Em jin divê 8’ê Adarê, Newrozê û 4’ê Nîsanê weke azadiya xwe û rizgariya mirovahiyê bibînin, bi rengê herî xurt xwedî lê derkevin, tevlî bibin û israra xwe ya li ser azadiya di şexsê Rêber Apo de bînin ziman. Di pê pêvjaoyê de ku bi coşa biharê em ber bi azadiyê ve diherikin, jiyaneke efsûnî ya bi Rêberê me re li benda me ye.
Bêguman ji bo me hemûyan mehên Adar û Nîsanê tê wateya herikîna hestên ber bi azadiyê ve, daxwaza nûbûnê yanî ‘vejînê’. Di van mehan de xweza xwe bi rengekî bêhempa nû dike, vediguherîne. Piştî bêdengiyeke dirêj û bêhnvedanê, xweza xwe ji nûbûnê re amade dike. Navê vê vejînê jî bihar e, yanî biharbûn e.
Di cewhera biharê de azadî heye, ji ber ku her nûbûn jinûve vejîn e, veuherîn e, yanî azadbûyîn e. Ya ku xweza dike jî ev e; bi heybet ber bi cewherê ve diherike. Her cihê ku şîn bûye, her çiyayê ku kulîlk lê vebûne, ma ne jinûve vejîn e? Bi hatina biharê re herikîna bi heybet a gelî û rûbaran gelo ne cihê kelecanê ye?
Tê dîtin ku bi van mehan re xweza û her beşeke wê diguhere, vediguhere. Bêguman xweza biharbûna herî mezin û daxwaza azadiyê di şexsê mirov de, bi taybetî jî di şexsê jinê de pêk tîne. Ev meh ji bo mirovan bi taybetî jî ji bo jinan gelekî girîng e.
Mehên Adar û Nîsanê bi qasî sembola jinûve vejînê her wiha temsîla têkoşîn û çalakiyên ji bo hebûnê ye. Dİ heman demê de mehên vejîn û berxwedanê yên jinê ne. Jinên ku keda wê bi sedan salan hate xwarin û kolekirin, bi xwedîderketina li keda xwe re di meha Adarê de li dijî mejiyê bi serweriya mêr hîn bêhtir û bi xurtî serî hilda.
Û Newroz, roja rabûna li ber zaliman û zilmê, roja îradebûyînê, mizgîniya biharê. Em ji Kawayê Hesinka ku mirovahî ji Dehaq ê zalim rizgar kir, bi Newrozê zanin. Lê belê dema ku mirob bi kûrahiya dîrokê dadikevin, dibînin ku agirê destpêkê yê Newrozê li bajarê Ûrûkê hatiye vêxistin, bihara destpêkê li wir hate pêşwazîkirin, govenda destpêkê li wir hate gerandin.
Tê gotin, rojekê Xweda Enkî 104 M (Nirxên civakî yên ku jinê afirandiye) ên Xwedawenda Ûrûkê Înanna dizî ye. Bi dizîna 104 M re li bajarê Ûrûkê giha hişk dibe, bajar spî dibe, li bajêr bêdengiyeke mezin rû dide, zindî hemû dadikevin binê erdê. Agir tefiya ye.
Înanna ku vê dibîne, ji bo dayika xwezayê ji nû ve geş bike û azadiyê bide mirovahiyê dest bi wergirtina 104 M dike. Di encama têkoşîneke mezin de ji Enkî distîne û tîne bajarê Ûrûkê. Bİ hatina 104 M re li ser rûyê erdê aggir tê dadan û zindî careke din derdikevin ser rûyê erdê û li dora agir govendê digerînin. Bi vî rengî bihar tê bajêr. Bi hatina biharê re agirê destpêkê tê dadan, govenda destpêkê tê gerandin. Eşkere ye ku di dîroka mirovahiyê de mehên biharê hest û coşa azadî, vejîn û berxwedanê bi mirovan dane afirandin. Yan jî têkoşîna heqîqetê ya mirovahiyê bihar ji mirovahiyê re aniye, azadî aniye, ev meh ji nû ve kiriye sembola vejînê.
Mînaka herî bedew a vê yekê bêguman 4’ê Nîsanê ye, yanî Rêber Apo ye. Di 4’ê Nîsanê de jidayikbûneke ji rêzê çênebû, wê rojê careke din xwîn herikî nava rehên berxwedêr ên Xwedawendê, wê rojê şervanekî hîn xurt û azad ji dayik bû.
Bi gotineke din, 4’ê Nîsanê yekbûna hemû mehên biharê ye, nîşaneya şênber a têkoşîna 8’ê Adarê û Newrozê ye, jiyana efsûnî bi xwe ye. Wê demê di pêvajoyeke bi vî rengî ya bi wate de divê em coş, israra xwe ya ji bo têkoşînê û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê ber bi 4’ê Nîsanê ve biherikînin û bigihînin dilê tevahiya mirovahiyê.
Em jin divê 8’ê Adarê, Newrozê û yekbûyîna wan 4’ê Nîsanê weke azadiya xwe, rizgariya mirovahiyê bibînin, bi rengê herî xurt pêşwazî bikin, tevlî bibin û di şexsê Rêber Apo de careke din israra xwe ya ji bo azadiyê bînin ziman. Divê em bi Rêberê xwe re bi gavên herî xurt ber bi jiyana azad ve bimeşin. Di vê demê de ku bi biharbûyînê û bi coşa biharê ber bi azadiyê ve diherikin, jiyaneke efsûnî ya bi Rêberê me re li benda me ye.