Şemî, 13 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amnesty International: Divê Şerîfe Muhammedî bê şert û merc bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Komîsyonê ava bikin, faîlan derxînin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Wê di rêya azadî û demokrasiyê de wê serdemek nû destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Îtalî: Konseya Ewropayê divê mudaxilî doza Ocalan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalîde Engîzek: Hevrê Emîne wê riya me ya azadiyê timî ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûna bi 12’ê Îlonê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Divê demildest mafê hêviyê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dûran Kalkan: Emîne Erciyes pêşenga piralî ya xeta azadiyê ya jinê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Dewleta Tirk bi rengekî cidî û samîmî nêzî pêvajoyê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê forum: Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Rihayê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê û wekheviyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belçîka rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê ya ji bo jinan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Şeva Çaran’ îşev li ser ekranên Medya Haber TV’yê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana ‘Pirga Cizîrê’ ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin
Kurdistan

Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker diyar kir ku divê civak li hemberî wan kesan hişyar be olê bi kar tînin û got, "Gelê me divê li hemberî yên ku mal û milkê gelê me weke xenîmetê dibînin, xwedî li nirxên xwe derkeve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker li ser Selefîtî û Îslama Desthilatdariyê ji AnF’ê re axivî.

Mîrxan Karker got, “Desthilatdarî Îslamê bi rengê selefî pênase dike. Divê mirov bala xwe bidin ser dîroka vê yekê. Dîroka wê digihêje heta Hz. Mûhammed; xwe weke sahabe, tabiîne pênase dikin. Lê belê rabirdûya xwe digihêje heta Îbnî Teymiyye; dema ji sala 1200’î heta 1300’î.

Îbn-î Teymiyye ji Heranê ye. Di dema Mogolan de fikrên wî diafirin. Piştî ku Îngiliz tên Rojhilata Navîn hin îdeolog derdikevin holê; Mûhammed bîn Abdulvehhab, Cemaleddîn Afganî, Mûhammed Abduh û Seyyîd Kutub bingeheke îdeolojîk datînin.

Ev bi sê beşan dabeş bûne; Vahhabî, Cîhadî û Selefî. Di nava wan de cudahî gelekî kêm e; lê belê bi demê re navên cuda derketin holê ku bi navê dewletê şer kirin.

Di vê demê de rêxistinên weke Boko Haram, Îhvani Muslîm, El Qaîde, DAÎŞ û Hîzbul-Kontra têne naskirin, Ûsame Bîn Ladîn û Ebûbekir Bagdadî ji xwe taktîkên şer bi kar anîn. Herî dawî Abdullah Azzam diyar kir ku divê doktrîna şer çawa bê meşandin.

Rêbertî ev metirsî zû dît û hişyarî da. Ji ber vê yekê jî rehê Îslama Demokratîk afirand. Rêbertî Peymana Medîneyê kir bingeha vê yekê. Peymana Medîneyê li dijî muxalîfên Îslamê ji bo pêkanîna yekîtiya li Medîneyê, avakirina aramiya mirovên din di navbera ensar û muhaciran de hate kirin.

Piştre dema ku desthilatdariya dewletê rû da, ji bo parastina civakê fikrên cuda derketin holê. Tasavvûf û Tarîqat di vê demê de ava bûn. Kesên weke Îbnî Arabî, Hallaci Mansûr, Fahreddîn Razî li hemberî dewletê bingeha parastina civakê bi xwe danîn.

Ji xwe li Kurdistanê ev rewş bi rêya medreseyan bi pêş ket. Mînak Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Batê; piştre Şêx Ubeydûllah Nehrî û Şêx Seîd rabûn. Yanî dema ku civak kete metirsiyê, rehekî ku karibe wê biparêze, ji dewletê dûr, nêzî civakê destpê dike.”

Mîrxan Karker anî ziman ku 2 kesan rê û rêbazên şerê Selefî diyar kirin û got, “Yek jê Îbnî Teymiye ye. Îbnî Teymiyye dibêje, ‘Qezenca herî helal xenîmet e’. Xenîmet çi ye? Yanî destdanîna ser mal û milkê mirovan. Li Rojhilata Navîn ev rewş li pêş çavên her kesî qewimî. Dest danîn ser mal û milkên mirovan; li Şengalê jin dîl girtin û li bazarên koleyan firotin.

