Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşniyara ‘qanûna çarçoveyî’ wê sibê pêşkêşî meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KCK: Divê em li ber qirkirina ekolojîk rabin
Civak & Ekolojî

KCK: Divê em li ber qirkirina ekolojîk rabin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê diyar kir ku her devera Kurdistanê ya ku qirkirina ekolojîk lê tê kirin divê veguhere çepera têkoşînê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ragihand ku qirkirina ekolojîk a giran ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tê kirin, dewama îmhaya çandî û fîzîkî ye ku bi stratejiyeke şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin. KCK’ê diyar kir ku bi qirkirina ekolojîk dixwazin Kurdistanê vala bikin û nifûsa wê biguherînin.

5’ê Hezîranê Roja Ekolojiyê ya Cîhanê di sala 1972’an de hate ragihandin. Ji bo girîngîdayina li ekolojiyê hate ragihandin, lê belê di nava 52 salên derbasbûyî de ekolojî bû ew qad ku timî hate ser ziman lê xisareke giran lê bû. Her ku metirsiya li ser mirovahiyê û ekolojiyê mezin bû, qirkirina ekolojîk jî zêde bû. Li şûna ku li hemberî krîza ekolojîk gav bê avêtin, bingeh ji felaketa ekolojîk re hate amadekirin. Sozên ku heta niha di konferansên avhewayê de hatin dayin bi cih nehatin anîn. Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi wesîleya Roja Ekolojiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, hêzên serwer ên kapîtalîst bi gelek kiryarên li dijî ekolojiyê gef li paşerojê xwarin û felaketên nû afirandin. Komîteyê ragihand, ji bo berjewendiyên hindikahiya ji sedî yek ê nifûsa Cîhanê, bi talaneke mezin nirxên pîroz ên mirovahiyê û ekosîstem hate tinekirin, rekorên germahiyê yên her sal têne şikandin û felaketên avhewayê di mijara encam û asta vê hovîtiyê de hişyariyê didin.

QIRKIRINA EKOLOJÎK WEKE ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN

Komîteyê destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina ekolojîk a ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tê kirin weke amûrek ji polîtîkaya mîlîtarîst û faşîst tê bikaranîn û diyar kir, ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat komkujiyên ekolojîk ên li seranserê cografya Kurdistanê belav bûne weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî ji bo qirkirina civakê tê meşandin ku bi stratejiyeke şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Di dewama daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Gundên Kurdistanê yên ku beriya niha hatin valakirin îro di binê ava bendavan de têne hiştin. Bi talankirina daristanan, bi dehan bendavan, bi hezaran kanên madenê, santralên enerjiyê, polîtîkayên ekoqirkirinê yên li dijî çandiniyê derfetên jiyanê têne tinekirin û xizanî û bêmirovhiştin tê ferzkirin. Tê xwestin, cografya Kurdistanê ya mîna bihuştê ku gelê Kurd li hemberî her cûre êrişan xwe lê digire, vala bikin û demografiya wê biguherînin. Ev qirkirina ku bi navê ewlekariyê dixwazin rewa bikin, ne tenê li ser Kurdistanê û gelê Kurd, di heman demê de bi şer, bê av hiştin û encamên xwe gefê li hemû gelên herêmê dixwe. Dewleta Tirk di planên xwe yên emperyal û faşîzan ên hilweşîner de qirkirina ekolojîk weke çekekê bi kar tîne.

YEKPAREBÛNA COGRAFÎ YA KURDISTANÊ TÊ TINEKIRIN

Xwezaya Kurdistanê ji berê ve mexdûrê şerê îmha, komkujî û dijminatiya li gelê Kurd e, lê belê di dîrokê de mîna vê demê ti carî li qirkirineke ewçend giran rast nehatiye. Lewma Kurdistanê ti serdemê bi gelê Kurd re di vê astê de heman çarenûs parve nekiribû. Çiya, ax û xwezaya Kurdistanê ku li hemberî her cûre êrişan gelê Kurd hembêz kir û parast, niha bi îmhayê re rû bi rû ye. Mîna gelê Kurd xwezaya wê jî weke dijmin tê dîtin û tê qirkirin. Bi armancên faşîst û qirker, bi qirkirina ekolojîk bajarên Kurdistanê têne dorpêçkirin û yekparebûna cografî tê tinekirin. Bi bendavên ku cografya Kurdistanê parçe dikin, ji Rihayê heta bi Botan û Serhedê bi Santralên Enerjiyê yên Rojê (GES), bi herêmên nû yên lêgerîna li petrolê, bi polîtîkayên dijberiya çandiniyê, madenkarî, talankirina daristanan, bi şerê giran, operasyonên leşkerî û bi bombardûmana bênavber Kurdistan di bin êrişên giran ên dagirkeriyê de ye.

JI BO GELÊ KURD JI KOKÊ QUT BIKIN

Qirkirina ekolojîk di heman demê de êrişek li ser paradîgmaya ekolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Hêzên dagirker ên ku çav berdane azadiya me, zimanê me, çanda me û hemû nirxên me yên manewî, cografya Kurdistanê ya ku me heta niha xwe lê girtine bi projeyên talankirina ekolojîk dorpêç dikin, dixwazin gelê Kurd ji kokê qut bikin, xaka ku em lê dijîn bikin ku jiyan lê nebe. Çav berdane hemû nirxên welatê me ku warê bi hezaran salan ê qedîm e. Mîna ku li Rojava dikin; dar û genim ku çavkaniya debarê ya gel e tine dikin, dest datînin ser avê. Li Bakur û Başûr û Rojhilat bi destê leşkerên Tirk bi milyonan dar têne birîn û şewitandin.

