Jinên Xwendekar ên Kurdistan ên li Berlînê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li dar xist.
Çalakî bi armanca piştevaniya kampanyaya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a bi peyama “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” li Kreuzbergê ku wê sibê Tevgera Jinên Azad lê xwepêşandaneke mezin li dar bixin, hate lidarxistin.
Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin: “Em dixwazin nav û rûyên Werîşe Mûradî, Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bidin naskirin.”
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Werîşe Mûradî 1’ê Tebaxa 2023’an li nêzî bajarê xwe Sîne di kontrola polîsan de hate binçavkirin û birin cihekî nayê zanîn. Daraza rejîma Îranê Mûradî bi “Dijminatiya Xwedê” sûcdar dike. Sûcdarkirin bi endamtiya Mûradî ya KJAR’ê girêdayî ye ku rêxistina banê ya tevgera jinên Kurd a Îranê ye.
Pexşan Ezîzî di Tîrmeha 2024’an de ji ber çalakiyên aştiyane û mafên mirovan cezayê darvekirinê lê hate birîn. Weke pispora xizmeta civakî li Rojavayê Kurdistanê alîkariya zarok û jinên hatî kolekirin kir. Doza wê ne li gorî pîvanên navneteweyî bû û îdiayên wê yên êşkence û kiryarên xirab tu car nehat lêkolîn kirin.
Bi heman rengî parêzvana mafên mirovan Şerîfe Muhammedî Hezîrana 2024’an ji ber çalakiyên xwe yên aştiyane û mafên mirovan cezayê darvekirinê lê hate birîn. Ji bo jin û mafên karkeran têkoşiya û ji bo rakirina cezayê kuştinê hewl da.
Qetilkirinên jinan û bi taybet înfazkirina jinên Kurd ên di siyasî de çalak, weke çeka şer tê bikaranîn. Dîroka jinan bi berxwedan û kuştinên jinan şêwe girtiye. Weke Rêber Apo gotiye jin ku koloniya herî kevn e, demeke dirêj bûye zemîna şerên cuda. Niha dem hatiye ku vê koloniyê dîsa bigirin û sedsala 21’an bikin sedsala jinan.”