Xweliyên Amûdê hîn jî germ in. Komkujiya Sînemaya Amûdê ku sala 1960’î li bajarekî biçûk ê Rojava bi sedan zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, ne tenê trajediyek bû, di heman demê de di dîroka sînemaya Kurd de bû yek ji rûpelên destpêkê yên tarî. Îro ji nava xweliyên wî agirî şewqek ji Rojava hiltê: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn di 13’ê Mijdarê de di salvegera Komkujiya Amûdê de li Qamişloyê destpê dike.
Festîval wê îsal bi têgihiştina “Çîrokên Hevpar û Sînemaya Azad” weke manîfestoya berxwedanê û hişê kolektîf bê lidarxistin.
Festîval wê li ber Sînemaya Amûdê bi merasîmeke bîranînê destpê bike. Wê rojê, sînemaya ku ji nava xweliyên 283 zarokî afirî, wê careke din jiyan bê parastin.
Teyrê Sîmir ku weke sembola festîvalê hatiye destnîşankirin, bi wateya jinûve vejîna ji nava xweliyê sînemaya Amûdê ye.
Di çarçoveya festîvalê de wê 81 fîlm 7 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Salona Sînema ya Tev-Çand Mezopotamyayê yên li Qamişloyê bêne nîşandan.
Di bernameya festîvalê de 21 dokûmanter, 7 fîlmên dirêj ên bii Kurdî, 8 fîlmên ji Sûriyeyê, 8 fîlmên dirêj ên navneteweyî û 37 fîlmên kurt hene. Fîlmên îsal bi giranî li ser mijarên berxwedan, Lêgerîna li azadiyê, koç, têkoşîna civakî ne.
Di dwiya festîvalê de wê merasîma xelatdayinê pêk were. Bi navê Sirri Sureyya Onder Xelata Mafê Mirovan û Demokrasî, Xelata Sînemaya Kedê ya Mazdek Ararat, Xelata Wêrekiya Jinê ya Azad a Menîce Haco û Xelata Sînemaya Azad a Halîl Dag wê li festîvalê bêne belavkirin. Ev xelat ne tenê serketineke hunerî her wiha sekneke polîtîk jî wê temsîl bikin.
Derhênerên jin û zimanê sînemayê yê azadîparêziya jinê ruhê festîvalê diyar dikin. Komîteya festîvalê ragihand ku jin bi rengekî çalak tevlî her qonaxa vê pêvajoyê bûne û sînema jî bi vî rengî xwedî nêrîna jinê ye. Destnîşan dikin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.
Festîval wê bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê bike ku ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye amadekirin. Fîlmê ku senaryoya wê ji aliyê rojnamevan Nazim Daştan ve ji çîrokeke rastî hate nivîsandin, ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hate hilberandin. Derhêneriya fîlm jî ji aliyê Nûman Yîgît ve hate kirin. Di festîvalê de her wiha wê dokûmantera ‘Hemo’ yekemcar bê nîşandan. Di beşa sînemaya Sûriyeyê de fîlmên demeke dirêj qedexe man û nehatin nîşandan yekemcar wê bêne nîşandan. Hin ji wan jî ev fîlm in: The Immortal Sergeant, The Translator, Ajnabi.
Li gel nîşandana fîlman wê di destîvalê de panel, hevpeyvîn, atolyeyên sînema, çalakî û merasîma xelatdayinê jî bêne lidarxistin.
Ji Koordînatorên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Diyar Hesso li ser festîvalê axivî û li ser sedema rojeva “Çîrokên Hevpar û Sînemaya Hevpar” got, “Ev yek hem daxuyaniyek e hem jî bangek e. Bi gotina, ‘Çîrokên hevpar’ me xwest hişê xwecihiyê, hişê hevpar ê gelan bigihînin hev. Ji ber ku ya li rojava diqewime çîrokên hevpar ên tevahiya herêmê û cîhanê ye. Em di nava heman êş, hêvî û berxwedanê de ne. ‘Sînemaya azad’ jî hem ji aliyê naverokê hem jî ji aliyê serxwebûna ji desthilatdariye ve seknekê nîşan dide. Sînema dema bi fikrê azad, li ber destên azad hate hilberandin digihêje wateya xwe ya rasteqîn. Ji ber vê yekê festîvala me di heman demê de vexwendinek e; Banga kombûna li dora çîrokên hevpar e.”
