Şemî, 18 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Berdan Ozturk hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê bi dawî bû: Em ê karê xwe dîsa bi dest bixin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Em ê vê carê bi ser bikevin, aştî wê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ şehîdên Metînayê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatên şehîdan ên Reqayê daxwaza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karayilan: Heval Mordem pêşengê berxwedana destanî ya Zapê bû
Rojane

Karayilan: Heval Mordem pêşengê berxwedana destanî ya Zapê bû

Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan got: “Heval Mordem ê ku pêşengiya berxwedana destanî ya Eyaleta rojavayê Zapê kir, bi taybetmendiyên xwe yên hevaltî, exlaqî, biterbiye, xisleta xwe ya şoreşgerî û bi sekna xwe ya bi îrade, dê her tim ji me re bibe mînak.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 28 dq.
Parvekirin

Fermandarê Giştî ya HPG Murat Karayilan, Endamê Konseya Fermandariya HPG û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk ê ku di 11’ê Tebaxa 2025’an tunelên şer de bi qezayekê şehîd bû bi bîr anî.

Karayilan diyar kir ku Şehîd Mordem Çewlîk, di sala 2005’an de yek ji 200 ciwanên ku bi çalakiya mertalên zindî ya Tevgera Ciwanan tevlî refên gerîla bûbûn, bû. Karayilan anî ziman ku Mordem Çewlîk di destpêkê de tevlî Hêzên Taybet bûye û perwerdeyên xwe yên leşkerî, siyasî û bîrdozî jî li Hêzên Taybet dîtîye. Karayilan destnîşan kir ku Fermandar Mordem bi ked, hewl, wêrekî, helwest, çand, welatparêzî û nêzîkatiya xwe ya li hemberî nirxan, tevger û hevalên xwe, fermandarekî pêşeng bû. Û anî ziman ku şehadeta wî ya bi qezayekê bi vî rengî ji bo wan êşek mezin e.

 

Karayilan destnîşan kir ku Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a rojavayê Zapê û Endamê Konseya Fermandariya HPG Mordem Çewlîk, di têkoşîna xwe ya 20 salî ya di nava Tevgera Azadiyê de, gelek berxwedanên destanî û dîrokî re pêşengî û fermandarî kiriye. Karayilan anî ziman ku Şehîd Mordem kesekî pir dilsoz, dûrist, rêzdar û mutevazî bû.

PIŞTÎ ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA DIBE

Nirxandinên Fermandarê HPG’ê Murat Karayılan a di derbarê Endamê Konseya Fermandariya HPG û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk de wiha ne:

“Heval Mordem Ufuk, bi navê ku tê naskirin Mordem Çewlîk (Bulut Kîşî). Di sala 2005’an de di nava tevgera ciwanan de mertalê zindî hate pêşxistin. Wê çaxê nêzî 200 ciwan wekî mertalê zindî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn. Li wir daxuyanî dan, hewl dan ku di aliyê dewletê de gav bê avêtin, lê pêk nehat. Lewma wan ciwanan hemûyan biryar dan ku beşdarî nava refên gerîla bibin. Yek ji wan jî heval Mordem bû. Jixwe wê çaxê me nas kir. Hevalê Mordem ji malbateke welatparêz û demokrat tê. Di nava malbatê de bi ruhê welatparêziyê mezin dibe. Du mamên wî beşdarî gerîla dibin; heval Şêxmûs û heval Rojhat şehîd dibin. Her wiha ji malbatê mamek din dikeve zindanê, endamên din ên malbatê jî bi zilma dewletê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî kalê wî dema 70 salî tê girtin. Heval Mordem dema biçûk dibe şahidê van bûyeran û ev dibin bingeh ku xwe ji têkoşînê re amade bike. Li ser vî hîmî dixwîne. Eslê xwe ji Çewlîkê ye, lê li metropola Îzmîrê mezin dibe. Zanîngeha Dîcle ya Amedê qezenc dike, li wir beşê fîzîk dixwîne. Lê belê zêdetir di nava xebatên ciwanan de cih digire. Di nava ciwanan de xebatkarekî aktîf e. Ango dema ev mertalê zindî kete nava liv û tevgerê, ew tenê wekî endamekî di nava wan de cih negirt, ew jî di nava ciwanên ku rêxistin dikin de cih digirt. Hevalê Mordem wisa di nava tevgera ciwanan de jî xwedî cih bû. Di hin nivîsên xwe de qalê dike, dibêje ‘min pêwîst dît ku ez êdî biryar bidim, tevlî gerîla bibim’. Bi şêwazekî şiklî nêzî zanîngehê dibe. Yanî ne şêwazekî ku biçe bixwîne û biqedîne. Xwendinê dewam dike lê ya esas di nava tevgera ciwanan de cih digire û piştre jî biryar dide.

