Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji Tirkikyeyê xwest ku di mijara bikaranîna ‘mafê hêviyê’ de sererastkirinên qanûnî bike.
Dadgehê piştre ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî biryareke bi heman rengî da. Lê belê Tirkiyeyê li gel 11 salên di ser re derbas bûn, têkildarî biryara ‘binpêkirin’ê gavek neavêtiye.
Dewleta Tirk çend roj berê ‘Plana Çalakiyê’ pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û ragihand ku ‘mafê hêviyê’ wê ji bo wan girtiyan neyê naskirin ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn.
Nivîskar Mehmet Karakûş ku piştî sih salên girtîhiştinê par hate berdan, li ser ‘mafê hêviyê’ û pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
Mehmet Karakûş got, “Beriya her tiştî dewlet di van mijaran de xwedî tecrûbeyeke mezin e. Eger em ji Osmanî û vir ve bidin destpêkirin; ji aliyê têkoşînên rizgariya neteweyî yên li Balkanan, tevgera Ermenan û pêvajoya damezrandina Komarê ji aliyê pêvajoyên têkildarî me ve xwedî tecrûbeyeke berfireh e. Dewlet ti carî bi hêzên muxalîf re li dora maseyê rûnenişt û bi vî rengî pirsgirêk çareser nekir. Maseyên hatin danîn jî bi giranî ji bo mijûlkirinê û guncawbûna şert û mercên navneteweyî ji bo tepisandin û tasfiyekirinê hatin bikaranîn.
Dewlet li vê derê pêvajoyê dibîne. ‘Plana çokdanînê’ ku ji sala 2014’an û pê ve xist meriyetê, bi ser neket. Tê dîtin ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî herêmê jinûve dîzayn dikin. Li şûna ku li derveyî vê dîzaynê bimîne û li hin pêkanînan rast bê, hewl dide bikeve nava pêvajoyê, dema ku şert û mecên navneteweyî guncaw bû careke din Tevgerê tasfiye bike; feraset li ser vê yekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê li gel ewqas gavên hatin avêtin û sozên hatin dayin, helwesteke berevajî tê nîşandan. Ev yek nîşan dide ku heta niha bi durustî tevnegeriya ye.
Komîsyonek heye ku hatiye avakirin. Ev komîsyon ji navê xwe bigire heta bi armanca xwe, xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke dîrokî ye. Halbûkî pirsgirêka Kurd xwedî wê astê ye krîza aborî, siyasî û civakî kûr dike, gelek pirsgirêkên din bi xwe re tîne. Li gel vê yekê jî navê komîsyonê li gorî vê nehatiye diyarkirin, armanca xwe li gorî vê yekê nehatiye destnîşankirin. Ev jî bivê nevê tiştên neyînî yên ku dewletê beriya niha li civakê û gel kiriye, tîne bîra mirovan.”
‘DEVLET BAHÇELÎ SOZA XWE BI CIH NEANÎ’
Karakûş bi bîr xist ku Devlet Bahçelî ji bo ‘naskirina mafê hêviyê’ ya ji Rêber Apo re bang kir, lê belê soza xwe bi cih neanî û got, “Ti ji sozên hatin dayin bi cih nehatin anîn. Eger gel îro bêdeng dimîne û helwestekê nîşan nade, ev yek ji ber baweriya wan a ji PKK’ê û Rêberê wê ye. Naxwe dewlet li nava civakê ne cihê baweriyê ye.
Ji bo dewlet di nava civakê de bibe cihê baweriyê divê ‘mafê hêviyê’ ji Rêberê PKK’ê re nas bike. Naskirina ‘mafê hêviyê’ wê rê li ber du pêşketinan veke. Ya destpêkê wê Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan di nava karê xwe de be, di nava du civakan wê bibe hêza îqnayê û pêvajo hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Her wiha wê baweriya şikestî ya gel a ji dewletê bi lez jinûve ava bike. Mînakên vê yekê li cîhanê hene. Di mînaka Mandela de Mandela ji girtîgehê hate derxistin, li malekê hate bicihkirin û piştre azad bû. Madenal bi rengekî azad tevlî pêvajoyê bû, pêşniyar kir, rê li ber tevgera xwe xist û pêvajo bi serketî pêk hat.
Li vê derê jî ji bo bi heman rengî bibe Birêz Abdullah Ocalan il Îmraliyê bimîne jî divê azad be; karibe bi hêsanî hevdîtinê bi hemû beşên civakê, di serî de komîsyon bi saziyên civaka sivîl û tevgera xwe re hevdîtinê bike. Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên dixwazin pê re hevdîtinê bikin, divê karibin hevdîtinê bikin. Ev rewş wê di nava civakê de sînerjiyekê biafirîne û bibe cihê baweriyê.
Eger dewlet hîn jî vê nake, hingî hin planên xwe heye Ev plan çi ye? Nuqteya ku ev têkoşîn lê xitimî ye û dilê wê Rojava ye. Eger li Rojava Kurd bibin xwedî statu û ev statu li qada navneteweyî fermî bibe, hingî dewlet wê biryardanekê re rû bi rû bimîne. Ya wê bi rastî jî pêvajoyê bimeşîne, guherînên qanûnî û destûra bingehîn bike, bi vî rengî pirsgirêka Kurd çareser bike; yan jî wê li derveyî pêvajoyê bimîne û li ya berê vegere.
Lê belê divê were dîtin ku ev pêvajo ji pêvajoyên din hemûyan cudatir e. Ev pêvajo naşibe ti ji pêvajoyan. Hêzên navneteweyî dema ku Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin, wê nehêlin ku Îran li ser Şîatiyê û dewleta Tirk jî li ser Îslama Selefî li Rojhilata Navîn bibin hêza hegemonîk. Ev rewş wê rê li ber wê yekê veke ku Tirkiye bi rewşeke man û nemanê re rû bi rû bimîne; eger bi rengekî neyînî nêzî vê pêvajoyê bibe.”
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN KARIBE XWE BIGIHÎNE BEŞÊN CIVAKÎ’
Mehmet Karakûş destnîşan ki rku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe divê Rêber Apo karibe xwe bigihîne PKK’ê, beşên civakî û rewşenbîran û got, “Sedema herî mezin a bikarneanîna mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji ber daxwaza neçareserkirina pirsgirêkê ye. Eger bi rastî jî ‘mafê hêviyê’ bê bikaranîn, tevkariyên ku Rêberê PKK’ê Birêz Ocalan li pêvajoyê bike, ne cihê nîqaşê ye.
Ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê bibe gaveke mezin. Divê dewlet soza ku daye bi cih bîne Di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê komîsyona li meclîsê.”