Ya duyemîn jî êrîşên bombeyî ye; teqandina bombeyan li nava gel e. Mînak li Amed, Riha, Enqereyê êrîşên bombeyî kirin. Bingeha vê jî ji aliyê Abdullah Azzam ve hate danîn.

Abdullah Azzam civakê bi du rengî pênase dike: Yek Daru’l Harb, du Daru’l Îslam. Li cihê ku qanûnên Selefiyan derbas nabin Daru’l Harb e. Ji ber vê yekê Abdullah Azzam dibêje ‘Jin jî zarok jî, extiyar jî hemû kafir in’. Û bi vî rengî dewam dike: ‘Ji ber vê yekê dikare bikeve nava wan û çalakiyê bike, hemûyan bikuje’. Sîstemek li ser vê bingehê hatiye avakirin.

‘BI MEJIYÊ BAZIRGANIYÊ NÊZÎK DIBIN’

Nuqteyeke din jî ew e ku bi mejiyê bazirganiyê nêzîk dibin. Mînak, dibêjin ‘Me li vê dinyayê canê xwe da, em şehîd ketin; wê demê li aliyê din divê Xwedê cinetê bide me’. Hejmara hûriyan jî diyar kirine. Yanî ketina wan a şer, îbadeta wan hemû li ser hesabekî ye.

Lewma jinên di ser 9 salî re yên li hemberî wan e, ji bo xw weke cariye dibînin. Dema ku şerek diqewime yekser dikevin malên mirovan, dest datînin ser mal û milkên wan, jinan direvînin û li bazara koleyan difiroşin. Ev fikir bi wan re timî heye. Bi vî rengî bê exlaqî kirine.

Lewma jin dîl girtin, xistin qefesan û firotin. Ûsame Bîn Ladîn, Ebûbekir Bagdadî, Hîzbul-Kontra li ser vê bê exlaqiyê şer kirin. Quranê li gorî xwe şîrove dikin, dibêjin ‘Ev ji bo me helal e’. Aqil diterikînin; ji ber vê yekê tiştên dûrî ji exlaqê ji bo wan girîng nîne.

Ji ber vê yekê şerê ku wan li Rojhilata Navîn meşandin civak bi kûrahî hejand. Civakê ji ber desteserkirina mal û milkên mirovan, ji ber firotin û destavêtina li jinan nerazîbûn nîşan da.

Selefî li ku bin, li ku derê rahêjin çekê her tim bindestan weke dijmin dibînin; êrîşî serweran nakin. Mînak, ti carî êrîşeke yekser nebirin ser dewletên Xiristiyan, lê belê yekser êrîşî civakan dikin. Bi taybetî jî êrîşî wan civakan dike ku ji bo wan dibêjin ‘Ji ol dûr ketine’.

‘DEWLET JI BO WAN PÎROZ E’

Îslama Desthilatdariyê û Selefî ayetên 44, 47 û 49’an ên Sûreya Maîdeyê ji bo xwe weke delîl dibînin. Dibêjin, ‘Yên hukmê Xwedê naecibînin kafir in’. Di nava Selefiyan de dewlet pîroz e. Dema ku gihîştin armanca xwe yanî bûn desthilatdar, hemû rê û rêbazan diceribînin. Ji bo gihîştina armanca xwe demokrasiyê weke takiye bi kar tînin. Ji ber ku demokrasî civakê temsîl dike û ew vê yekê weke kifir dibînin.

Ji dîktatorî û qraliyetê re ‘xelîfe’ dibêjin. Halbûkî ev avanî hemû heman tişt in. Jİ ber ku kesek ji her tiştî berpirsyar e; qanûn jî ew e, hikum jî di destê wî de ye. Xeyala wan a herî mezin bidestxistina dewletê ye, ji ber ku dewlet ji bo wan pîroz e. Dema ku dewlet bi dest xistin hingî dixwazin civakê bi zext û zorê bînin ser xeta xwe. Ji ber vê yekê carna xwe welê nîşan didin ku weke bi navê demokrasiyê tiştekî dikin, lê belê ew dijminên herî mezin ê demokrasiyê ne.