JI DAYÎK Û BAVÊ ŞEHÎD MORDEM RE SPASÎ

Ez dixwazim spasiya dayik û bavê heval Mordem bikim, yanî ciwanekî wisa bi terbiye, bi exlaq û bi çand mezin kirine. Heval Mordem dema hat cem me, 20 salî bû. Lê ciwanekî wisa xwedî karakter, exlaq û welatparêz. Li ser hîmekî welatparêz tev digeriya û kesekî germ jî bû. Diyar bû ku di nava malbatê de hatibû gihandin, hem bûyerên li derdora wî diqewimîn, hem jî çanda di nava malbatê de kesayetekî wisa xwedî sekin amade kiribû. 20 salan di nava me de ma. Tevger jî bi heman şêwazî li ser sekinî, ango perwerde kir. Lewma heval Mordem ne fermandarekî ji rêzê bû, fermandarekî wisa bû ku me ew ji bo pêşerojê amade dikir. Yanî Tevgerê gelek tişt dabûnê, li bendê bû ku hîn zêdetir pêşveçûn çêbibe. Hevalekî wisa bû ku hêviya pêşerojekê dida. Wî bi xwe jî bi keda xwe, hewldana xwe, cesaret û sekna xwe, bi çanda xwe, bi welatparêzî, hezkirin, hurmet, bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî rêxistinê, nirxan û hevalan zemîn ji xwe re amade dikir.

Tevlî Hêzên Taybet bû, di nava Hêzên Taybet de perwerdeyeke xurt a îdeolojîk, siyasî û leşkerî dît. Piştî perwerdeyê, bi israr xwest biçe Bakur. Wê çaxê ji bo wî Amanos guncaw hate dîtin. Amanos qadeke şoreşgerî ye ku mirov dikare hîn zêdetir lê pêş bikeve. Çû wir û çar salan li wir ma. Pratîka wî bingehekî saxlem jê re ava kir. Dema vegeriya, hat Akademiya Mahsum Korkmaz perwerde dît. Piştî wê derbasî Hêzên Taybet bû, ji ber ku endamê wir bû. Li wir jî pergaleke nû dihate avakirin, pergala akademiyên Husên Mahîr hate birêxistinkirin. Heval Mordem jî di rêxistinkirina akademiyê de û piştre jî di nava akademiyê de weke fermandar cih girt. Ders da, heval perwerde kirin, êdî bi xwe jî bû mamoste. Hem xwedî tecrubeyên gerîla bû, hem jî xwedî bingehekî xurt ê îdeolojîk bû û li ser teknîkê jî heya astekê serwer bû.

DORPÊÇA DIJMIN DERBAS KIR Û DERBASÎ GIRÊ AMEDIYÊ BÛ

Piştî perwerde li Akademiya Husên Mahîr dida û şûn ve, pratîk pêwîst bû. Wê çaxê Avaşîn qadeke guncaw bû. Li wir wek fermandariya eniyê hate erkdarkirin û bi rastî li wir roleke girîng lîst. Yanî ji bo sererastkirina taktîk û tarzê wir û pêşxistina teknîk-taktîk, di wan xisûsan de jîr bû. Di wê navberê de hinek perwerdeyên taybet jî heval Mordem dîtibûn. Weke nimûne, li dervey welat bi perwerdeyeke taybet qursa fuzeyan dît. Bi xwe fermandar bû, fuzekarî nekir, lê di fuzeyan de bû pispor. Ew û ekîbek çûn, ew fermandarê wê ekîbê bû. Ji wê re jî wisa amadekarî hate kirin. Piştî ew tecrubeya Avaşîn û şûnve, ji bo fermandariya saziyeke nû ya ku girêdayî biryargehê erkên taybet dimeşîne, hate vesazkirin. Di Biryargeha Navendî de demek dirêj kar kir. Feydeya vê yekê ji bo wî çêbû, di nava wê yekîneyê de heya astekî rol lîst.

