Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, civînek ji jinan re li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê li dar xist.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Xalide Botî axivî û behsa sedema ragihandina 8’ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê kir.
Xalide Botî diyar kir ku di encama têkoşîna bi hezarên jinên karker ên ji bo bidestxistina mafên xwe de 8’ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê hat ragihandin û got bi saya vê têkoşînê îro jin cihê xwe di hemû qadan de digirin.
Xalideyê bal kişand see rola têkoşer Clara Zetkin û şehîd Sakîne Censiz û da zanîn ku şoreşa jinan heta roja îro bi bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan û rihê jinên azad û kedkar dewam dike.
Xalid Botî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye û bang li hemû jinan kir ku ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk yekgirtî bin.

