Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser gef û îdîayên hin kesên li Başûrê Kurdistanê yên li ser civaka Êzidî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber îdîa û gotinên gefxwarinê ya hin melayên li Herêma Kurdistanê, civaka Êzidî ya li Iraqê bi zor û zehmetiyên cidî re rû bi rû ne, ev rewş li ser ewlekariya wan dibe sedema fikarên cidî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Armanc ji van îdîa û êrişên tevdanê ew e ku herêmê bêewle bikin, şer bixin nava ol û pêkhateyên etnîkî. Ev yek jî li ser jiyana bi hev re ya aştiyane ya li Iraqê gefeke cidî ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev îdîa û êriş Kurdan hemûyan temsîl nakin, planek alîgirên tundrewiyê ye ku dixwazin herêmê bêaram bikin û hate gotin, “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Şengalê ji bo parastina hindikahiyên olî bi taybetî jî Êzidiyan ên li Iraqê, ji bo misogerkirina mafên azadiya olî û jiyana hêjayî rûmeta mirovahiyê ye, işaretê bi girîngiya hevkariya hemû aliyan dike.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bal kişand ser zext û zordariya li ser Êzidiyên li kampan û got, “Ji ber dorpêça Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya li ser Êzidiyên li kampan, êşeke mezin dikişînin û li hemberî êrişên terorê yên potansiyel wan bêparastin dihêle. Ji ber vê rewşa zehmet a mirovî, pêwîstî pê heye ku Êzidiyên li kampan bêne parastin û ji bo vegera li Şengalê ya bi rengekî ewle, hikumeta Iraqê bi lez tedbîran werbigire.”
Di dewama daxuyaniyê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo dawî li gotinên nefretê û sorkirinê bê anîn, tedbîrên bi biryar werbigire û bang li her kesî hate kirin ku li hemberî van îdîayên metirsîdar bi berpirsyarî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de her wiha bang hate kirin ku deriyê sînor ê Fîşxabûrê bê vekirin û destûr ji Êzidiyan re bê dayin ku li Şengalê vegerin.
Di dawiya daxuyaniyê de careke din bang li Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li warê xwe vegerin û hate gotin, “Em di wê baweriyê de ne ku hikumeta Iraqê bi berpirsyariya parastina xelkê me yê Êzidî yê li kampan û hemû Iraqiyan rabe, ji bo misogerkirina aştî û aramiya li Iraqê van zor û zehmetiyan ji holê rake.”