Jixwe di saziya Hêzên Taybet de endamê rêveberiyê bû. Piştre bû endamê Konseya Fermandariya HPG’ê. Jixwe herî dawî bû endamê Fermandariya Hêzên Taybet. Ango hevalekî wisa qedeme qedeme, bi perwerde hate pêşxistin û pêşketin afirand.

Sala 2021’an weke tê zanîn, dewleta Tirk biryareke nû da ku êrîşeke berfireh li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bide destpêkirin û xwest Navenda Tevgerê, Biryargeha HPG’ê ji holê rake. Destpêkê li Garê da destpêkirin, li wir bi ser neket, şkest. Piştre jî li Avaşîn, Zap, Metîna ev êrîş destpê kirin.

Sala 2022’yan dewleta Tirk berê xwe da Zapê. Zap du alî ne. Aliyek rojava ye, aliyek rojhilat e. Jixwe çem e. Aliyê wê yê rojava, pala xwe dide Metîna, aliyê rojhilat jî heya Avaşîn diçe. Di wê demê de Hêzên Taybet li ser aliyê rojavayê Zapê disekinî. Dema ku dijmin berê xwe da wir; bi hêzeke taybet berê xwe da wir. Lewma li wir şer pir dijwar qewimî. Destpêkê di nava fermandariyê de, hinek pirsgirêk çêbûn. Sererastkirinek pêwîst bû. Her wiha şer jî bi rengekî dijwar diqewimî. Şer 5’ê Gulanê destpê kir, lê dema bû Tebax pêwîstî bi vesaziyeke nû çêbû. Ji bo vê heval Mordem Çewlîk guncaw hate dîtin.

BERPIRSYARIYA FERMANDARIYA ŞEREKÎ DIJWAR WEK XELATEK DÎT

Wî berê xwe da eyaletê. Eyalet di bin dorpêçê de bû. Bi afirênerî, jîrbûn û pisporbûna xwe dorpêç derbas kir û çû navenda biryargeha eyaletê, yanî girê Amêdiyê. Fermandarî û Koordîneya eyaletê girt ser xwe, rêveberiya eyaletê ya kevn jî li wir ma, êdî bi Koordîneya heval Mordem bi hev re kar meşandin. Wê çaxê agahî da ku ev vesaziya li wir ji bo wî hatî çêkirin, ji bo xwe weke xelatek didît. Yanî not wisa da biryargehê. Got, ‘ez spas dikim, we vesaziya min li vir çêkiriye, ev ji bo min xelateke wisa ye ku encex ez di xewna xwe de bibînim’. Piştî şehadeta wî me zanî ku ev yek di lênûsa xwe de jî nivîsandiye. Ev tê wê wateyê ku fikra wî ya esasî ev bû. Yanî ev vesaziya fermandariya eyaletê ji bo xwe wek xelat dibîne. Heval Mordem bi rastî jî fedayiyek Apoyî bû. Xeterî ji bo wî qet ne pirsgirêk bû. Ji bo wî zanebûn, rol lîstin, erk pêk anîn, esas bû. Ji ber ku xwedî sekneke fedayiyane bû. Bi wê seknê xwînsar bû, fikir û mantiq dimeşand û bi vî rengî mijar dinirxandin. Yanî bi vî awayî çû ser erkê eyaletê. Wisa bû milîtanekî fedayî yê Apoyî û bi vî rengî dikarî eyaletek di hundirê şer de bi rê ve bibe. Di vê astê de bû.

