Sêşem, 17 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya 15’ê Sibatê têk çû, berxwedan didome’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pencwênî: Berxwedana Rojava yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Mexmûrê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’
Jin

Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’

TJA’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê deklarasyon eşkere kir û got, “8’ê Adarê ji bo me ne tenê roja berxwedanê, roja pîrozkirina avakirina jiyana nû ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2026 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma “Em berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hate hilgirtin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Metna bi Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla Ayşegul Ayaz û ya bi Tirkî jî Sebahat Tuncelê xwend.

Deklarasyona bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” wiha ye:

“Di 8’ê Adara sala 1857’an de piştî ku li New Yorkê jinên karker ên li tekstîlê ku ji bo mafê heqdesta xwe ya wekhev li ber xwe dan hatin qetilkirin, di enternasyonala duyemîn de Roja 8’ê Adarê wek roja jinên kedkar hat îlankirin. Ji wê rojê heta îrorojê li tevahiya cîhanê ligel daxwaziya wekhev mafê jinan ê di kar de; li hember hemû newekhevî, tundî, tunnehesibandin, mêtingeriyê mafê wekhevî, azadî û aştiyê li ber xwe dan û derketin qadan. 8’ê Adarê bû dîroka ku jin daxwaza jiyaneke çawa dixwazin.

Erdnîgariya Kurdistanê her sal bi berfirehkirin û kûrkirina berxwedanê vê roja 8’ê Adarê pêşwazî dike. Di 8’ê Adara îsal de jî em ne tenê wek rojeke bîranînê her wiha wek roja xeleka berxwedanê mezintir û bi hêztir dikin. Rastiya ku jin îro pê re rû bi rû dimînin, rejîmek êrişkar a rêxistinkirî ye ku sînorên welatên takekesî derbas dike. Her çiqas ku ev rejîm hiş, beden, ked, deng û îradeya jinan hedef digire jî, bersiva jinan xetek berxwedanê ya dîrokî û gerdûnî ye ku sînorên herêmî derbas dike.

Çaryeka yekem a sedsala 21’an berê dîrokek nivîsandiye ku tê de ev xeta berxwedanê tûj bûye û nakokiyên di navbera modernîteya kapîtalîst û hêzên komunal ên demokratîk de heta radeya xwe ya herî mezin kûr bûne. Di serê sedsala 21’emîn de ku ev xeta berxwedanê her diçe dijwartir dibe û nakokiyên modernîteya kapîtalîst û hêzên demokratîk ên komunal kûrtir dibin, ji niha ve nivîsiye.

Îro ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de bangeke dîrokî ye ji bo berxwedan, hevgirtin û têkoşîna wekheviyê. Îro roj roja bilindkirina dengê bi milyonan jinên ku keda wan nayê dîtin, tacîz û tecawiza li ser wan hatî normalîzekirin, jiyana wan tê kontrolkirin, mehkûmî newekheviyê hatî kirin û her bi tundî û komkujiyan re rû bi rû mayî re û li dijî vê yekê xwe bi rêxistin kirine.

Jin hîn jî li malê, li kar, li kolanan, li Zanîngehan, li kargehan û li zeviyan bi curbecur cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Tundiya fizîkî, zexta psîkolojîk, girêdayîbûna aborî, bêewlehî û polîtîkayên bêcezatiyê mafê jinan ê jiyan, azadî û rûmetê hedef digirin. Tundiya sîstematîk ku li ser her jinekê bi tevahî tê kirin, ji hêla kesên ku armanc dikin newekheviyê ji nû ve têxin meriyetê û pergalekê ku jin tê de teslîm bibin ava bikin û bidomînin, bi berdewamî wekî amûra mutleq a pergalê di meriyetê de tê hiştin. Jixwe encamên qeydên fermî jî nîşanî me didin ku di sala 2024’an de herî kêm 394 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, bi sedan jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine û di sala 2025’an de di navbera 391 û 420 jin de hatine kuştin. Jixwe dema berê xwr didin van daneyan jî em dibînin ku jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve yên wek bav, bira, hevjîn, kur, hevjinê berê, dergistî û hwd ve tên qetilkirin. Tundiya heyî ne tenê wek qetilkirinê her wiha rastî cureyên tundiya psîkolojîk, êrişên fizîkî, tundiya tacîzê, tundiya gefxwarinê û hwd jî tên.

