În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kampanya ‘Gotina me xelas nebûye’ destpê kir
Jin

Kampanya ‘Gotina me xelas nebûye’ destpê kir

Şaredariyên DEM Partiyê bi dirûşma 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dan destpêkirin ku wê salekê dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” kampanyayê da destpêkirin. Kampanya wê salekê bidome. Hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û yên bajar û navçeyên derdorê û midûrên jin û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Li qonaxa daxuyanî lê tê dayin pankarta “Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” hate daliqandin. Metna kurdî ya deklarasyonê ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, ya tirkî jî ji hêla Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ve hate xwendin.

Metna deklarasyonê ya bi sernavê “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” wiha ye:

“Weke jinên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanî de, em careke din hatin ba hev. Em ê îro careke din bînin zimên ku ‘Tundiya li ser jinan polîtîk e’ û em ê li dijî tundiya serdestiya mêran biryardariya xwe û têkoşîna xwe eşkere bikin. Tundiya li ser jinan pirsgirêkeke civakî ye ku bi cudakariya zayendî ve girêdayî ye û ji aliyê desthilatdariya mêrperest ve tê mezinkirin û kûrkirin û weke tundiya sîstematîk rasterast bandorê li jinan dike.

Desthilat hewl dide ku têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ku bi sedsalan e berdewam dike, biryardariya ku jinan objebûn veguherandine kirdebûnê bitepisîne.  Desthilatdariya serdest a mêran dixwaze li ser beden, ked û vîna jinan rejîma xwe ya kolonyalîst ava bike.  Di vê qonaxê de, îro tundiya mêraniyê ne tenê li jinan, li zarokan jî tê kirin û bi şêweyê herî hovane xwe nîşan dide. Çawaniya qetilkirina Narînê û tiştên ku piştre ji raya giştî re hatin eşkerekirin û kuştina bi guman a Rojînê ku weke ‘xwekujî’ hat nîşandan ne ji rêzê ne. Ev qetil encama xerabiyeke birêxistinkirî ye ku xwe li ser gelê Kurd ferz dike. Jin û zarokên ku nefesa me têra bejmartina navê wan nakin, her roj li ser vê xakê bi awayekî rêxistinî tên qetilkirin.

Desthilat dixwaze civakê û bi taybetî jî jinan derdest bike û bi vî rengî tecrîd bike. Komkujiyên jinan û zarokan ên bi vê xerabiya birêxistinkirî, ku hêza xwe ji pergala serdest a mêr digire, li holê ne. Em bi awayekî pêwîst û lezgîn bi bîr tînin ku hikûmeta serdest a mêr ku weke partî peymanên navneteweyî îmze kiriye, loma jî mecbûr e ku tevdîrên parastinê/pêşgiriyê bigire. Çanda bêcezakirinê ya ku hikûmetê bi darazê kûrtir kiriye û roj bi roj misoger dike, bi taybetî di 8 salên dawî de bi rêya qeyûman hewl dide destkeftinên jinan yên di şaredariyan de desteser bike.  Jinên têkoşer tên sûcdarkirin, binçavkirin û girtin. Komeleyên jinan ên ku têkoşîna jinan dimeşînin tên girtin. Desthilatê qadên jiyanê û mekanîzmayên ku jin bikaribin xwe bispêrinê teng kirin û tundiya mêran hîn zêdetir û kûrtir kir.

Roj bi roj tundî, destavêtin û îstîsmara li ser jinan û zarokan zêde dibe. Tevdîrên parastinê nayên girtin, jin ji mekanîzmayên parastinê tên dûrxistin û li hemberî tundiyê bêparastin tên hiştin. Tecrîdeke kûr li ser civakê tê ferzkirin, pevçûn berdewam dike û xizaniya kûr roj bi roj zêde dibe. Ev sedemên herî girîng in ku tundiya li ser jinan gur dikin. Weke jin em dizanin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan têkoşîneke wisa ye ku ne tenê şexsan di heman demê de hemû civakê jî vediguherîne.

Qada Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk qadeke wisa ye ku, li hemû qadên jiyana civakî belav dibe. Di vê çarçoveyê de nêzîkatiya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de roleke girîng dilîze. Rêveberiyên herêmî ku rasterast pêdiviyên gel dişopînin û xwedî kapasîteya biryarên lezgîn û pêşxistina çareseriyan e, xwedî potansiyela pêkanîna mekanîzmayan e ku, jin dikarin rasterast piştgiriyê werbigirin û mafên xwe biparêzin. Rêvebirên xwecihî ji hîkûmeta navendî bibandortir û berfirehtir in û dikarin ji bo wekheviya zayendî ya civakî tevkariyê bikin.  Bi vê perspektîfê em weke Polîtîkayên Jinan yên Şaredariyên Partiya DEM’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanî, dest bi kampanyayeke hevpar dikin.