Weke tevger em di qonaxeke pir girîng de bûn. Ji bo em bi ser bikevin, diviyabû ku em teqez taktîk-nûbûn pêş bixin û di van taktîk-nûbûnan de kûrahî çêbikin. Ya rastî gelek fermandarên me di vê mijarê de bi teredut bûn. Yanî hevalên me yên leşkerî her tiştê nû wisa bi teredut dinirxînin. Lê heval Mordem hem xwedî serwextî, zanebûn û bingeh bû, hem jî bi biryargehê re kete nava nîqaşan ji ber ku ev jî ji bo wî derfetek bû. Yanî wî taktîka demê tam pejirandibû. Lê xwedî derdiket. Di vî warî de gelek alîkarî da me, ango bi biryargeha navendî re dibû alîkar. Bi zanebûna xwe ya teknîk, taktîk, dê çawa were pêşxistin, şerê tunelan, tîmên pispor, divê li ser çi hîman were pêşxistin, ji bo ku gerîla guhertin û veguhertinekê çêbike, bû pêşengekî bi biryar. Ango di vî warî bi rastî ne tenê pêşengê eyaletekê bû, ji bo pêşxistin û kûrkirina taktîka serdemê jî pêşeng û fermandarek bû. Fermandarekî nû bû. Yanî di tarzê û fêrbûnên berê de israr nedikir. Ji nûbûnê re vekirî bû, aqil û zekaya wî ji nûbûnê re vekirî bû. Pir objektîf mijar dinirxandin. Analîtîk zeka li gel xurt bû. Meseleya taktîk, teknîk, rêxistinkirin, plankirin, bi hev ve girêdayî dikaribû binirxîne. Ji ber ku di taktîka serdemê de, cihê teknîkê jî zêde heye, yanî di serdema me de şerê ku îro li hemû cîhanê pêş dikeve û di şerê me de jî êdî taktîk bêyî zanebûna teknîk nikare pêş bikeve. Ji ber ku di şeran de îstixbarat û teknîk hîn zêdetir derket pêş.

FERMANDARÊ ME YÊ SERDAMA NÛ BÛ

Girîngiya îstixbarat û teknîkê fêm kiribû û li gorî vê taktîk dinirxand. Lewma fermandarê demê bû û ev bi rêxistinkirin û plankirinê re hevgirtî dinirxand. Ango taktîk, teknîk, rêxistinkirin, plankirin komple dinirxand. Ji bo wê yekê bi rastî jî fermandarê demê bû, di warê taktîk de teqez wisa bû û di warê rêvebirinê de jî wisa bû. Ji ber ku di vî demî de fermandarî û pêşengiya kolektîf, tiştekî lezgîn e, yanî tê xwestin, pêdivî pê heye. Heval Mordem ji vê yekê re tam bersiv bû.

Serê salê carekê di vê xisûsê de hate hişyarkirin, çawa yanî, mesele tiştekê difikire, lê dibêje rêveberiya min qebûl nekir. Dixwaze hemû hevalan îkna bike û bi vî rengî kar bimeşîne. Yanî fermandarekî wisa kolektîf, bi hevalên jin re li hemberî desthilatdariya mêrê serdest xwedî sekin bû. Li ser hîmê azadiya jin, pêşxistina rêxistinê û fermandariyê hevalekî timî li pêş bû. Lewma em dibêjin fermandariya demê bû. Hem ji aliyê îdeolojîk, felsefîk û taktîkî ve hem jî ji aliyê teknîkî ve hevgirtî bû. Xwe gihandibû astekê. Ji ber vê yekê jî te dikarî wî weke hêzeke mudaxeleyê bişanda cihekî û erkdar bikira. Dikarî rol bilîze û bar rake. Bingehek girtibû. Êdî dizanîbû wê li ku çi bigire dest. Yanî wisa aqilê xwe pê mijûl dikir, serê xwe pê diêşand û li dû diket. Ev hemû taybetmendiyên fermandariya serdemê ne. Afirînerî pêre hebû, jêhatî bû. Di hemû tiştan de di asta xwe de xwedî zanabûnekê bû. Xwedî lêkolîn bû. Girêdayî vê bingehê di taktîkmeşandinê de encamgir bû. Bo nimûne bi hêsanî ji dorpêçên dijmin derdiket. Carna heval diçûn û li rastî dijmin dihatin û derbe dixwarin. Lê belê ew bi xwe li gel tîma xwe derdiket û dihat.