Dema em bala xwe didinê ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê, di heman demê de di daneyên ji çar aliyên cîhanê de jî dişibin hev nîşan didin ku tundiya li ser jinan êrişeke sîstematîk e. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê cîhanê di her 10 deqîqeyan de jinek an zarokeke keç ji aliyê zilamekî herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ev yek, careke din îspat dike ku tundiya  li ser jinan ne bûyerek tenê ye, berhema pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêran e.Armanc ew e ku jinan bi rêya newekheviya zayendî, çanda bêcezatiyê û polîtîkayên ku qadên jiyanê yên wan sînordar dikin, bifetisînin.

Feraseta pergala kapîtalîst, ku keda jinan hem wekî çavkaniyek erzan a bêdawî dibîne, bi xebitandina jinan bi mûçeyên kêmtir, mehkûmkirina wan a bi karên ne ewle, nexuyakirina karê lênêrînê û bê berdêl di bin navê ‘berpirsiyariya xwezayî’ de xwe didomîne, bi vî rengî îstismara jinan kûrtir dike û barê krîzan diavêje ser milên jinan. Ne tesaduf e ku keda jinan tekerên vê pergalê dizivirîne, lê ew ji mekanîzmayên biryardanê têne dûrxistin; ev êrişek sîstematîk e.

Em dizanin ku; newekhevî ne çarenûs e. Tunehesinban û istismarkirin ne qanûnek xwezayê ye. Em jin ji bo guhertina vê pergala komkujî û kedxwariya li ser jinan, têdikoşin. Ji bo pirsên çi bikin, çawa bijîn û ji ku dest pê bikin, em bersiv didin ku divê em ji bo azadiya xwe xwe birêxistin bikin û bi avakirina sîstema komunal a rizgariya jinan têbikoşin.

Şer ne tenê li meydanên şer tê kirin. Şer di laş, ked û jiyana jinan de tê kirin. Şerên çekdarî jinan ber bi koçberiya bi darê zorê, xizanî û bêewlehiyê ve dibin. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku 8’ê Adarê di heman demê de dengê herî xurt ê aştiyê li dijî polîtîkayên şer e.

Têkoşîna rizgariya jinan a ku îro li çaraliyê cîhanê mezin dibe, rastiyekî eşkere dike; pergala ku ji hêla mêran ve serdest e, ne tenê bi rêya zordariyê, di heman demê de bi rêya kedxwariya rêxistinkirî û torên sûc, li dijî jin, zarok û mirovahiyê di asteke herî qirêj de, sûcên dike. Me ev yek di doza Epstein de jî dît ku bedena jinan ji aliyê têkiliyên di navbera hêzên kurewî de jî hatiye bikaranîn. Ev ne tenê skandalek e; ev eşkerekirina tundiya sazûmanî ya li dijî jinan e ku ji hêla komeke kujerên kastîk e. Kujerê kastîk ku bi hezaran salan tundiya li ser jinan organîze kiriye, îro jî bi şik û şêweyên nû xwe didomîne, tundiyê wekî çekek bihêz bikar tîne da ku civakan bi rêya jinan kontrol bike.

Heman zîhniyet li Efxanistanê bi rêya qanûnan hewl dide nefesa jinan, deng û hebûna wan tune bike; li Îran û Rojhilat lêgerîna azadiyê ya jinan rastî tundiya eşkere tê; têkoşîna azadiya jinan li Rojava û Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ û çeteyên mîna wan ve ji bo talankirinê tê hedefgirtin; û li Venezuelayê, revandin li ber çavên cîhanê tên kirin. Ev yek careke din nîşanî me dike ku îradeya gel di bin gefeke mezin de ye. Yanî pergala serdest a mêran, li deverên cuda yên cîhanê, di bin maskên cuda de, tundiya xwe li dijî jinan didomîne. Lê tiştê ku li hemberî vê tarîtiyê mezin dibe ne teslîmbûn e; berxwedana jinan a li seranserê cîhanê ye. Û di vê 8’ê Adara îsal de jî em tev bi hev re di dem û pêvajoyeke girîng de deebas dibin.

