Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Qibrisê heta bi Efrînê heman stratejî: Mêtingerî
Rojane

Ji Qibrisê heta bi Efrînê heman stratejî: Mêtingerî

Aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan got, "Tirkiye çawa ku li Qibrisê kir, li Sûriyeyê jî hewl dide bi rêya hevkarên xwe yên xwecihî xwe mafdar nîşan bide. Lê belê yê ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike Tirkiye bi xwe ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Dadgeha Gelan a Rojava ku ji aliyê Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) ve di 5-6’ê Sibatê de li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin û dewleta Tirk hate darizandin. Yek ji raporên pisporan ên herî girîng ku pêşkêşî dadgehê hate kirin, ji aliyê aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan ve hate amadekirin. Di raporê de sûcên li Efrînê yên di navbera salên 2018-2024’an hatin belgekirin. Karahan li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya sala 1974’an a li Qibrisê û dagirkirina Efrînê axivî ku dişibin hev.

Oz Karahan anî ziman ku li Dadgeha Gelan a Rojava mêtingeriya bi bicihkirina mirovan a li Efrînê, guhertina nifûsê û polîtîkayên koçberiyê yên ji neçarî hatin nirxandin û got, “Di rapora pisporî de ya ku me ji bo vê dadgehê amade kir, me nîşan da ku pêvajoya dagirkeriyê ya ku sala 2018’an destpê kir û polîtîkayên mêtingeriya bi rêya bicihkirina mirovan a li Qibrisê ya piştî dagirkeriya sala 1974’an dişibin hev. Tirkiye ji bo demografiya herêmên dagirkirî biguherîne endezyariya nifûsê dike. Li Efrînê gelê xwecihî bi zorê koçber dike û li şûna wan jî malbatên ji komên etnîkî yên cuda, Tirkmen û Ereb ên dilsozê Tirkiyeyê ne, bi cih dike. Rê û rêbazên mêtingeriya bi rêya bicihkirina mirovan ên bi rengê jêbirina nasnameya çandî, guhertina mufredata perwedeyê, talankirina çavkaniyên aboriyê û mayindekirina hebûna leşkerî li vê derê xistin dewrê.”

Karahan destnîşan kir ku dewleta Tirk li Efrînê û herêmên din ên dagir kiriye sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike û diyar kir ku ev sûc li gorî hiqûqa navneteweyî divê bêne darizandin.

‘DADGEHÊN GELAN JI BO TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ YA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E’

Di dewama axaftina xwe de Karahan anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan a li herêmên dagirkirî divê di çaroveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bêne nirxandin û têkoşîna hiqûqî û siyasî jî li ser esasê zanekirinê bi rengekî pêngavî bê meşandin. Karahan got, “Divê raya giştî ya navneteweyî piştgiriyê bide têkoşîna siyasî û hiqûqî. Lewma Dadgeha Gelan a Rojava xwedî girîngiyeke mezin e. Dadgehên gel ji bo gelên ku nikarin xwe bigihînin pêvajoyên darizandinê yên fermî, ji salên 1970’î û vir ve bûye mekanîzmayeke girîng ku tê bikaranîn Delîlên li vê derê têne pêşkêşkirin, şahid û raporên têne amadekirin ji bo dozên navneteweyî yên paşerojê wê zemîneke hiqûqî ava bikin.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE BI RÊYA HEVKARÊN XWE YÊN XWECIHÎ XWE MAFDAR NÎŞAN BIDE’

Karahan got, dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî bi rêya komên hevkarên xwe yên herêmî binixumîne û bi bîr xist ku ev stratejî di dema dagirkirina Qibrisê de jî hate bicihanîn. Karahan got, “Tirkiye mîna ku li Qibrisê kir li herêmên dagir kiriye rêveberiyên sexte ava dike û hewl dide ji hiqûqa navneteweyî bireve. Piştî sala 1974’an li Qibrisê rêxistiniyek bi navê ‘Komara Tirk a Bakurê Qibrisê’ ava kir û hewl da berpirsyariya sûcên xwe bixe stuyê vê rêxistiniyê.

Em heman taktîkê li Efrînê jî dibînin. Rêveberiya ku bi destê hevkarên xwe yên li Efrînê ava kiriye dide pêş, îdîa dike ku di sûcên têne kirin de berpirsyariya xwe nîne. Lê belê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di dozên Qibrisê de biryarên girîng da ku ev argumana Tirkiyeyê rizand.

Di sala 2018’an de dozên ku Efrîniyan li DMME’yê dan destpêkirin bi hinceta ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi temamî nehatine bikaranîn hatibû redkirin. Lê belê biryarên mînak ên li Qibrisê dikarin bêne şopandin û dozên nû bêne destpêkirin. Ji ber ku rêveberiya sexte ya ku Tirkiyeyê li Efrînê ava kir, bi temamî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye mekanîzmayeke ku sûc dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû
Nûçeya Pişt re Heyeta Îmraliyê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Senatoyê pêşî li Trump vekir: Daxwaza kêmkirina erkê nehate qebûlkirin

Li Senatoya DYE'yê komargeran pêşnûmeya ku li ser Serokê DYE'yê Donald Trump ferz dike ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirov a Hanayê ve hatine weşandin, hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelbûyîna bi çand û hunerê -II

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî tinebûna çand û hunera Kurd weke ronahiyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?