Carekê hinek heval şandibûn û ew heval winda bûbûn. Me jî pirsyar dikir ku gelo çi bi wan hat. Wî jî digot: ‘Min ji wan re gotiye ku ger gotinên min bi awayekî tam pêk bînin, teqez ew baş in’. Gelekî ji gotinên xwe bawer bû. Hemû tiştên hewce yên weke ku wê çawa û ji ku herin  û li ku derê bimînin, ji hevalan re digot. Ev hûrgilî hemû bi hevalên xwe dida fêmkirin. A niha derheqê hunera şer de gotinek heye ku dibêjin naveroka şer di nava hûrgiliyan de veşartî ye. Yanî detay. Şer, bi hûrgiliyan tê vexwarin. Ger mirov li ser hûrgiliyan bisekine wê bikare bi ser bikeve. Hevalê Mordem bi rastî jî bi hûrgiliyan re mijûl dibû. Di plansaziyê de hoste bû. Di mijara koordîneyê de rehet bû û dikarîbû ji hêz perspektîfên koordîneyê pêş bixista. Jixwe carna pêşniyar dikir û digot ku ez wisa û wisa difikirim. Bersiv dihat dayîn ku vê fikra xwe ji bo eyaleteke din bi kar bîne. Min tu caran fikr û pêşniyarên wî yên şaş ên derheqê eyaletan de nedîtin. Carna wisa kêmasiyên weke derengmayînê hebûn. Bo nimûne di bihara sala 2023’yan de li eyaletê gelekî çalakî û pêngav pêş ketin û hatin lidarxistin. Fîlmên van pêngavan hatin çêkirin ku ev di bin fermandariya rêheval Mordem de pêk hatin. Bo nimûne di pêngava dawîn a 19’ê Adarê de hinekî kêmasiyan rû da. Yên weke derengmayîn û hin hûrgiliyên tam nehatibûn temamkirin. Helbet hin tiştên cihê rexnekirinê hebûn lêbelê bêguman kes ne bêqusûr e. Lê belê di fermandariya me de hevalê me yê herî zêde li gorî sekna fermandariya serdemê astek bidestxistî, hevalê Mordem Çewlik bû.

BERXWEDANA ZAPÊ BERXWEDANA HERÎ DIRÊJ Û DESTANÎ YA DÎROKA KURDISTANÊ YE

Pratîkên Eyaleta Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê di dîroka têkoşîna me de berxwedana herî destanî ye. Berxwedana mezin û demdirêj e. Di temamiya dîroka Tevgera me û dîroka gelê Kurdistanê de berxwedana Zapê nimûneya yekem e. Ango çar salan li heman çeperê şer domandiye. Berxwedanên li her du aliyên Zapê û bi taybet jî ya li rojavayê Zapê ku heya niha jî dewam dike, di dîroka Kurdistanê de nimûne ye. Yekem e. Di vê  astê de li hemberî teknolojiya serdemê, li hemberî çekên qedexekirî yêm kîmyewî taktîk nukleerî sîng vegirtin, berxwedan pêşxistin û bi ruhekî fedaî, bi aqilekî teknîk û taktîk û bi jêhatîbûneke kûr pêş xistin. Ew berxwedan bû malê dîrokê. Berxwedana Zapê, di dîrok û hunera şer de rûpeleke nû ye. Bi rastî jî wisa ye. Yanî ji teknolojiya modern a serdemê re meydan xwendin. Jêre bersiv jî pêş xist. Di van berxwedanên dîrokî de weke fermandarê van berxwedanên destanî rol û misyona hevalê Mordem pir zêde heye. Her wiha hevalên wî jî ekîb û kollektîf bûn û cihê wan hemû hevalan jî heye. Yanî di saziyê de astek pêş ket. Çawa? Pêşxistina fermandarekî kollektîf jî astekê û hêzbûnekê dixwaze. Hevalê Mordem ev yek raber kirin.

