dikevin sala 40’emîn a Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê.

Weke tevger û gel di serî de li zindanan ku di dîroka têkoşîna me de her tim qada berxwedanê ye, li Kurdistan û li her derê cîhanê bi têkoşîn, çoş û rêxistineke bêhtir dikevin sala 40’emîn.

Bêguman Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla ya 15’ê Tebaxê bi qasî ku ji bo Kurdan tevgera ronakbirî û azadiyê ye, di heman demê de ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî tevgera ronakbirî û demokratîkbûnê bû.

Têkoşîna ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê pêş ket, îro ji aliyê gerîlayên Kurd ên fedayî ku xwe li ser Xeta Modernîteya Demokratîk nû kiriye, tevî hemû êrîşên bêhiqûq û bêexlaq jî rê nade faşîzmê û bi xeta qehremaniyê azadiya Kurd diparêze. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û Serkeftinê îro li Zap û Metînayê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her çar aliyê Bakurê Kurdistanê bi berxwedana fedayî ku pêş xistiye, zindî dihêle.

Guleyên ku di 15’ê Tebaxê de hatin avêtin, guleyên li dijî koletiyê ne ku ji bo Kurdan rewa hatiye dîtin. Çawa ku înkarkirina rojê ne pêkan e, êdî înkarkirina gelê me jî ne pêkan e. Êdî dema azadiyê ye, dema avakirina jiyana azad e, dema wê ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bavêjin çopa dîrokê.

Eşkere tê dîtin ku ev têkoşîna dîrokî ku li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilît bûye, di sala 40’emîn a pêngavê de bêhtir bi hêz bibe û ber bi serkeftinê ve biçe. Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk asteke navneteweyî qezenç dike û mezin dibe. Ev pêngav ji dost, dijmin û her kesî re nîşan daye ku ruhê 15’ê Tebaxê hîna weke roja ewil dewam dike. Pêngava azadiyê ji pêngava Vejînê ne serbixwe ye, berovajî berdewamiya pêngava Vejînê ye. Lewma divê xwedî li pêngavê derkevin, mezin bikin û bidin Egîdê demê. Li pey şopa Fermandarê Mezin Egîd bimeşin, pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di vê wateyê de em zêdetirî deh hezar girtiyên PAJK û PKK’yî, li ser bingehê ruhê berxwedanê yê hevrê Mazlum û Kemal, evîna azadiyê ya Zîlan û Berîtanan û xeta vejîn û rizgariyê yê hevrê Egîd ji her demê bêhtir xwedî li kevneşopiya xwe ya têkoşînê derkevin, di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de soza xwe dubare dikin ku bibin layiqî Rêber Apo û şehîdên xwe yên qehreman. Em bang li her kesî dikin ku Berxwedana Îmraliyê rast fêm bikin, ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin, Pêngava Azadiyê ya Kûrewî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike, di Xeta Ruhê 15’ê Tebaxê û Serkeftinê pêş bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 17 qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Serokwezîrê Taylandê ji wezîfeya xwe hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hate îmhakirin

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyonê civîna 7’emîn pêk anî: Divê pêvajo şefaf be

Serokên berê yên meclîsê di civîna 7’emîn a Komîsyona Meclîsê de têkildarî pêvajoyê nêrînên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Vîetnamê lehî: 10 kes mirin, zêdeyî 128 hezar mal di bin lehiyê de man

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Federasyona Gaziyan: Rizgarkirina Şengal a Nûranî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hevdîtinên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan-Efganistanê bi ser neketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?