Li ser bernameya îsal a festîvalê jî Diyar Hesso got, “Îsal ji nava 120 serlêdanan 81 fîlm hatin hilbijartin. Di nava van de 21 dokûmanter, 7 fîlmên dirêj ên bi Kurdî, 8 fîlmên Sûriyeyê û 8 fîlmên dirêj ên navneteweyî, her wiha 37 fîlmên kurt hene. Fîlm wê 7 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Salona Sînemayê ya Mezopotamyayê ya Tev-Çand ên li Qamişloyê bêne nîşandan. Bi taybetî jî mijarên berxwedan, lêgerîna li azadiyê, koç û têkoşîna civakî îsal hatine hilbijartin.”
Têkildarî tevkariya derhênerên jin a li festîvalê jî got, “Di navenda şoreşa Rojava de azadiya jinê heye. Îsal jî ruhê festîvalê ji aliyê jinan ve hate afirandin. Bi taybetî di beşa Sînemaya Sûriyeyê de fîlmên Ozlem Erzeba, Soleen Yûsûf hene. Jin ne tenê li pişt kamerayê ne; ji komîteya festîvalê heta bi dîzayna dekor û hilbijartina fîlman di her qadê de çalak in. Ji ber vê yekê jî ruh, estetîk û zimanê festîvalê bi nêrîna azadkirinêya jinê afirî.”
Diyar Hesso anî ziman ku ew festîvala îsal di 13’ê Mijdarê, di salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê de didin destpêkirin û got, “Di sala 1960’î de 283 zarok ji ber şewata li sînemayê jiyana xwe ji dest dan. Em vê êşê ji bîr nakin, ji ber ku sînemay Rojava tam ji nava wê xweliyê ava bû. Sembola festîvalê jî Teyrê Sîmir e. Ji ber ku xweliya sînemaya wê rojê şewitî îro jinûve şîn bû. Her fîlm ji bo bîranîna wan zarokan hilmeke berxwedanê ye.”
Di dewama axaftina xwe de Diyar Hesso ragihand ku di festîvala îsal de fîlm bi du koman hatine dabeşkirin: Fîlmên tevlî pêşbirkê dibin û nîşandanên taybet û got, “Sînemaya Sûriyeyê tevlî pêşbirkê nabe; fîlmên wê weke panorama wê bêne nîşandan. Di kategoriya pêşbirkê de senaryoya herî baş wê li pênc beşên cuda yên fîlmên dirêj û xurt xelat bêne dayin.
Ji bo fîlmên kurt û dirêj pêşbirka senaryoyê bi rengekî cuda tê lidarxistin. Her wiha fîlmên Kurdî, dokûmanter û fîlmên navneteweyî jî wê di kategoriyên xwe de xelatan werbigirin. Fîlmên li derveyî pêşbirkê wê bi rengekî taybet bên nîşandan.
Di kategoriya Fîlmên Navneteweyî de wê xelatên; ‘Fîlmê herî baş’, Xelata Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Sirri Sureyya Onder, di kategoriya Fîlmên Kurdî de ji bo ‘Fîlmê Dirêj’ Xelata Sînemay Kedê ya Mazdek Ararat, di kategoriya Fîlmê Kurt de ‘Xelata Fîlmê Baş’ Xelata Wêrekê ya Jinê ya Azad a Menîce, di kategoriya Dokûmanterê de ji bo ‘Dokûmantera Herî Baş’ Xelata Sînema Azad a Halîl Dag bêne dayin.”
Diyar Hesso herî dawî jî li ser wateya sînemaya Komunal a li Rojava ev nirxandin kir: “Sînema li gorî xwezaya xwe kolektîf e. Lê belê li Rojava ev kolektîfîzm ne tenê bi şêweyê hilberînê ye, her wiha bi şêweyê piştevaniyeke civakî ye. Dema ku çîrokek derdikeve holê ew êdî ne ya şexs e, ya gel e. Hin ji fîlman qala çîrokên hevalên me yên şehîd dikin, hinek jî qala trajediyên gel dikin. Karê me ew e ku van çîrokan veguherînin keda kolektîf. Weke Komuna Fîlm a Rojava em sînemayê weke rêyek ji bo jinûve avakirina hişê gel dibînin.”