Ew bi xwe fermandar e lê belê bi ekîbeke fermandar bi eyaletê re mijûl dibû. Fikrên xwe digotin, her roj nîqaş dikirin. Ji ber ku Hêzên Taybet li ser ilmê leşkeriyê jî hinek rêbazên nû pêş xistibûn. Ango dikarîbûn ku her tim bi hev re bikevin têkiliyê. Her çi qasî dewleta Tirk dibû asteng jî bi van rêbazên nû yên ku dewleta Tirk bi tu awayê pê nedihesiyayî, peyda dikirin û ragihandina xwe bi rê ve dibirin. Ango goftûgo, nîqaş û plansazî di pêşengtiya heval Mordem de pêk dihatin. Yanî di vî şerî de gelek hevalan rol lîst lê belê heval Mordem bi zekaya xwe ya analîtîk û nêzîkatiyên xwe ya li hemberî hemû hevalên xwe yên jin û mêr û mijûlbûna xwe ya ji hemû hevalên xwe re wisa pêşeng bû. Pêşî vedikir ku hemû heval têde rola xwe bilîze, fikra xwe parve bike û pêşengtiyê bike. Yanî raberkirina asteke bi vî rengî girîng e. Ya esas ev e. Di meşandina vê berxwedana Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de gelek lehengên me hene. Gelek hevalên ku têde rola xwe lîstine hene. Em di şexsê rêheval Mordem Çewlik, Delîl Zagros, Gabar Botan, Elî Serhed, rêheval Nalîn, Dîwan, Doga û Asmîn de van hemû lehengên fedaî bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelek hevalên egîd ên me navên wan negotî yên weke Ebasa, Şervanan, Hevrêyan û Andokan ên pêşeng û fermandarên fedaî yên li vê qadê ked dane û xwîn rijandine. Dîrokeke mezin e. Di dîroka Kurdistanê de berxwedaneke destanî ye. Xwedî cihekî mezin e. Helbet di vê yekê de rol û misyona heval Mordem gelekî girîng e û xwedî cihekî taybet e.

DI PÊVAJOYEKE WIHA DE ŞEHADETA WÎ JI BO ME BÛ ÊŞEK MEZIN

Dema ku heval Mordem ji Avaşîn vekişiya, hevalê Cûmalî çû şûna wî. Ew hevalê Cûmalî Çorûm, hevalekî me yê enternasyonal e. Em wî jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Berê li Akademiya Huseyîn Mahîr bi hev re weke ekîbekê dixebitîn. Têkiliyên wan pir xurt bûn. Bi hev re jî tim dinivîsandin. Herçend li deverên cuda jî bûn ji hev agahdar bûn. Hevalê Cûmalî Çorûm di berxwedana sala 2021’an de pêşengtî kir. Fermandarê şerê Werxelêyê bû. Fermandarê eyaleta Avaşîn bû. Yanî endamekî fermandariya eyaletê bû lê belê wî bi xwe jî di nav de cih digirt. Hevalê Cûmalî jî wisa li wir lehengiyek pêş xist. Hevalê Mordem, ji wê yek jî sûd wergirt. Ji ber vê yekê jî pir dixwest beşdar bibe. Ji ber wê weke me got ji bo dijmin weke xelatekê bû. Heval Cûmalî şehîd ketibû lê belê li şûna xwe tecrûbeyek hiştibû. Heval Mordem jî dixwest wê tecrûbeyê bigire û ser bixîne. Li hemberî Tevgerê jî xwedî nêzîkatiyên pir paqij, jidil û durist bû. Gelekî ji hemû hevalên xwe hez dikir. Rêz li wan digirt û mutewazî bû. Bi rastî jî fermandarê serdemê bû û fermandarê pêşerojê bû. Ji ber wê şehadeta wî ji bo me pir biêş bû. Şehadet di dema agirbestê de çêbû. Yanî şehadeta bi vî rengî jî ji bo me cihê êşê bû. Ne di nava şer de bû. Di rastiyê de ji bo ku ew ji wir bi silametî bê derxistin, li wir hatibû sekinandin. Yanî biryargeh bi vê meseleyê ve mijûl dibû ku silamet were û tev bigere. Di demeke wisa de li Girê Bihar li gel hevalan dima. Yanî ew tev digeriya. Ji Amêdiyê hatibû wir û li deverên din jî digeriya. Li wê derê artêşa Tirk dem bi dem bi obus, hewan, qazan û balafiran êrîş dikirin lê belê nediteqiyan. Dema ku nateqin jî heval diçin û wan obusan tînin hundir vedikin û TNT’a wê bi kar tînin. Dikin teqemenî. Lê belê bi wan tunelên xwe mezin û saxlem dikin. Yanî wê TNT’a di wan bombeyan de bi kar tînin. Wisa obusekê tînin hundir û dixwazin vekin. Ji ber ber aqilê xwe yê teknîkî heye, hevalan dide paş û bi xwe pêre mijûl dibe. Wisa ew bombe diteqe û ew yekser şehîd dibe. Du hevalên li rex jî bi giranî birîndar dibin. A niha rewşa wan baş e. Yanî têkildarî van yekan ji berê ve rexneyeke me heye. Li gel vê şehadeta wisa biêş jî ev rexneya me hate piştrastkirin. Yanî hevalên ji Hêzên Taybet ji ber ku dibêjin ku jixwe em fedaî ne û li gorî me şehadet hema ne tiştek e. Ji ber wê yekê zêde baldariya xwe nakin. Pir caran wisa bûne sedema windahiyan. Ne wisa îlleh di qezayan de di şer de jî baldariya xwe nakin û wisa tev digerin. Ev yek heye. Halbûkî endamekî Hêzên Taybet, leşkerekî profesyonel e. Di şer de profesyonelbûyîn pêwîst e. Profesyonelbûyîn jî ew e ku divê tu xwe ji dijmin re nekî hedef. Derbeyan nexwî û xwe biparêzî.

