Îlon…
Demsala xemîniyê…
Bi navê xwe yê din payîz…
Ka me yê tiştên di zarokatiyê de windakirî parve bikira û ber bi wan ve bibeziya. Me yê destê xwe bigihandibûya wê masûmiyetê ku dihate xwestin, bê windakirin.
Ka bîranîn hebûn…
Bi hatina payîzê re me yê xwe li van bîranînên nîvcomayî bigirta…
Hîn pel nû zer dibûn…
Te gotibû, ‘Bi vê mehê re demsala xemgîniyê destpê dike’. Niha demsal payîz e; pelê daran, çilo yek bi yek ji daran diweşin. Îlon di nava tarîtiyê de bi tenê ye…
Xewn û xeyalên ku te mehên biharê dikir, darên bihîvan ji bo silavê bidin bê sebir disekinin di navbera mirin û jiyanê de.
Bi hêrs, lezgînî, daxwaz û enerjiya xwe ya bêdawî, di binê barê giran ê bi salan, bêyî ku guh bide dem û cih, ji bo nivîsandina çîrokên nû tu bi rê ket.
Bi makîneyeke wêneyan tu ji nava çiyayan, ji nava kulîlk û çivîkan derbas dibû. Wêneyê dîmenê li ber çavan diket bi rengekî azad dikişîne. Li ber kulîlkên rengîn, li ber bêdengiya çiyê, li ber rêwîtiya giran a kîsoyan, li ber jehra mar, li ber çîrokên nebatan, li ber guliyên daran ên bêyî dema xwe hişk dibin tu di ber şivanan re derbas dibe.
Li rê û kerwanên li taldeyan temaşe dike. Hêza xwezayê hîs dike û bi jinûve keşfkirina hesta xwebûnê dimeşe. Ji rêya jêrîn bang li hevrêyên xwe dike, zane ku di dema vedana kulîlkan a daristanê de wê vegerin. Xwe dispêre baweriya bi jinûve şînbûna hêviyê.
Dema ku ji kûrahiya hevrêtiyê lê dinihêrî, di bin darên bihîvê de bi te re em mîna bedenekê bûn. Dema ku mûcîzeya xwezayê, afirîneriya xakê nîşanî hev didan, bîranîn di gotinan de dibûn sir. Li ber siya çeman, li her nuqteyeke ku me bi kedê xak berhemdar kir, te şitlek çand. Êş û xewnên daristanên şewitî me di çala di nava çavên xwe de çand. Rêya her çûyînekê heye, em ji wan bûn ku diçûn û venedigeriyan. Ji ber ku xemgîniya yên diçin û venagerin di demsala koçberiyê demsala payîzê de hîn bêhtir deng vedide. Her cara ku payîz tê, ji pelên ruhê de çilo diweşin li nava dilê te.
Rê ji bo afirandina xewn û xeyalên nû ye; mîna daristaneke ji hezar salî ya bi kok û kûr rê li pey xwe dihêle û diçe. Eger zimanê çiyê hebûya û biaxiviya wê çi bigota û çi negota.
Baran bariya, berf bariya lê belê şopa te ya li daristanê winda nebû. Rabirdûya me di nava xweliyên te de ma. Niha em berê xwe bidin ku derê ew der mîna cihekî sirgûnê yê talde ye. Ji xaka dagirkirî em bi te re dimeşin. Em birîna hemû şerên jê reviyan e hildigirin.
Û niha li ser rêya koçberiyê ne, bênasname… Dîroka me ji nû ve tê nivîsandin, di çavên te de. Cara dawî ku navê xwe li çiyayên me dineqişîne.
Ji tiliyên xwe yên zirav tu hechecokan emanetî zarokatiya xwe dike. Û em koç dikin. Bi xewna xwe ya penaberiyê tu dibe bi hezaran xewn. Dema ku xwe li hembêza Dîcleyê digire tu navê xwe li dîrokeke dem lê sekiniye dike.
Û niha tu li Hênê çalakiyeke bêdem, bahozek e; li Licê pinpinîkeke windabûyî ye, li Rojava ewrekî wêneyan e.
Te herî zêde ji wan hez kir ku dilê xwe hevrê bû ji çiyê re, li Ko Şpî.
Bi hezaran dirûşm ji kûrahiya dîrokê bilind dibin.
Tu bahozeke ku nasekine,
Li Geliyê Şeytan tu daristaneke hezar salî ye ku bi kulîlên dara bihîvan bi cih bûye.
Ji deverên ku zarokatiya te lê derbas bû, derbas dibim û careke din li pêşberî te winda dikim. Birînên xwe bi merhema azadiyê dipêçim, ji bo karibim rêwîtiya xwe dewam bikim.
Ji ber ku ew çîrok neqediya, dewam dike, wê dewam bike…