În, 16 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bilikî: Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besta Botan: PKK’bûyîn wê ji bo me timî serbilindî û rûmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû
Kurdistan

HPG: Hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla Hêvî Şerzan Koçer di meha Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“5’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû. Hevrêyê me Hêvî hemû hebûna xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê me kiriye û li ser vê rêyê bûye xwedî tevlîbûneke fedakar û bêteredut. Şehadeta hevrêyê me, em pir êşandine. Hevrêya me Hêvî di tevahiya jiyana xwe de timî ji bo armancên pîroz û hestên bedew têkoşiyaye. Em soz didin ku vê armanc û xeyalên hevrê Hêvî pêk bînin.

Hevrêya me Hêvî weke endameke malbatek koçer timî xwe ayîdê çiyayan dîtiye. Ev çiya veguherandine warê jiyana azad û timî heyranê gerîla bû. Lewma dema roja wê hat bêyî teredut bi kelecan û coşeke bêhempa hat çiyayan. Taybetmendiyên xwe yên xwezayî, sade û koçeriyê bi felsefeya Apoyî re kir yek û di kesayeta xwe de pêşketineke dîrokî ava kir. Hevrêya me bû yek ji mînakên herî şênber a jina ku hingî têdikoşe azad dibe. Hevrêya me Hêvî armanc kir ku pîvanên jiyana azad a partiya me PKK – PAJK’ê di kesayeta xwe temsîl bike û bibe xwedî jiyaneke li gorî vê armancê. Di vî warî de bi ked, hewldan û tevlîbûna xwe ya samîmî bû milîtanek Apoyî ya mînak. Hevrêya me Hêvî bû xwedî tevlîbûneke ku li her çar aliyên Kurdistanê azadiya gelê me dixwaze û bi pratîka xwe ya li gorî vê yekê cewher û gotina xwe kir yek. Zincîrên koletiyê yên jina Kurd şikand û di asta neteweyî de bû şervanek azadiyê.

Di serî de malbata wê ya hêja ku zarokeke paqij, dirûst û fedekar a mîna hevrê Hêvî mezin kirin, em ji hemû eşîra Didêrî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe car din dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bênavber bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Hêvî Şerzan Koçer bi vî rengî ne:

Nasnav: Hêvî Şerzan Koçer
Nav û Paşnav: Şîlan Çetînkaya
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik – Bav: Leyla – Mehmet Halîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Çileya 2025’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Eşîra Didêrî yek ji eşîrên bi kok a Kurdistanê ye, kevneşopiya koçeriyê ya ku rewşa herî xwezayî û sade ya çanda Kurd temsîl dike heta roja me ya îro aniye û ji bo parastina nasnameya cewherî ya gelê me, rolekî girîng lîstiye. Ji bo ku zimanê Kurdî û çanda qedîm xirab nebe û ji nifşan bigihije nifşan û ji bo têkoşîna hebûnê ya gelê me, bûye zemînekî rewa. Lewma bi keda xwe cihê xwe yê binirx di dîroka me ya gel de girtiye. Dema ku têkoşîna me ji Botanê belavî hemû çiyayên Kurdistanê bû, gerîla destpêkê bi eşîra Didêrî re ket nava peywendiyan. Eşîra Didêrî bi hemû samîmiyet û germahiya xwe xwedî li gerîlayên azadiyê derket û ji bo ku gerîla çeperên stratejîk bi dest bixin, kedeke girîng daye. Gerîla ji bo azadiya gelê me bi fedakarî têdikoşe û nirxên cewherî yên gelê me di jiyana xwe de temsîl dikin. Ev eşîra me ya bi kok ji vê yekê bandor dibe û zarokên xwe yên herî hêja tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me dike. Eşîra me ya hêja dizane ku azadî bêyî berdêl nabe, berdêlan berçav digire û dibe yek ji nûnerên herî xurt a welatparêziya Kurdistanê. Gelek hevrê û fermandarên me yên hêja yên mîna Şehîd Dogan Zinar – Abdulselam Arslan, Şehîd Sema Koçer – Rewşen Aşkara, Şehîd Bêrîtan Koçer – Bêrîtan Çetînkaya ji nava eşîra me ya Didêrî derketin. Van hevrê û fermandarên me bi jiyan û têkoşîna xwe hem mohra xwe li têkoşîna me ya azadiyê xistin, hem jî bûn nemir û di dilê gelê me de bûn xwedî jiyaneke bêdawî.