WEK MÎLÎTANEK FEDAÎ RUHÊ HEVALTIYA APOGER TEMSÎL KIR

Heval Mordem ev yek dizanîn. Gelek caran jêre hatibû parvekirin. Di nivîsên xwe de gotibû ez ê xwe ji dijmin re nekim hedef ku heval xemgîn nebin. Yanî dizane ku ger şehadeta wî çêbibe em ê pir xemgîn bibin. Ji ber wê yekê wî bi xwe ev yek nivîsandiye. Bi rastî jî ez xemgîn bûm. Xwe ji dijmin re nekir hedef lê belê çû xwe ji qezayê re ji teqemeniyê re kir hedef. Ev yek cihê rexneyê ye. Ew qasî aliyên xwe yên bedew û jêhatîbûnên xwe hene, di pêşxistina taktîka serdemê de rolek lîstiye, bi vê rola xwe ji me hemûyan re bû alîkar, keda xwe li ser me heye, pêşengtî kiriye, li gel van yekan tecrûbeyek bi dest xistiye, ji bo pêşerojê peyama ronahiyê dida û di bûyer û qezayeke bi vî rengî de şehadet nayê qebûlkirin û pejirandin. Yanî diviyabû ev yek wisa nebûya. Ev cihê rexneyê ye. Lê belê dîsa jî ev hemû performansa ku heval Mordem di jiyan, sekn û pratîka xwe de nîşan daye û nûnertiya ruhê rêhevaltiya Apogerî kiriye û weke milîtanekî fedaî yê Apoyî ye, fermandarekî serdemê bû, bi aqilê xwe yê vekirî kesekî wisa bû yanî ku mirov dikare gelekî xizmetê ji vê şoreşê re bike. Ji ber van yekan şehadeta wî bêguman cihê êşê ye. Mirov pê diêşe. Berxwedanên destanî pêş xistiye û ji wan re pêşengtî kiriye, ji bo şoreş û gelê me berhemeke mezin e. Ev berhem wê tim û tim zindî bin. Fermandarên bi vî rengî hem roleke girîng dilîzin û hem jî peyama pêşerojekê didin, bi taybetmendiyên xwe yên bilind ên rêhevaltiyê, bi exlaqê xwe, bi karekterên xwe yê şoreşgeriyê, bi sekna xwe ya bi îrade, bi disîplîn û asta xwe tim û tim mînak in. Ji ber wê yekê heval Mordem, wekî fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê nemir e. Bi şop û taybetmendiyên xwe wê ji bo me tim û tim pêşeng be. Li ser vî esasî em dibêjin ku şehîd namirin, şehîd namirin.’’

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema berxwedana kolektîf e

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan li dijî tundiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeda li Dersimê di roja 2’yemîn de ye

Li Dersimê, nobeda ku piştî birîna cezayê girtîgehê yê li Hevşaredar Cevdet Konak destpê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyan dixin hucreyên yek kesî

Feyyaz Başak ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê tê ragirtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?