Ev pêngava ku dê salekê bidome, dê bikaribe li ser bingeheke xurt û birêxistinkirî li dijî her cure zilma mêraniyê bisekine. Ev zext û tundiya mêrperest hewl dide nasname, vîn û berxwedana jinan a li ser vê xakê bitepisîne.  Em ê li dijî polîtîkayên zilamsalarî yên ku jinan paşguh dike dengê xwe bilind bikin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berfirehtir bikin! 
 
Armanca vê kampanyayê ew e ku rêveberiyên herêmî xizmetên şaredariyên civakî yên ji bo jinan xurt bikin. Di vê çarçoveyê de, ji bo hilberandina çareseriyên binesaziyê ku di pêkanîna stargehên jinan, navendên şêwirmendiya jinan û mekanîzmayên piştgiriya qanûnî de rolek girîng bilîzin, ev kampanya dê bingehekê ava bike. Ev hevgirtin dê daxwazên jinan di rêveberiyên herêmî de bide xuyakirin û berxwedana hevpar a jinan xurt bike.

Qeyûmên ku ji aliyê tifaqa mêrperest a AKP-MHP’ê ve hatine wezîfedarkirin, hemû polîtîkayên xwe li ser esasê dijminatiya kurdan û jinan dimeşînin. Rejîma qeyûman careke din şaredariyên me kirin hedef û dest danîn ser vîna gelê me. Qeyûmên ku bi destê tifaqa mêrperest a AKP-MHPê hatin tayînkirin, divê bizanibin ku; jinan bi sedsalan tu carî dev ji têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bernedaye, çok dananiye, îtaet nekiriye û ev yek dê bi vî awayî bidome. Tecrûbeya me ya 25 salan a rêveberiyên herêmî diyar dike ku dînamîka bingehîn a veguherîner û avaker heqîqeta têkoşîna dîrokî ya jinan a rêveberiyên herêmî ye.

Em ji polîtîkayên qeyûman ên 8 salên dawî baş dizanin ku polîtîkayên dijminane yên rejîma qeyûmên tayînkirî, di serî de navendên jinan girtin, mêr tayînî rêveberiyên jinan kirin, stargehên jinan xera kirin û jin bê mekanîzmaya spartinê hiştin.

Li dijî polîtîkayên yekperest ên desthilatdariya serdest a mêran ku jinan weke kirde nabîne û nikare tehemûlê nasname, vîn û hişmendiya jinan bike, em dibêjin ‘Em li her derê ne.’ Em baş dizanin ku li hemberî êrişên li ser hemû jinan bi taybetî jinên Kurd û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwan û zarokan tên meşandin pêwîstî bi tifaq û têkoşîneke xurt a jinan heye.

Em weke jinên ku vîna wan hatiye desteserkirin, îro bang li jinan û saziyên jinan dikin ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin; di têkoşîna bi dehan salan a ji bo azadî û wekheviyê de, me jinan berdêlên mezin dane. Êrişên ku îro li jinan hatine kirin li tevahiya civakê hatine kirin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî zayendperestî û tundiya pergalî ya ku pirsgirêkeke civakî ye û ji aliyê desthilatdariya mêrperest ve tê kûrkirin, bi hev re têbikoşin û ji bo jiyaneke azad tev bi hev re bibêjin ‘Li dijî pergala mêrperest Jin Jiyan Azadî.’

Em careke din dibêjin ku ‘Tundiya li ser jinan ne tenê siyasî ye, îdeolojîk e jî’  û em diyar dikin ku, em ê weke duh îro jî têkoşîna xwe ya li dijî vê tundiyê, bi biryardarî bidomînin. Li dijî pergala mêrperest Jin Jiyan Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ezmanê Şengalê liv û tevgera hewayî
Nûçeya Pişt re DEM PARTÎ di derbarê dijminatiya qeyyûman ya li ser zimanê Kurdî daxuyaniyek da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Bila ev derfet ji dest neçe

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçûk Mizrakli re hevdîtin pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê şermezar kir

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir şermezar kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên operasyonê yên QSD’ê li Reqayê şaneya DAÎŞ’ê têk birin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li Reqayê şaneyeke çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?