În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’
Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 32'emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û mirovên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Rêya rizgariya ji dîroka komkujî û qirkirinê, bidawîkirina feraseta netewe dewlet a yekperest e.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di ser Komkujiya Sêwasê re 32 sal derbas bûn ku em bi hêrs û êşeke mezin bi bîr tînin. Em vê komkujiyê careke din şermezar dikin ku bi destê hêzên nijadperest, paşverû û faşîst hate kirin û kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin. Komkujiya ku li Sêwasê hate kirin yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû. Piraniya wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û rewşenbîr ku ji bo tevlîbûna li çalakiyekê li Sêwasê bûn, li Otela Madimakê ku lê diman bi rengekî xwînxwarî hatin şewitandin. Piraniya wan hîn gelekî ciwan bûn. Hem armanc hem jî şêweyê pêkhatina vê komkujiya hovane di dil û mejiyê civaka Elewî û gelê Kurdistan û Tirkiyeyê de bû birîneke mezin.

Komkujiya Sêwasê weke komkujiyên Çorûm û Mereşê hem gel û êrîşek li dijî civaka Elewî bû, hem jî komkujiyek li hemberî mejiyê ronakbîriya demokratîk şoreşger a Tirkiyeyê bû. Bi van komkujiyan re ku berhemê zîhniyeta netewe-dewletê ya paşverû û yekperest bû, hate xwestin ku paşeroja hevpar a demokratîk azad a gelan bê tarîkirin, civak bi hev bê qirkirin, civakê bikin dijminê hev û teslîm bigire. Ev yek di hemû komkujiyên li hemberî civaka Elewî de bi şênberî hatiye dîtin. Her carê hêzên provokator û paramîlîter xistin dewrê, bi destê wan hewl dan ku dijberiyê bixin navbera mezheban û piştre jî atmosfereke êrîş û komkujiyan biafirînin. Li pişt van hemû komkujiyan dewlet bi xwe hebû. Helwesta mafdarkirin û parastina komkujeran, rola dewletê ya di nava komkujiyan de bi şênberî nîşan dide. Heman rewş di Komkujiya Sêwasê de jî hate nîşandan. Yên ku komkujî kirin bi salan hatin parastin û dawiya dawî jî mafdar hatin nîşandan.

Nêzîkatiya dewletê ya li Elewiyan û gelê Kurd weke hev e. Çawa ku di pêvajoya komarê de Kurd hatin înkarkirin, bi komkujiyan hewl hate dayin ku bêne qirkirin, înkar li ser Elewiyan jî hate ferzkirin û ji ber çand û baweriya xwe zext li wan hate kirin, komkujî û qirkirin li wan hate kirin. Heman nêzîkatî li hemberî gel û çandên din jî hate nîşandan. Gelê Kurd ku ev rastî bi kûrahî dîtiye di serî de bi Elewiyan re bi hemû gelên ku komkujî li wan hatiye kirin, empatiyeke xurt û helwesteke piştevaniyê nîşan daye.

Ev nêzîkatiay înkar, komkujî û qirkirinê ya ku li ser gelan hemûyan tê ferzkirin, xwe dispêre zîhniyeta netewe dewletê ya tekperest. Rizgariya ji vê dîroka komkujî û qirkirinê bi jiholêrakirina feraseta netewe dewletê ya tekperest dibe. Ev yek jî bi demokratîkbûna komarê dikare pêk were.

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji aliyê cewherî ve dixwaze dîroka qirkirin û komkujiyê bi dawî bike, li ser bingeha azadî û wekheviya bi hev re ya gelan jiyaneke demokratîk a bi xwişk û biratiyê ava bike. Em jî di wê baweriyê de ne ku Civaka Demokratîk wê bi tifaqên gelan û têkoşîna rêxistinbûyî pêk were û bi jiyana azad a demokratîk bikeve meriyetê ku gel bi hesreta wê ye. Bersiva me ya herî rast a li hemberî van komkujiyên li hemberî gelan, wê pêkhatina vê armanca dîrokî be. Bi vê hest û baweriyê em careke din mirovên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî
Nûçeya Pişt re Trump pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jin li Awûstûryayê meşiyan

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, jinan daxuyaniyek hevpar dan û meşiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Karê Derve yê Îranê li Şamê ye

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Arakçi û şandeya pê re vê sibehê çû Şamê.

Ji aliyê Stêrk TV

Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku fuzeyeke balîstîk a ji Îranê hate avêtin û berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?