Di vê çarçova kurewî de, em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi berxwedana ku li hemberî êrişên li ser Şoreşa Rojava ya Jinan bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi ruhê Yekitiya Neteweyî ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk a ku têl bi têl tê hûnandin, pêşwazî dikin. Li Rojava, rastiyeke ku bi temsîlkirina jiyaneke demokratîk û azad, deriyekî nû ji tevahiya cîhanê re vekiriye, jin hem di pêvajoya şoreşgerî de û hem jî di parastina vê şoreşê de rêya jiyaneke azad vedikin. Rojava wekî qadeke berxwedanê tê parastin ku jin ne tenê lê xwepêşandanan dikin, di heman demê de jiyanê ji nû ve ava dikin. Modela jiyana demokratîk a ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û hişmediya serdestiya mêran qebûl nake, tê hedefgirtin. Lê her êrişek, berevajî bendewariyên serdestan, berxwedanê geştor dike. Heta îradeya ku bi keziyan derdikeve holê jî vê yekê nîşan dide: berxwedana jinan carinan bîra kolektîf a civakê di sembolekê de, carinan bi peyvekê, carinan jî di bedenekî de şiyar dike.

Divê ew rihê yekitiya neteweyî ku piştî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê derketiye holê jî wekî berdewamiya dîrokî ya vê hişmendî û berxwedanê were dîtin. Ji ber ku jin pir baş dizanin; parçebûn îradeyê dişkîne, yekitî berxwedanê xurt dike. Nîşandana hevgirtinê ya vê dawiyê ne tenê reflekseke siyasî ye; ew di heman demê de rêbazeke pêwîst a parastina jiyanê ye. Me dît ku ev yekitî di dema pêşengtiya deskeftiyên jinan de digihêje wateya xwe û armanca van êrişan a bingehîn jî tunekirina paradîgmaya jinan bû. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinan bû li hemû deverên cîhanê gel rabû li ser pêyan û parastina Rojava kirin. Rojava ji bo hemû jinan jiyaneke azad pêşkêş dike û parastina vê jiyanê bûye berpirsiyariya hemû jinan.

Dema ku çandeke berxwedanê bi wêrekiya jiyana hevbeş di nav cudahiyan de were hûnandin, wê demê azadiya civakî jî tê avakirin. Tam ji ber vê yekê jî Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê cîhanê yên ku lêgerîna wan ji bo azadiyê heyî xwedî lê derketin. Vê yekê jî nîşanî me da ku şoreşa Rojava ne tenê wek piştgirî ji bilî wê, bû kirdeya şoreşê û her wiha tevgera şoreşê ya sedsala 21emîn a herî mezin û navê xwe li rûpelên dîrokê nivisî.

Lê belê zêdebûna êrişên nijadperest, netewperest û yekperest ên vê dawiyê li herêmê û cîhanê ne tenê îradeya jiyana bi hev re ya gelan, lê di heman demê de paradîgmaya neteweya demokratîk a ku azadiya jinan diparêze jî hedef girtiye. Ji ber ku ev paradîgma li dijî pergala mêrserdest û li dijî aqlê desthilatdariyê ava dike; navnîşana wekhevî, pirrengî û jiyaneke azad datîne holê. Êrişên li ser neteweya demokratîk û gotinên wek ‘biratiya gelan hilweşiya’ ango êrişên îdeolojîk û polîtîk di bingeha xwe de yên li ser jiyana ku jinan bi berxwedanê avakirine. Her wiha tirsa li hemberî modela jiyana azad e.

Em wek TJA’yê li hemberî van êrişan, li dora perspektîfa neteweya demokratîk ku hemû nasname bi îradeya xwe ya azad bi hev re dijîn, hîn xurttir dibin yek; em bi berxwedanê îradeya jiyaneke hevpar a li ser bingeha azadiya jinan diparêzin. Li ser vê axa qedîm û di vê dema ku dixwazin pirrengiya nasnameyan bi hev bê tunekirin de, bi gavên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de pêvajoyeke Aştî û Civaka Demokratîk avêt, ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo hemû civakên ku di navbera çerxa modernîteya kapîtalîst de mayî û ji bo hemû jinan wek deriyekî dîrokî ye. Em vê bangewaziyê wekî bangek ji bo veguherandina ezmûna bi berxwedanê hatî bidestxistin, ji bo hêzek damezirîner a civakek demokratîk dibînin û lê xwedî derkevin.

