Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên ku di kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de hate hilbijartin kongre li Êzidiyan hemûyan û di şexsê Dijwar Feqîr de li şehîdên Şengalê pîroz kir.
Azad Hisên diyar kir, gelek aliyên siyasî, rewşenbîr, dayîk, jin û ciwan di kongreyê de amadebûn û wiha axivî: ‘‘Di kongreye de gelek nîqaş li ser kar û xebatên siberojê werin meşandin, hatin kirin. Di kongreyê de rêzikname hate xwendin û hilbijartin jî çêbû. Ji Meclîsa Avaker heya niha hemû endamên Rêveberiya Xweser ên ev 11 sal in ked didin, yek bi yek silav dikim.”
‘DERIYÊ ME JI BO HER KESÊN KU DIXWAZIN XIZMETÊ JI CIVAKÊ RE BIKIN VEKIRIYE’
Azad Hisên da zanîn ku di rewşeke wisa awarte de li dar xistina kongreyê ji ber pêwîstiya bi guherînê bûye û wiha pêde çû: ‘‘Helbet zehmetiyên bar rakirinê wê dê hebin, dê kêmahî, başî û serkeftinên wê jî hebin. Di serdemeke wisa awarte de li dar xistina kongreyê gelekî girîn bû û pêwîstî bi guhertinên mezin heye. Em li Rojhilata Navîn dijîn, di nava şer de nebin jî, lê ji ber em li coxrafyayeke stratejîk cih digirin, ev şer me jî bandor dike. Ji ber vêya divê beriya her tiştî civaka Êzidî yekîtiya xwe çêbike, tifaqa xwe pêk bîne û dostên xwe zêde bike. Deriyê me ji her kesên ku xizmetê ji civaka me re bike vekiriye û amade ne bi hevre xizmetê bikin.’’
‘EM DIXWAZIN DI ÇARÇOVEYA QANÛNÊN HEYÎ DE XIZMETA CIVAKÊ BIKIN’
Azad Hisên ji bo hêzên parastinê yên Şengalê jî da zanîn pêwîstiya wan bi tu hêzeke derve nîne û got, ‘Werin wan biparêzin, keç û xortên Êzidiyan dikarin Şengalê biparêzin.”
‘EM DIXWAZIN DI ÇARÇOVEYA YASAYÊN HEYÎ DE XWE BI RÊVE BIBIN’
Azad Hisên, peyamek da Iraqê jî û got ew dixwazin weke Meclîsa Gel a Şengalê di çarçoveya yasayên heyî yên Iraqê de xwe bi rê ve bibin û bi awayeke hevbeş xizmetê ji Şengalê re bikin.
Azad Hisên, di dawiya axaftina xwe de xwest kongre bibe wesîleya ‘Serkeftina Êzidxanê’ û got: ‘‘Hêvî dikim kongre bibe wesîleya serkeftina Êzidxanê, hemû gelên li Şengalê bê ferq û cûdahî bijîn. Hêviya min heye wê serkeftinê bi xwe re bîne.’’