Hevrêya me Hêvî jî di nava malbateke ji eşîra Didêrî ya xwedî kevneşopiya welatparêziyê de, li Êlihê hate dinê. Ji ber ku malbat çanda koçeriyê dide jiyîn, hevrê Hêvî jî girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Demekê li dibistanên dijmin dixwîne, tevî vê yekê jî bi saya zanebûna xwe ya Kurdîtî û welatparêziya xwe ya xurt zêde ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin bandor nabe û kesayeta xwe ya paqij û xwezayî diparêze. Di heman demê de ji ber ku li bajarekî mîna Êlihê dijî ku çanda berxwedanê lê xurt e, her tim rastî têkoşînê hat. Ji ber ku ji derdora wê ya nêz gelek kes tevlî nava refên azadiyê bûne û şehîd bûne, hevrêya me Hêvî pir bandor dibe û dikeve nava lêgerînan. Hevrêya me mîna her jineke Kurd û ciwan, zextên dijmin ên li ser Kurdistanê di her kêliyê de hîs kir û ket ferqê ku jiyaneke wiha bêwateye. Hevrêya me di wê zanabûnê de bû ku parastina nirxên mirovahiyê di nava jiyaneke ku bi xetereya qirkirin û zextên dijmin re rûbirû ye de, nepêkan e û vê yekê ti carî qebûl nekir, lêgerînên xwe kûrttir kir. Hevrêya me Hêvî her tim ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku weke çavkaniya jiyana azad pênase dike, xwe deyndar didît û li ser vê bingehê ji bo diyarkirina xeta têkoşînê zehmetî nejiya. Ji ber vê hevrêya me weke jinekê, nexwest bibe koleyê dewletê û mêrê serdest. Li ser vê bingehê mîna bi hezaran jinên ciwan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tercîha xwe ji bo jiyana azad kir.

Hevrêya me Hêvî sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê li Botanê wergirt. Hevrêya me perwerdeya ku li Botanê dîtiye, kir bingeha hemû jiyana xwe û gerîlayên ku li vir nas kiriye weke hevrêyên heqîqetê pênase kir û mînak girt. Ji bo vê jî di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de kêliyên giranbuha yên li vê derê hîs kir û ev yek kir sedema herî xurt a mezinkirina têkoşîna xwe. Piştre hevrêya me Hêvî ji bo ku xwe bi rengekî hê kûrtir perwerde bike û têkoşîna azadiyê bi xurtî bimeşîne berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê tevlî perwerdeyên akademîk bû. Hevrêya me ku di demeke kurt de bi perwerdeya wergirtî re hînê jiyana gerîlatiyê bû, bi tevlîbûna xwe ya ji dil û durust re hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me ji ber ku bi awayekî zanabûn tevlî nava refên gerîla bû, di her alî de û di her kêliyê de hewl da xwe bi pêş bixîne. Bi taybetî ji bo bicihanîna pêdiviyên pêvajoya şer a dijwar, lêhûrbûnên kûr jiya.

Piştre hevrêya me derbasî herêmên ku lê pratîk bimeşîne bû û ji bo perwerdeya ku wergirtî bi jiyanî bike, kedeke mezin raber kir. Hevrêya me bi tevlîbûn û sekna xwe ya bi coş, bi moral û jidil bandor li hevrêyên xwe yên têkoşînê kir. Weke gerîlayeke YJA Starê karî hemû erk û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih bîne. Hevrêya me ya ku fêm kir di nava refên PKK’ê de perwerde di her kêliya jiyanê de ye, bi taybetî xwest xwe di felsefeya Rêber Apo de perwerde bike û di kesayeta xwe de rêgezên rizgariya jinê temsîl bike. Bi hewldanên xwe yên di vî alî de hem ji têkoşîna xwe ya azadiyê hez kir, hem jî bi tevlîbûneke bê hesab bû milîtanek esasî yê PKK-PAJK’ê.

Hevrêya me Hêvî ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, bi fedakarî û israra xwe ya ji bo pêkanîna erk û berpirsyariyên xwe, derket pêş. Hevrêya me tevî hin zor û zehmetiyên fîzîkî jî ti carî dev ji têkoşînê berneda û her tim hewl da têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêya me bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanek ku hemû hevrêyên wê ji bo xwe mînak bigirin. Hevrêya me bi tevlîbûna xwe ya jidil, durist, xwezayî, dilnizim û hevrêtiya xwe ya xurt, di dilê hemû hevrêyên xwe de ciheke ku nayê jibîr kirin girt. Em êşa şehadeta hevrêya xwe Hêvî ku di encama qezayeke bextreş de pêk hat, bi kûrahî hîs dikin. Em soz didin ku em ê xeyalên Hevrê Hêvî yên nîvco mayî pêk bînin û bibin şopdarên wê. Em careke din di şexsê hevrêya xwe de soza mîsogerkirina azadiya Rêbertî û Kurdistanê ji bo hemû şehîdên xwe dubare dikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Soza têkoşînê û peyama dawî ya Egîd
Nûçeya Pişt re Ji Qibrisê heta bi Efrînê heman stratejî: Mêtingerî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê bi deh hezaran kes bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan

Piştî ku Newroza li Wanê qediya, bi deh hezaran kes bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan

Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024'an pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bilikî: Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?