Berdevka Ekonomiyê ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad diyar kir ku modela ekonomiyê ne destpêkek e, lê wan di aliyê rêxistinbûna ekonomiya jinê de destkeftî bi dest xistin û got: “Ji bo parastina destkefiyên jinê û ber bi pêş ve gav bên avêtin, em hewl didin ku kooperatîfên xwe li gorî şert û mercên şer pêş bixin.”
Jin bi Şoreşa Rojava re tevlî jiyana siyasî, civakî, leşkerî û ekonomîk bûn. Kongra Star ji vê yekê re pêşengiyê dike. Bi rengekî fermî di sala 2015’an de ekonomiya jinê rêxistin kir. Ekonomiya jinê yek ji destkeftiyên şoreşê ye. Her roja ku derbas bûyî, hîn bêhtir pêş ket û xurt bû. Li Dêrik, Tirbêspiyê, Girkê Legê, Amûdê, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temir, Kobanê, Şehba, Tebqa û Reqayê li kooperatîfa çandiniyê di araziya nêzî 63 hezar hektarê de 500 jin dixebitin û bi malbatan re hejmar zêde dibe. Di projeyên kooperatîfê yên cuda yên mîna firin, restoran, terzîxaneyan de jî 131 jin cih digirin. Di 78 kooperatîfan de zêdeyî 631 jin cihê xwe digirin. Ji van kooperatîfan 51 kooperatîfên çandiniyê ne, 2 yên konserve ne, 25 jî yên dikan û firinê ne. Berdevka Ekonomiya Jinê ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad qala girîngiya ekonomiya jinê kir ku yek ji destkeftiyên girîng a Şoreşa Rojava ye.
ENCAMA TÊKOŞÎNÊN MEZIN
Gulê Mûrad bi bîr xist ku beriya şoreşê jin ji qada ekonomiyê hatiye dûrxistin û wiha got: “Ekonomî tenê qadeke weke ayîdê ya mêr dihat nirxandin. Lewma jinan qada ekonomiyê ayîdê xwe nedidîtin. Di encama têkoşînên mezin de me jin xist nava qada ekonomiyê de. Carna em mal bi mal geriyan, me yek bi yek nîqaş kirin û gihiştin rojên îro. Jinan tenê xwe bi malan sînordar kiribûn, di çarçoveya sînorên ku ji wan re hatine diyarkirin de tevdigeriyan. Dema mirov li dîrokê dinêre, qada ekonomiyê qadeke ayîdê jinê ye, lê bi demê re bûye qada ku jin herî zêde lê biyanî bûye.”
PÊŞÎ LI PÊLA KOÇÊ JÎ HATE GIRTIN
Gulê Mûrat destnîşan kir ku ekonomiya jinê bi rengekî fermî di sala 2015’an de xwe hate rêxistinkirin û wiha pêde çû: “Jin êdî projeyên xwe diafirînin, kooperatîfan ava dikin. Di qada ekonomiyê de xwedî gotine û di qada ekonomiyê de jî pêşengiyê dike. Bi ekonomiyê re pêşî girtina li pêla koçê jî di nava armancên me de bû û ev armanca xwe me pêk anî. Me kir ku jin di qada ekonomiyê de cih bigirin, ekonomiya jinê pêş bikeve û qadên jiyanê yên nû vebin. Me ev polîtîka jî esas girt ku jin bi xwe ji xwe re bes be. Me kir ku dema jin derbasî qada ekonomiyê bûyî, azad jî bibe. Bi kooperatîfên çandiniyê re me girêdana wê ya bi xakê re xurt. Em nikarin bêjin ku me xwe gihand hemû jinan û ekonomiyeke bê hempa afirandiye, lê divê ev jî dîtin ku gavên mezin hatine afêtin.”
MODELA EKONOMIYA KOMUNAL
Gulê Mûrat diyar kir ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo xurtkirina projeyên xwe çi ji destê wan tê dikin û ev tişt gotin: “Beriya şoreşê jî jinên xebatkar hebûn, lê ji rayedartiya dewletê derbas nedibû. Çend saetan karê xwe dikir, piştre car din mehkûmî malê dibû. Azadiya ekonomîk nebû, di mala xwe de nexwedî gotin bû. Di pencê zihniyeta mêrê desthilatdar de bû. Jin mîna her qadê di qada ekonomiyê de jî xwedî gotin e. Jinê di qada ekonomiyê de pêşengî kir, tevlî jiyana azad bû û ji civakê re di ekonomiyê de model diyar kir û xist nava jiyanê û ekonomiyeke komunal afirand.”
XEBATA DI ALIYÊ STRATEJÎK DE
Gulê Mûrad ragihand ku ew bi stratejîk nêzî ekonomiya jinê dibin û wiha bilêv kir: “Me berê ekonomiya jinê tenê li ser karê çandiniyê pêş dixist û em li benda baranê diman. Bi vî rengî me hewl dida ekonomiyê pêş bixin. Weke ekonomiya jinê em giraniyê didin kooperatîfên çandiniyê, lê me hizirî ku divê em hîn bêhtir bi stratejîk nêz bibin. Me pêdiviya sîstema enerjiya rokê jî ferq kir û li ser vê esasê em ê rêxistina xwe xurt bikin. Her wiha bîrên avê li her bajarê hatin vekirin, ji ber ku dema kooperatîfên me yên çandiniyê paş de dimînin em ji bo pêşxistina projeyên xwe yên din jî zehmetiyê dikêşin. Hingî ku em di çandiniyê de pêş bikevin, em ê bingehê ekonomiyê xurt deynin.”
KOOPERATÎF HATIN XURTKIRIN
Gulê Mûrad diyar kir ku kooperatîf par hatin xurtkirin; li Şedadê, Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê û Cizîrê bîrên avê hatin vekirin û ev gişt got: “Nêzî 8 hezar darên fêkî hatin çandin. 25 firin û dikanên heyî hatin xurtkirin. Ji bo alîkariya bi ekonomiya malbatan re, kooperatîfên çandiniyê li cihên guncaw hatin rêxistinkirin. Dewreya perwerdeyê hat vekirin.”
ÊRÎŞ NEBÛN ASTENG
Gulê Mûrad anî ziman ku dewleta Tirk krîza ekonomiyê jî armanc dike û got: “Weke ekonomiya jinê hingî ku êrîş zêde dibin, em alternafîan diafirînin. Modela me ya ekonomiyê ne destpêkek e, lê ji aliyê rêxistinbûna ekonomiya jinê ve destpêkek e. Ji bo parastina destkeftiyê jinê û ber bi pêş ve gav bên avêtin, em hewl didin kooperatîfên xwe li gorî şert û mercên şer bixin meriyetê û pêş bixin. Tevî êrîşên piralî, ji bo pêşketina ekonomiyê û ekonomiya bi pêşengiya jinê ji civakê re bi sûd bibe, em ê hewldanên xwe bidomînin.”