Em jinên ku di têkoşîna civakîbûna aştiyê de roleke pêşeng girtine ser milê xwe, em ê îro jî wekî duh li meydanan ji bo serkeftina vê pêvajoyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi civateke demokratîk ve were avakirin, em ê li qadan bin. Ji ber ku em jin dizanin ku bêyî misogerkirina azadiya jinan ti aştî namîne; û civakeke demokratîk tenê bi berxwedana rêxistinkirî ya jinan dikare bi rastî pêk were.

Tişta ku em xeyal dikin sîstemeke jiyanê ye. Ev pergal pergaleke ku jiyana bi hezaran sala ye binpêkirina jinan vediguherîne îradeyake azad, dijberên feraseta civakî tevan yek bi yek hildiweşîne.

Bingeha wê fikrê ku jiyanek mimkun e ku tê de bawerî, nasname û ramanên cuda bi hev re bijîn û hemû qadên girîng ên ku ji ber tundî û zorê ya modernîteya kapîtalîst wêran bûne werin azadkirin, di nirxên ku bîra kolektîf a jinan ji rabirdûyê hildigire de ye.

Em jin, wekî damezrînerên jiyana hevbeş û pêşengên jiyana azad, bi berxwedana xwe û bi avakirina sîstema ku em diparêzin, bi hêza xwe ji nirxên xwe yên dîrokî digirin û jiyana koledar a ku îro li ser me hatiye ferzkirin red dikin.Em qeraxên çemên Dîcle û Firatê, ku jinan hezar sal berê komunên xwe li wir ava kirine, bi berxwedana xwe ji nû ve ava bikin û em bi rêya îdeolojî û pratîka azadiya rizgariya jinan, rêya azadiyê vedikin.Em bi parastina xwe ya li dijî kuştina jinan li eniyeke ji berê bihêztir pêşve diçin û em bi parastina xwe ya jinan têdikoşin ku her cure êrişên li dijî jin û xwezayê ji holê rakin.

Em di wê baweriyê de ne ku bi şoreşa ku di şexsê jinê de pêk were de wê hemû civak azad bibe. Bi rêhevalên xwe yên mêr ên ku îdia û pratîka wan a ji bo jiyaneke azad heye re em ê vê yekê pêk bînin. Em di avakirina hevjiyaneke azad de guherîn û veguherîna mêran a di nav pergala heyî de weke pêngaveke şoreş a herî mezin dibînin. Bi rastî, em dizanin ku jiyaneke li ser bingeha prensîbên wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk ku azadiya jin û civakê dide pêşiyê, tenê dikare bi jiyaneke sosyalîst, jiyaneke komunal ku ji hêla jinên azad û mêrên azad ve hatiye damezrandin, pêk were.

Divê em li dora Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrişên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin. Êşa me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Niha, berpirsiyariya dîrokî li ser milê her yekî ji me ye ku em van veguherînin avakirina jiyaneke nû ya bi hev re.

Me di van salên dawiyê de careke din ev rihê têkoşînê yê hevpar dît ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li çaraliyê cîhanê deng veda. Jinên li çaraliyê cîhanê, bi yek dengî, li dijî pergala serdest a mêran daketin kolanan û bi yek dengî ‘Jin, jiyan, azadî’ qîriyan. Ji ber ku ev felsefe bûye ruhê têkoşîna ku bi dehan salan wekî felsefeya azadiya jinan hatiye avakirin.

Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrişên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me. Ji bo me, 8’ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî. Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8’ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin û em 8’ê Adarê ya her jinekê bi coşek mezin pîroz dikin. Bijî berxwedana jinan. Jin, jiyan, azadî.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî
Nûçeya Pişt re Dirûşmên li ser azadiya jinê yên li ser dîwarên Tebqayê hatin jêbirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji HPG’ê çalakiya sûîqestê: Dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê di çalakiya sûîqestê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê teqîn: 3 zarok bi sivikî birîndar bûn

Li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê mayîna çeteyên DAÎŞ’ê teqiya. Di encama teqînê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: 44 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin

Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hat lidarxistin de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şêniyên Amedê: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?