Li çiyayên Kurdistanê şerekî pir dijwar tê meşandin. Ji aliyê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ve şerê heqîqetê, azadiyê tê meşandin. Yek armanca gerîla heye ew jî; Rêberê xwe azad bike û di welatekî azad de bijî. Ji bo vê yekê jî çi fedakariya ku tê xwestin pêk tîne.
Divê mirov rastiya cewherê mirovan di jiyana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de bigere û fêr bibe. Ew, gerîlayên azadî, wekhevî û moderniteya demokratîk in. Ketine nava fedakariyekî wisa ku di cîhanê de mînaka wê nayê dîtin. Ji bo azadiya gelê xwe dibêjin “Ji giyanê min zêdetir tiştek hebûya min ê bida.” An jî “Li ser kevirê gora min binivisînin ji bo gelê xwe deyndar e”. An jî dibêjin, “Em ji jiyanê biqasî di oxira wê de giyanê bidin hez dikin”. Bi hezaran hîn di temenê xwe yê ciwan de bi gotin, sekn û pratîkên xwe nasnameya nû ya kesayeta Kurd ava dikin.
HETA DAWIYÊ LI PEY JIYANA AZAD IN
Belê, jiyaneke wan jî ya ku aîdê wan heye. Ji zîhniyeta ku pênc hezar sale di serê wan de hatibû avakirin dûr dikevin. Jiyana bê wate ya ku pergalê daye wan derbas dikin. Jiyana gerîlayan a nû ji bo mirovahiyê vejînek e. Jiyaneke ku hemû bi wate lê bar kiriye. Ji bo vê yekê jî westandin û dudilî najîn û nafikirin. Ew hesabê rojek an jî salekê nakin. Ew heya dawî li pey avakirina jiyanek azad, mirovahî û dîrokê ne û vê jiyanê bikin malê hemû mirovahiyê. Di vê dîrokê de komplo, xiyanet an jî ferq û cudahî nayê fikirandin. Ji bo gihîştina vê yekê jî hewldan, fedakarî û cesaretek pir mezin pêwîst e. Bê ku berjewendiyên xwe bifikirin, bê ku bêjin zivistan û berf, di her çar demsalên salê de jiyanekî ku qet mêjiyê mirovan texmîn nake dijîn. Rê, av, çiya û deştan derbas dikin.
HER ROJEKE GERÎLA BI WATE YE
Hêvî û baweriyek mezin tê jiyîn. Wekî ruhekî di kûrahiya xwezayê de xwe dixe nava bayekê û ji bo mirovan dibe henase, hest û fikrek. Di bin her cûre êrîşan de bi lehengî li ber xwe didin û tenê ji bo azadiyê şer dikin. Vîneke ji pola raber dikin. Ev yek gelek caran jî bi awayekî şênber derketiye holê. Divê ev ti carî neyê jibîrkirin ku gelê Kurd bi saya Rêber Apo û şehîdên leheng ên Kurdistanê gihîştine vê rojê. Helbet ev ji xwe ber çênebû. Bi berdêlên pir giranbuha hatiye bidestxistin. Bi zehmetiyên nayên bawerkirin, bi êşên ku nayên kişandin, bi kedeke mezin, li beramberî ew qas giyan û xwînê hatiye bidestxistin. Teht, zinar û çeperek xwîn lê nehatibe rijandin nemaye. Di her parçeyek axê de berxwedaniyek hatiye bicihkirin. Bi çek, bi bombe, fikir, gotin, pênûs, stran, tevr û bêr, birçîbûn, serma, di nava birîn û birîndariyê de ev ast hat bidestxistin û ev bû malê gel û dîrokê.
BI HEZARAN BÊRÎTAN, ZÎLAN, KEMAL, XEYRÎ Û MAZLÛM DERKETIN
Pîrozî, bilindbûn, bedewî, bawerî, coş, kelecan û keyfxweşî di vir de ye. Jiyan di vir de ye û pêl bi pêl diherike her çar parçên welat. Ka hûn bêjin li beramberê vîneke bi vî rengî wê kîjan dijmin serketinê bi dest bixe. Wê kîjan xwefiroş bixwazin vê vînê bişkînin. Ma qet dîroka wê mêze nakin. Bi hezaran Bêrîtan, Zîlan, Kemal, Xeyrî û Mazlûm derketin, derdikevin û wê derkevin jî. Serketina wan di çavên wan de tê xuyakirin. Ji bo vê yekê jî gelê Kurd gelekî bi şense ku xwedî ewladên bi vî rengî ne.
DEM DEMA SERKETINÊ YE
Bi çend peyvan be jî me xwest fedakariya ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê dikin binivîsînin. Wekî me got, ev jîyan ne jiyaneke wisa ye ku bi çend peyvan mirov pênase bike. Dibe ku pirtûk jî têrê neke. Lê ya girîng ev e, mirov wekî mirov vê yekê hîs bike. Ji bo serketin bi leztîrîn bibe divê her Kurdên xwedî wijdan vê yekê bibîne û ji bo vê xwe bixe bin bar. Dem ne ev dema ku mirov rûnê û lê mêze bike ye. Dem dema serketinê ye û ji bo serketinê jî çi ji destê mirov were di vê bike.