Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Gelek bajaran çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû’
Kurdistan

‘Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû’

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim yek ji nûnerên herî xurt ê xet û felsefeya Apoyî bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovekî herî zane bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn kir ku 27’ê Gulana 2020’î di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Di destpêka axaftina xwe de Têkoşîn Cûdî di şexsê Qasim Engîn de şehîd hemû bi bîr anî û got, “Hevalê Qasim hevrêyekî fedakar bû, gelekî bi tevger û bi coş bû, moralê xwe bilind bû. Li her qadên jiyanê bû. Xwedî van taybetmendiyan hemûyan bû. Lê belê dema ku mirov van jî bînin ziman têrê nake, kêm dimîne. Mirov hewl bide hevrê Qasim vebêjin, ev yek wê nehêsan be. Wate dida jiyanê, li ser vê wateyê jî xwe digihand heqîqetê.

Rêbertî dibêje, ‘PKK helbestek e, stranek e, romaneke bê dawî ye’. Mirov dikare hevrêyên şehîd jî bi vî rengî pênase bikin. Ew nemir in, em ji bo şehîdên xwe çi bikin wê kêm be. Em ê nikaribin deynê wan bidin. Dema ku em qala azadiyê dikin, şehîd azadî ye. Azadî, heqîqet û wate şehîd e. Têkoşîn û berxwedan şehît e. Ji ber ku ji bo armanceke mezin, ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin. Weke ku di pênaseya hevala Zîlan de hate gotin, ‘Xwezî ji canê min bêhtir tiştekî hêja hebûya ku min ew jî ji bo Rêbertî feda bikira’. Rêbertî civakek e. Rêbertî nûnerê nirxên azad û pîroz hemûyan e. Ji ber vê yekê hevrêyên me yên şehîd hemû, bi taybetî jî şehîdên me yên weke hevalê Qasim têkoşîneke bi wate meşandin. Bi hevalê Qasim re me demeke dirêj derbas kir, em bi hev re xebitîn, bi hev re meşiyan. Salên dûr û dirêj me bi hev re têkoşîn meşand. Têkiliyên wî yên hevrêtiyê gelekî xurt bûn. Dema ku min cara destpêkê hevalê Qasim dît liv û tevgera wî, sekna wî, helwesta wî gelekî balkêş bû. Em 20 hevrê bi hev vre bûn, hemû jî li dora wî civiyan. Yek bi yek ji me pirsîn bê çawa ye, çi karî dike, ji ku ye, kengî tevlî bûye, perwede dîtine yan na.

Bi vî rengî bi me re sohbet dikir. Bawerim di nava partiyê de, di nava rêxistina me de kesek nîne ku bi hevalê Qasim re silav nedane hev, jê bi bandor nebûye, ew nas nekiriye. Tu wî nas dike, ew jî te nas dike. Hevalê Qasim digot, ‘PKK bi her tiştên xwe bedew e’, ez jî dikarim bibêjim ku hevalê Qasim bi her tiştên xwe bedew bû. Wî bedewî bi xwe re kiribû yek.”

Têkoşîn Cûdî bi dewamî got, “Hevalê Qasim gelekî hez ji gerandina govendê dikir. Gelekî hez ji stranên Koma Berxwedan, şehîd Mizgîn û şehîd Sefkan ên li ser nirxên me dikir. Di her pîrozbahiya me de digotin, de ka stranekê bibêjin. Me jî ji bo gotina stranê ew pêşniyar dikir. Hevalê Qasim timî helbestên li ser hevalên şehîd, yan jî stranên berxwedanê digot.”

Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku şehîd Qasim Engîn hem hunermend, hem perwerdekar, hem fermandar, hem jî hevrêyek bû û got, “Bi salan di nava partiyê de bû. Di heman demê de endamê komîteya navendî ya partiyê bû. Bi her tiştên xwe xwezayî bû. Hurmet û pîvana wî ya rêxistinî cuda bû. Dema ku hevalê Qasim bi te re bûya, te zanîbû ku tu dikare pirsgirêkan jî kelecana xwe jî pê re parve bike. Her wiha armancên xwe yên ji bo paşerojê… Gotinên wî mirov dixist nava liv û tevgerê. Li gelek qadan cih girt. Li Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li nava komîteya şehîdan cih girt. Wê demê bi arşîvên şehîdan re gelekî eleqedar dibû. Ji bilî vê karên perwerdeyê, karên çapemenî-weşanê dikir. Kîjan kar jê re bihata dayin, qebûl dikir, tevlî dibû. Bi rastî jî di karê xwe de zindîbûnek diafirand. Hevalê Qasim demeke dirêj di nava karên çapemenî-weşanê de ma. Gelekî xwezayî bû, rehet bû lê di heman demê de xwedî dîsîplîneke gelekî cidî ya kar bû. Em bi hev re dixebitîn. Serê sibehê sae di 00:06’an de plansaziya giştî dihate kirin. Hemû heval kom dibûn, plansazî dikir, wezîfe dihate parvekirin û her kes diçû wezîfeya xwe. Dema ku pirsgirêkekê rû bida, ji bo çareseriyê jî yekser berê xwe didan wî. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim ku hevalê Qasim hunermend e, perwedekar e, hevrê ye, fermandar e.

Têkiliyên xwe yên bi gel re gelekî cuda bû. Dema ku bi wan re diaxivî hem tiştek ji wan werdigirt hem jî xwedî nêzîkatiyeke gelekî sade bû. Dema ku bi yekî Botanî re diaxivî, mirov digot ‘Gelo ev ji Botanê ye?’ Têkildarî gel xwedî hişmendiyeke dîrokî bû. Gelekî eleqeya xwe li ser çand û dîroka Kurdan hebû. Ne tenê eleqeya teorîk, ev yek di pratîkê de jî dikir.”

Gerîla Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn timî rû li ken bû, bi moral bû û got, “Hevalê Qasim li gelek qadan têkoşîn meşand. Mînak di mijara tenduristiyê de digot: ‘Qet nebe nîv saet piştî xwarinê çayê venexwin, ev yek ji bo tenduristiyê baş nîne’. Yan jî digot, ‘Temam, hûn çixareyê dikişînin, lê belê çixareyek serê sibehê ya berî taştê bi qasî paketeke bi temamî zerarê dide. Vê nekin’. Timî hişyar dikir. Di mijara xwarin û vexwarinê de jî hewl dida perwerde bike. Dixwest jiyan bi rengekî bedew û bi tenduristiyeke baş bê jiyîn. Weke milîtaneke Apoyî, weke ferdeke vê têkoşînê dikarim vê bibêjim; yek ji hevrêyên herî bedew bû ku min ew nas kir. Wateya heqîqetê di kesayetiya xwe de afirandibû. Ji bo vegotina wî ne nivîs, ne stran têrê dike. Divê hevalê Qasim her tim bê bîranîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Têkoşîn Cûdî got, “Ji bo em karibin jiyana xwe li ser bingeheke rast ava bikin, divê em xwe bigihînin heqîqeta şehîdan weke hevalê Qasim. Hevale Qasim yek ji temsîlkarên herî xurt ên xet û felsefeya Apoyî ya li nava PKK’ê bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovên herî zane bû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin
Nûçeya Pişt re Omer Ocalan: Serok dibêje DEM Partî partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê berxwedan qet nesekinî

Berxwedana ciwanên Êlihê ku desteserkirina Şaredariya Êlihê protesto dikin, tevahiya şevê berdewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qada Galatasaray aqûbeta Yusuf Erîştî hate pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1042’yemîn de aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn ku beriya 34…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hikumeta Tirk tecrîd bi rengekî fermî qebûl kir’

Endama MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul li ser tecrîda giran a li Îmraliyê û rakirina tecrîdê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê gorek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?