PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne. Kaytan û Altûn, li Taxa Tuzluçayirê ya Enqereyê bi beşdariya gelek kesan hatin bibîranîn.
Ji bo Altûn û Kaytan, li mala Altûn lê mezin bûbû û tevgera azadiyê aj dayî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Xwişka Riza Altûn, Nûrhayat Altûn, xizmên Kaytan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî bîranînê bûn. Di heman demê de parêzer Ozgur Erol ku di serdana Îmraliyê de cih girtibû, siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel û Edîbe Şahîn û gelek Dayikên Aştiyê jî tevlî bîranînê bûn.
Li cihê bîranînê wêneyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, qurnefîl û find hatin danîn. Her wiha ji bo ziyaretvanan lênûska bîranînê hate danîn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete Gulbang da. Ji bo Kaytan û Altûn çerax hatin vêxistin û klamên bi Kurdî û Tirkî hatin gotin.
Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo wefata Kaytan û Altûn şandibû ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
‘SERDEMÊ JIYANEKE NÛ AFIRANDIN’
Siyasetmedar Sebahat Tuncel di bîranînê de got: “Wan ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên cîhanê, ji bo çînên bindest, jinan, kedkaran jî jiyaneke xweş xwestin. Tam jî li vir bi birêz Abdullah Ocalan re rêhevaltî kirin. Lewma navên Riza Altûn û Kaytan, lêgerîna wan a heqîqetê, rêwîstiya wan li vir gihişt hev. Ji ber ku ew ji bo tiştekî bi cisaret tevgeriyan. Li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê, wan jî mîna Rosa Luxemburg got; ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin û ji bo vê jî em ê pêşeroja xwe ava bikin.’ Wan ew ji bo vê utopyayê bi dilwêrekî tevgeriyan. Wan, weke Prometusên serdemê jiyaneke nû afirandin.”
‘TOVÊ JIYANEKE NÛ REŞANDIN’
Bi domdarî Sebahat Tuncelê got: “Têkoşîn û keda 50 salî, ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn kulîlkên jiyaneke nû vekirin. Dibe ku ji hêla fîzîkî niha ew ber bi heqiyê ve meşiyabin lê têkoşîn, ked, hewldan û fikrên wan mîna 52 sal berê tovê jiyaneke nû reşandin.
‘YA KU DIKEVE SER MILÊ ME EW E KU EM AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’
Pêvajoya ku jiyaneke nû hate ragihandin ku bi banga Apo a ku 27’ê Sibatê watedar bû û bi bersiva PKK’ê ve teşe girt, hem ji hêla Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ve hem jî ji hêla gelên me ve tê wateya destpêkirina serdemeke nû. Peywira ku niha dikeve ser milê me ew e ku em vê pêvajoya nû birêsin. Bikin ku civakî bibe. Di vê mijarê de berpirsyartiyên dikevin ser milê dewletê hene. Weke ku birêz Ocalan jî gotiye; divê dewlet veguhêze ser zemîna siyaseta demokratîk, pêşiya sosyalîstan û zemîna hiqûqî veke. Peywira dikeve ser milê me jî ew e ku em jiyana civakî, demokratîk, komunal û sosyalîst ava bikin. Ev, destpêkeke nû ye û serdema têkoşînê ye. Ew ê di têkoşîna me ya aştî û azadiyê de bijîn. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em aştiyê pêk bînin.”
Piştre jî peyama Hayatî Kaytan û helbesta Alî Haydar Kaytan a “Akiş Sevîncî” hatin xwendin. Roja ewil a bîranînê bi pêşandana sînevîzyoneke ku Kaytan û Altûn vedigot bi dawî bû. Bîranîna li Tuzluçayirê dê sê rojan bidome.