Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya bi boneya sala nû peyamek weşand û sala nû li gelê Kurdistanê, dostên wan û hemû mirovahiyê pîroz kir. KON MED’ê ji bo sala 2025’an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad, bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê, têkoşînê bilind bikin û bi ruhê seferberîyê bi rêbazên kolektif pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi serkeftinê encamdar bikin.
KON MED’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û wiha got: “Em saleki tijî têkoşîn li pey xwe dihêlin. Di sala 2024’an de êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li hemû herêmên Kurdistanê bi taybet li Başur û Rojava bi dijwarî dewam kirin. Dewleta Tirk ku li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên şer li dijî gelê Kurd meşand, polîtîkaya xwe ya tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd û qirkirina gelê Kurd dewam kir. Bi taybetî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hiqûqa şer a navneteweyî hemû rê ceribandin, di serî de jî bikaranîna çekên kîmyewî. Lê li hemberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurd têk çû. Li hemberî van êrîşan têkoşîna gelê Kurd bi bawerî û biryardariyeke mezin berdewam kir. Dewleta Tirk a ku li ser xeyalên neo-Osmanî dijî, li pêşberî berxwedana Gerîlaya Azadiyê çi hêvî dikir, nedît. Dewleta Tirk a dagirker ku xeyalên xwe yên dagirkirina Rojava pêk neanî û li Bakur tevî hemû polîtîkayên zext, girtin û qetlîamê têk çû, li her qadê şikestineke mezin jîyan kir.”
KON MED’ê îşaret bi “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” kir û wiha got: “Gelê me yê li Elmanyayê dijî, li dijî polîtîkayên qetlîam û qirkirinê bi rêxistinbûyîna meclîsên me bersiv da van polîtîkayan. Gelê me dîsa di her qada jiyanê de bû têkoşîna mafdar a gelê Kurd. Di 10’ê Cotmeha 2023’an de li seranserê cîhanê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd” bi beşdariya rojnamevan, akademîsyen, nivîskar, bîrmend û saziyên gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd kampanya hat destpêkirin. Salên 2023 û 2024’an ku me bi ruhê berxwedanê li pey xwe hişt, salên ku li ser asta gelên cîhanê di warê têkoşîna azadiya gelê Kurd de veguherî piştgirî û xwedîderketineke mezin.
Weke KON-MED’ê di sala 2024’an de bi fedekarî û qehremaniyên mezin li dijî metîngerî û dagirkeriyê bi pêşengiya meclîs, federasyon û hemû pêkhate û sazîyên xwe ve tekoşinek bê navber tevahiya salê hate meşandin.
Em sala nû li gelê Kurdistanê û dostên xwe û hemû mirovahiyê yên ji bo azadî, wekhevî û aşitîyê têdikoşin pîroz dikin. Ji bo sala 2025’an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad, em bang li her kesî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê, têkoşînê bilind bikin û bi ruhê seferberîyê bi rêbazên kolektif pêngavê bi serkeftinê encamdar bikin.
Bi armanca ku sala 2025’an bibe sala ku li ser feraseta aştî, wekhevî û civaka demokratîk jîyaneke ekolojik û li ser esasê xeta Jina azad bigihêje lûtkeyê, sala we pîroz dikin.”