Di dîmenên 8’ê Çileyê de hatin kişandin lê ji ber nebûna înternetê di 23’yê Çileyê de ji hêla çapemeniyê ve hatin parvekirin de jina bi navê Sara Ebrahîmî ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve tê êşkencekirin.
Sara Ebrahîmî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da. Di dîmenan de tê dîtin ku dema Sara Ebrahîmî li erdê ye, endamên artêşa pasdarên Îranê pêhîna lê didin, êşkenceyê lê dikin û bi amûrên tûj li serê wê dixin.
Hat ragihandin ku Sara Ebrahîmî ji ber van birînan di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman agahiyan Sara Sbrahîmî birine 4 nexweşxaneyan lê tu yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an hatiye tedawîkirin û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Rojnamevan û nivîskar Paksîma Mojmozî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Sara Ebrahîmî hatiye qetilkirin û got: “Endamên pasdarên Îranê, Sara Ebrahîmî birin cihekî bi dar û kamera nabînin, li vir bi amûrên tûj li serê wê xistin. Sara Ebrahîmî, ji ber van birînan jiyana xwe ji dest da.”

