În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji qada navneteweyî nerazîbûna li hemberî qeyûm
Rojane

Ji qada navneteweyî nerazîbûna li hemberî qeyûm

Li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurd, ji qada navneteweyî hîn jî nerazîbûn tên.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li dijî derbeya qeyûm, ji qada navneteweyî hîn jî nerazîbûn tên. Partiya Keskan a Elman, Partiya Keskan a Ewropa, Koma Sosyalîst a AKPM, Partiya Sor a Norweç, Partiya Çep a Komarparêz a Katalonya, Komîsyona Welatiyên YE-Tirkiye, Komîteya Têkîliyên Derve ya Parlamentoya Ewropa, Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê û Herêma BASK’ê, Swîsre, Spanya û gelek cihên din nerazîbûn nîşanî vê derbeya qeyûm dan.

Beşekî peyamên piştevanî û nerazîbûnan, bi vî rengî ne:

Ji Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Serok Marc Cools diyar kir ku ew ji ber desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyûrtê bi fikar e û bi bîr xist ku di Hezîrana 2024’an de jî Şaredarê Colemêrgê bi derbeya qeyûm ji wezîfe hatibû girtin.

‘TIRKIYE DIVÊ DEMILDEST VÊ ZEXTÊ BI DAWÎ BIKE’

Partiya Keskan a Ewropayê: “Hikûmeta Tirk li şûna şaredarên DEM Partiyê yên li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayîn kir. Polîs li dijî protestoyên aştiyane, mudaxileyên tund dike. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku vê zextê bi dawî bike. Mafê gelê Kurd heye ku rêveberên xwe hilbijêre.”

Parlamenterê SPD’ê yê Elmanya û Serokê Koma Sosyalîst a AKPM’ê Frank Shwabe: “Şaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin. Mafê ti hikûmetê nîne ku wan ji wezîfe bigire. Divê demildest wezîfeya wan, were îadekirin.”

‘DIVÊ YE NERAZÎBÛN NÎŞAN BIDE’

Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê û Endamê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor: “Piştî Esenyûrtê niha dora Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ye. Îdîa çi dibin bila bibin, hikûmetê îradeya gel xesp kiriye, divê YE bi eşkere nerazîbûn nîşanî vê yekê bide.”

Ji Partiya Sor a Norweçê Hege Bae Nyholt ev pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Norweçê Espen Barth Eide kir: “Di Adara 2024’an de li Tirkiyeyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin. Partiyên Kurd ên li herêmê di hilbijartinê de bi ser ketin. Rayedarên Tirkiyeyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê û li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şaredar ji wezîfe girtin û qeyûm li şûna wan tayîn kir. Rayedaran îdîa kir ku têkîliya van kesan bi PKK’ê re heye, lê belê DEM û CHP’ê ev weke êrîşeke li dijî demokrasiyê şermezar kir. Ev ne mînakek destpêkê ye ku rayedarên Tirk nûnerên Partiyên Kurd ên bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin, ji wezîfe digire û diavêje hepsê. Gelo hikûmeta Norweçê wê van qeyûmên ku dibin sedemê lewazbûna demokrasiyê, protesto bikin?”

Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê jî diyar kir ku ew ji ber geşedanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê bi fikar in û got: “Hikûmet îradeya gel lewaz dike. Em bi DEM Partiyê re di nava piştevaniyê de ne; em bang dikin ku rêveberên xwecihî yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dîsa bên ser wezîfeya xwe.”

Komîsyona Welatiyên YE-Tirkiyeyê bal kişand ser derbeya qeyûm a ku piştî hilbijartinên xwecihî, tên kirin û got: “Di serî de Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropa û saziyên Ewropayê li hemberî vê rewşê deng dernaxînin û pêkanînê li ser Tirkiyeyê ferz nakin. Ev yek tê wateya piştgiriya ji polîtîkaya dijberî Kurd û antîdemokratîk re. Teqez ev nayê qebûlkirin. Di çarçoveya demokrasî, hiqûq û rêzdariya ji bo îradeya hilbijêran de divê bersiv û pêkanînên zelal bên ferzkirin.”

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ BÊDENGIYA ROJAVA

Sendîkaya Herêma Baskê LAB derbeya qeyûm a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hatî kirin, şermezar kir û destnîşan kir ku qeyûm mafê siyasî û sivîl ê gelê Kurd binpê dike. LAB’ê ragihand ku Tirkiye ji ber standartên cot ên Rojava bêceza dimîne û got: “Weke Sendîkaya LAB a li Baskê em tiştên li Kurdistanê diqewimin şermezar dikin û daxwaz dikin ku Tirkiye rêz nîşanî îradeya gelê Kurd bide. Dem hatiye ku civaka navneteweyî ji bo çareseriyeke demokratîk a têkildarî meseleya Kurd, bi hemû derfetên xwe mudaxile bike.”

Ji Konseya Neteweyî ya Swîsreyê Parlamenter Fabîan Molîna (Sosyal Demokrat): “Derbeya qeyûm a li ser şaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, li dijî demokrasiyê derbeyeke cidî ye û ev yek Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihê yên Ewropayê jî binpê dike. Mafê gelê Tirkiyeyê heye ku lîderên xwe yên siyasî hilbijêre.”

Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentoya Hambûrgê Cansû Ozdemîr: “Rejîma Enqereyê êrîşek din jî li hemberî demokrasiya xwecihî, pêk anî! AKP li bajarên Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hevşaredarên hatine hilbijartin ji wezîfe digire û li şûna wan emîrên xwe tayîn dike.”

Ji Partiya Çep a Swîsreyê Lotta J Fornarve jî derbeya qeyûm a li ser şaredariyên DEM Partiyê şermezar kir û bang kir ku rêz nîşanî îradeya gel û demokrasiyê bê dayîn. Fornarve diyar kir ku ew bi gelê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê re di nava piştevaniyê de ne.

‘HILBIJÊRÊN KURD BERDIN!’

Dîrektora HRW Tirkiyeyê Emma Sinclair bilêv kir ku hikûmeta Erdogan 3 şaredarên din ên Kurd ji wezîfe girt û got: “Hevserokê Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi hincetên siyasî û nerewa hatibûn girtin, ev derbe jî di salvegera 8’emîn a girtina wan de pêk hat. Niha wan berdin, biryarên DMME’yê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê QSD’ê Agir hate veşartin
Nûçeya Pişt re ÎSÎG: Meha Cotmehê 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de tecrûbeyên komunan

Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de dîroka komunan e. Ji roja destpêkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya

Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê pevçûn: 3 kes mirin

Li Mêrdînê di navbera du malbatan de bi çekan pevçûn derket û di encamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Berhem Salih bi awayekî fermî wek Serokê UNHCR’ê dest bi erka xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara koçberên ku ji ser Deryaya Manşê re gihîştine Îngilîstanê di asta rekorê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?