Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Melbourneyê ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên nexweş serbest berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî wê biçe serdana Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana wî 4 caran hate taloqkirin: Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê re li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Saziyên jinan qetilkirina Dîlan K. şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Gunay Yakût: Jin daxwaza jiyaneke ewle û wekhev dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şedadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Perwerde ji bo mêran, kulîlk dane kedkarên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li Sêrtê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgureke ku dengê jinê û bîra çandî kir yek: Sûsika Simo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin
Kurdistan

Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, meşek girseyî lidarxistin û gotin, “Em ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ li her qadê veguherînin qada serhildanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 15’ê Mijdarê de bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê, bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tunditujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên xwe ragihand. Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de meşek girseyî li darxist.

Meşa ku bi amadebûna tevahî jin û jinên ciwan a wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî domkir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” û “Bi Hest û Fikira Jina Azad Em ê Dawî Li Pergala Zilamsalar Bînin”, posterên Rêber Apo hatin hilgirtin.

Beriya ku daxuyanî were dayin ji bo tevahî pêşengên têkoşîna azadiya jinê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Roj Yildiztan ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Pergalekî ku bi aqlê mêr ê serdest avabûye, têkoşîna azadî û wekhevî ya jinan li pêsiya xwe wek astengiya herî mezin dibîne. Ev pergal di esasê xwe de ji bo koletî ango kolekirina jinan hatiye avakirin. Pergala zilamsalar bi ketina ferqa hêza jinê ya civakbûyinê re armanc dike ku bi xistina jinê re jiyana bindest li ser giştî civakê fêrz dike. Hebûna fikir û kesayeta jina azad wekî tûnebûna pergala zilamsalar dibîne, ji ber vê dixwaze heyîna jinê tûne bike. Bi vê yeke re tundî, zext, şer, tunekirin, kedxwarî wek amûrên herî sereke a desthilatdariyê li ser jinan tên bikaranîn.

Lê bi berxwedanî û têkoşîna jinê hemû rengên êrişên zilamsalar yên di aliyê madî û fîzîkî de negihistin armanca xwe. Ji xwedavenda jin-dayik heya xwişkên Mîrabel û bi têkoşîna jinên berxwedêr weke Leyla Qasim, Şehîd Sara, Besê Anûş heya roja me ya îro ji têkoşîna jinê hebûna xwe berdewam kiriye û mîrasekî dîrokî li pey xwe hişt. Di serdema pergala kapîtalizmê de jin wekî amûrekî tê bikaranîn. Bi îdeolojiya liberalizmê ya moderniteya kapîtalizm jin wekî beden heye lê rih, mejî û hestên wê aîdê zilam e. Bi nijadperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestiye re jin ji xwebûna xwe derdikeve û dikeve xizmeta pergala zilamsalar. Wekî ku jin azad e dide xuyakirin lê ya tê jiyan kirin koletiya herî kûr e. Lê rûxmê vê em dibînin ku zext, kuştin, tecawiz û zewaca bi dara zorê a li ser jinan gihîştiye asta herî jor. Narîn Guran, Rojîn Kabayiş, Jîna Eminî minakên herî şênber in. Dîsa Werîşe Muradî ji ber ku jineke têkoşere cezayê darvekirinê li ser hatiye birin.

‘FELSEFEYA RÊBER APO YA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ LI QADÊN TÊKOŞÎNÊ BERFIREG DIBE’

Heman deme kesên ku parastin û piştgiriya têkoşîna jinê dikin jî tên cezakirin. Yek ji kesên ku azadiya jinê xistiye bingeha têkoşîna gelên bindest Rêber Apo ye. Rêber Apo dîroka jinê rast xwend, heqiqeta jin rast fêmkir û li ser vê esasê got, ‘Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Îro bi felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadên têkoşînê berfireh dibe. Ji ber vê yekê em dibînin ku Rêber Apo bi tecridekê girankir’I tê cezakirin. Bi taybetî li Kurdistanê kiryarên dijminên jinan her roj zêdetir dibe. Jina Kurd ku îro pêşengtî ji têkoşîna azadiya jinê re dike, rastî êrîşên hovane tê.

Ji bo vala derxistina van êrîşan û ruxandina pergala zilamsalar, wek jinên ciwan li derdora mîrateya ku jinên berxwedêr hiştine xwe rêxistinkirin, erke me ya serekeye. Bêguman heta têkoşînek radîkal neyê meşandin, em nikarin pêşiya tundiya ser jinan jî bigrin. Xwedî derketina rast a dîroka azadiya jin bi rabûna erka xwe parastinê ve pêkane. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ encax bi zanîsta jinê-Jineolojî xwe perwerdekirinê ve dikare jiyanî bibe. Bi taybetî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo xwe li ser xeta jina azad kûr kirin û li ser vî esasî hevaltiyek rast bi Rêber Apo re meşandin yek ji erkê me yê esasî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû jin û jinên ciwan dikin û dibêjin ‘werin em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ her qadê veguherînin qada serhildanê û dawî li hişmendiya qirker û dagirker bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Nûçeya Pişt re Li Xezeyê di rojekê de 76 kes hatin qetilkirin û êrîşên li ser Lubnanê zêde bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan li 4 bajaran li dijî dewleta kujer hatin ba hev

Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Colemêrg û Êlihê ji bo kesên ku ji aliyê hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Muslim: Peyman li gorî nameya Rêber Apo ye

Salih Muslim, ji bo metna ji aliyê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şaraa ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 14 dagirker hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn

QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 14 çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdana wî 4 caran hate taloqkirin: Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?