Selefiyên li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê her tim Tevgera Azadiyê weke kafir û murted dîtine. Şerê li hemberî me jî weke şerê herî pîroz pênase dikin. Me ev yek li Şengalê, li Bakur, di salên 1990’î de, li Efrîn, Kobanê bi şênberî dît. Bi xwendina Sûreya Fetîh êrîşî me dikirin. Weke ku Kurd hemû kafir in tevgeriyan, bi ayetên Quranê dixwestin wan ‘bixin ser rê’.”

‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIJMINATIYÊ LI CIVAKÊ DIKIN’

Mîrxan Karker destnîşan kir ku di felsefeya tevgera wan de feraseta ‘pariyek, hirkayek’ heye û diyar kir ku ev yek felsefeya cewherî ya Îslamiyetê ye. Mîrxan Karker got, “Mînak şoreşgerekî me, gerîlayekî me ji bilî çeka xwe tiştekî xwe nîne. Tiştekî ji bo xwe, yan jî malbata xwe nake; têkoşîna xwe hemû ji bo civakê ye. Nirxên ku em dijîn û didin jiyîn Îslamiyeta Demokratîk ava dikin. Em ne berjewendiyên şexsan, lê berjewendiyên civakê ji xwe re dikin esas.

Yên ku olê bi kar tînin jî bi temamî dijminatiyê li civakê dikin. Rêbertî qala jiyana weke derwêşan dike û mînakên van hemûyan ji dîrokê werdigire. Kî dibe bila bibe; dîroka Îslamê dike çavkanî. Mînak derwêş çawa jiyan? Mal û milk nedan ser hev, felsefeya wan bi temamî ‘pariyek, hirkayek’ bû.

Rewşa me jî bi vî rengî ye. Hevalên me yên bi salan têkoşîna şoreşgerî meşandin birîndar bûn, fîşek li bedena wan ketin, şehîd bûn. Me berdêlên gelekî giran dan, lê belê kesekî bi tenê jî ev têkoşîn ji bo berjewendiyên xwe nemeşand.”

Mîrxan Karker diyar kir ku ew xwedî felsefeyeke bi vî rengî ne û got, “Ji ber vê yekê Selefî di vê serdemê de jî zimanekî çiqasî qirêj bi kar bînin, Kemalîst, emperyalîst, kapîtalîst pratîkeke çawa bikin jî li hemberî pratîka me nikarin têbikoşin.

Lê belê divê civak di vê mijarê de baldar be. Meleyên me divê baldar bin.”

‘DIVÊ CIVAKA ME XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE’

Mîrxan Karker got, “Civaka me divê xwedî li cejnên xwe, li nirxên xwe xwedî derkeve. Mînak nikarin biçin goristanan û Fatîhayekê bixwînin. Halbûkî şaxê darekê bikeve goristanê kes wî şaxî ranake; ji ber ku pîroz e. Civak çima Mewlûdê pîroz dibîne? Ji ber ku ew bi zimanê civakê hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê bi xweşiya civakê diçe.

Divê civak xwedî li aliman derkeve, kevneşopiya 12 aliman dewam bike. Her wiha divê felsefeya Rêbertî ji xwe re bike esas, pirtûkên wî bixwîne. Cîhanê bişopîne, Selefiyan teşhîr bike. Bi taybetî yên ku bi vê meseleyê zanin divê Îslama Demokratîk bi pêş bixînin. Jİ ber ku Îslama Desthilatdariyê ne tenê li hemberî me, ne tenê li hemberî Kurdan her wiha ji bo her kesî metirsî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sefkan Kobanê: Dewleta Tirk bi rêya HTŞ’ê Sûriyeyê tevlîhev dike
Nûçeya Pişt re ‘Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin!

Hevşaredarên jin ên ji DEM Partiyê gotin, "Em ê têkoşîna xwe bi serhildana xwe mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi mehane girtiyan nabin nexweşxaneyê û berdana wan tê astengkirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehane…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin

Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xalîde Engîzek: Hevrê Emîne wê riya me ya azadiyê timî ronî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûna bi 12’ê Îlonê re

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zeynep Karayilan: Divê demildest mafê hêviyê were naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?