QIRKIRINA EKOLOJÎK BI ROJÊN SEMBOLÎK NIKARE BÊ RAWESTANDIN

Li hemberî vê rewşê, mîna li tevahiya cîhanê ji bo Kurdistanê jî rojeke me weke Roja Ekolojîk nîne ku bê pîrozkirin. Berevajî vê yekê em di demeke welê de ne ku li hemberî komkujiyên giran ên qirkirina ekolojîk, feryada xwezayê û felaketê divê em biêşin, lêpirsîn bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Krîza ekolojîk ne pirsgirêkeke welê ye ku bi rojên sembolîk bê çareserkirin. Qirkirina ekolojîk a ku tê kirin ferz dike ku her roj bibe roja ekolojiyê, vegera li jiyana ekolojîk. Têkoşîna ekolojîk ne ew têkoşîn e ku tenê bi rêxistinên ekolojiyê bê meşandin, têkoşîna her kesî ye. Ya ku vê qirkirinê rawestîn e têkoşîneke ekolojîk a girseyî, rêxistinî û civakî ye ku li her devera cîhanê bê meşandin.

CIHÊN QIRKIRINÊ DIVÊ BIBIN ÇEPERÊN TÊKOŞÎNÊ

Mîna ku Rêber Apo dibêje, qirkirina ekolojîk hinceteke raperînê ye, têkoşîna ekolojîk welatparêziya herî xurt e. Wezîfeya me ya herî mezin a wijdanî û mirovî ye ku em guh bidin vê feryada xwezayê û bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo vê jî her qada ku daristanên me têne birîn, zeviyên me, ava me tê talankirin, her qada ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê weke qadeke têkoşînê, çepereke berxwedanê bê dîtin ku em mafê xwe yê jiyanê lê biparêzin. Her gava ku em ji bo têkoşîna ekolojîk biavêjin, her dareke ku em biçînin, her çalakiyeke mez çepereke jiyanê ye. Mîna li Akbelen û Colemêrgê, çalakiyên li dijî madenên ku jehrê didin jiyanê divê zêde bibin. Her devera Kurdistanê ya ku qirkirina ekolojîk lê tê kirin divê veguhere çepera têkoşînê. Li hemberî yên ku dest datînin ser av, xak, rabirdû, bendav, zozan û çiyayên me divê em bikevin nava liv û tevgerê.

BERPIRSYARIYÊN ME HENE

Li pêşberî xwezayê ku bi milyonan salî cîhan amade kir û dayiktî ji me re kir, li pêşberî dîrokê, li pêşberî nifşê paşerojê berpirsyariyên me hene. Li xaka Kurdistanê ku şoreşa çandiniyê lê hate kirin, li pêşberî wan mirovên ev nirx afirandin, li pêşberî gelan hemûyan berpirsyariya me heye. Li pêşberî Heskîfê ya ku bi bêdengiyê me ew di binê avê de hişt, li pêşberî azadiyê ya ku bi bendavan hate dîlgirtin, li pêşberî çemên me yên berhemdar ên hatin dizîn, li pêşberî daristanên hatin talankirin, xwezaya hate desteserkirin, xak û tovan berpirsyariya me heye.

DIVÊ BIBE SEDSALA TÊKOŞÎNÊ YA EKOLOJÎK

Hêzên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk dixwazin sedsala 21’ê veguherînin serdema Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, qirkirina ekolojîk mezin bikin, cîhanê veguherînin dojehê. Divê destûr neyê dayin ku van armancên xwe yên tarî û faşîzan bi cih bînin. Yekane rêya ku felaketa ekolojîk rawestîne têkoşîna topyekûn e. Ji ber vê yekê serdema 21’ê bi qasî ku serdema azadiya jinê ye, divê weke serdema têkoşîna ekolojîk bê meşandin. Çawa ku azadiya jinê nikare radestî hêzên serwer bê kirin, ekolojîk jî nikare radestî wan hêzan bê kirin. Lewma li her devera cîhanê ev yek berpirsyariyê dide hemû gelan, dide me hemûyan. Ji bo têkoşîna ekolojîk beriya her tiştî divê jin û ciwan bikevin nava liv û tevgerê ku hêza pêşeng a civakê ne. Hemû beşên civakê divê xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava hewldanan. Cotkar, karker, gundî, koçber, bêkar û her kesên ji xwezayê hatine qutkirin û neçar hatine hiştin ku li bajaran bijîn divê bibin yek. Her kesên ku gund, av, zevî, dar, hewa ya cîhanê û Kurdistanê diparêzin, her kesên ku dixwazin bijîn, hawirdorparêz divê bibin yek. Ekolojiya civakî ya ku alternatîfê pêşkêşî vê qirkirinê dike, tenê bi têkoşîna girseyî, rêxistinî û civakî dikare pêk were. Dayika me ya xwezayê ku bi hezaran salî mirovahî xwedî kir, ji bo jiyanê û parastina mirovahiyê li benda me ye, li benda têkoşîna me ye. Ji bo paşerojeke azad em têkoşîna ekolojîk mezin bikin! Ne rojekê em her rojê bikin roja ekolojiyê, jiyana ekolojîk ava bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Umît: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin û bidomînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê du çalakî lidar xistin

Milîsên Atakan Mahîr HBDH’ê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbolê du çalakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kantona Firatê: Komplo têk çû

Şêniyên Kantona Firatê diyarkirin ku komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Tejaneya avê di hedefa şîrketa madenê de ye: ‘Proje qada jiyanê ya gel hedef digire’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Xanê Karasû peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?