Di daxuyaniya KCDK-E de wiha hate gotin: “Endamê KNK’ê birêz Selim Sadak ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bi dehan bedel daye, lê bêyî ku bêhêvî bibe di têkoşîna biryardar de cihê xwe girtiye û jiyana xwe ji dest daye.”
Hate ragihandin ku nûçeya wefata Selim Sadak xemeke mezin çêkiriye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Sadak di dema xwe ya li Kurdistanê de her tim di qada siyasî de bi awayekî çalak cih girtiye. Di salên parlamenteriyê de ji ber têkoşîna xwe hate binçavkirin û girtin, piştî 10 salên zindanê jî têkoşîna xwe ya biryardar domand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Selim Sadak di sala 2009’an de Şaredarê Şirnexê bû û di pêvajoya ku dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd hedef digirt de neçar ma ku biçe Ewropayê. Hate gotin ku Sadak li Ewropayê jî bi beşdarbûna gelek xebatan têkoşîna azadiyê ji bo gelê xwe domand.
KCDK-E diyar kir ku ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest daye û ew di xemeke mezin de ne. Sersaxî ji malbat, heval û gelê Kurd re xwestin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek KCDK-E sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî û gelê Kurd re dixwazin. Serê hemû gelê Kurdistanê û malbata wî sax be.”

