Komîte, cara ewil di sala 1947’an serdema McCarthy de di salên ku hikûmetê zext li muxalefetê dikir de hatibû avakirin.
Ev pêngava ku kesên weke Judy Garland, Humphrey Bogart û Frank Sinatra jî di nav de cih digirin, li hemberî ‘’nêçîra ecûzpîran’’ a wê serdemê derketibû.
Roja îroyîn heman bang, di pêşengtiya Jane Fonda de ji bo domandina mîrateya bavê xwe Henry Fonda ku wî berê parastina vê yekê dikir, di rojevê de ye.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Ev komîte, ne gaveke hişyariyê ye, destpêka têkoşînekê ye ku dikare were domandin. Zextên hikûmetê vegeriyane, em jî ji bo parastina mafên xwe yekîtiya xwe ava dikin.’’
Ev geşedan, piştî jidûrxistina demeke kurt a komedyen Jimmy Kimmel a li ser ekranan rû da. Kimmel dema ku dubare vegiya li ser ekranan, bi gotina; ‘’hikûmeta ji bo ku neçû xweşiya serokekî komedyenekî bêdeng dike, li dijî nirxên Emerîkayê ye’’ û nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.
Jinûvesazbûna komîteyê, li hemberî Serokê DYE’yê Donald Trump û polîtîkayên bêdengkirina azadiya derbirîna aligirên wî weke yek ji berfirehtirîn pêngava Holywoodê tê dîtin.
Komîteyê, hişyarî da şîrketên çêker û saziyên çapmeniyê jî û diyar kir ku divê ew li hemberî zexta hikûmetê serî netewînin û got: ‘’Em we dibînin, dîrok we ji bîr nake. Vê têkoşînê nû dest pê kir.’’