Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike
Kurdistan

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

KCK'ê bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, serketina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" wê hem armancên komployê têk bibe, hem jî Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di ser Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re 27 sal derbas bûn, ku di şexsê Rêber Apo de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me hate kirin. Em vê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku yek ji komployên herî nexêr û herî tarî û qirêj a li dijî gelan e ya dîrokê ye, hêzên ku tevlî vê komployê bûne careke din bi tundî şermezar dikin. Di şexsê hevrê Halît Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xeleke ji agir û pêşengî ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî re kirin, hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin, li pêşberî bîranînên wan ên hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Van hevrêyên me yên hêja bi wêrekî, pêşdîtin û fedakariyeke mezin, bi helwesteke dîrokî encamên mezin afirandin. Bîranîna wan ji niha û pê ve jî wê rêya me ronî bike. Em hêzê ji wan werdigirin, li ser xeta wan dimeşin. Di encama rêberiya wan û têkoşîna li ser xeta wan, wê komploya navneteweyî ya ku heta niha bi serr neket, ji niha û pê ve jî bi ser nekeve, negihêje armanca xwe.

Komploya 9’ê Cotmehê weke operasyoneke navneteweyî hate plankirin û bicihanîn Ev pêvajoya ku bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bû, di serî de ji aliyê DYE, Îngilistan û Îsraîlê, ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate meşandin. Ji xwe ev pêvajoya ku bi gefa vekirî ya li hemberî dewleta Sûriyeyê destpê kir, heman piştî civîna NATO’yê rû da. Bêguman dewleta Tirk ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan tevlî vê planê bû, lê belê yên ku ev plan afirandin û bi cih anîn hêzên navneteweyî bûn. Hêzên modernîteya kapîtalîst mêtinger ên Rojhilata Navîn li ser bingeha berjewnediyên xwe dîzayn dikin û talan dikin, ji ber ku xeta azadiyê ya Rêber Apo li hemberî armancên xwe yên emperyalîst kapîtalîst weke astengî dîtin, ketin nava planeke bi vî rengî.

Rêber Apo ji bo pêşî li kûrbûna şer bigire û rê li ber çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd veke ji Sûriyeyê derket û çû Ewropayê. Rola diyarker a Ewropayê ya li ser afirandina pirsgirêka Kurd anî ber çavên xwe û ji bo vê rewşa xwe ya neyînî ya dîrokî çareser bike, firsendek da Ewropayê. Lewma Rêber Apo berê xwe neda çiyê û çû Ewropayê. Lê belê bi komployê bersiv ji vê armanca Rêber Apo re hate dayin. Dewletên Ewropayê ku li gorî plana DYE û NATO’yê tevgeriyan, ev şensê ku ji wan re hate dayin bi rengekî baş nekarîn binirxînin. Di berdêla berjewendiyên siyasî û aborî de nirx û hiqûqa xwe binpê kirin û piştgirî dan polîtîkaya qirkirina Kurdan a dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî bi têgihiştina xwe ya dijminatiya li Kurdan tevgeriya, ji bilî vê yekê çavên xwe tiştekî din nedît. Ji bo pêşketinekê kêrhatî ji bo gelê Kurd pêk neyê her carê bi wî şûrê ku herdu aliyên xwe tûj e girt, ku hêzên hegemon ên navneteweyî dirêjî wê kir. Ji bilî vê yekê li tiştekî din nefikirî.

Gelek hêz tevlî nava komploya navneteweyî bûn, ku her yek ji wan xwedî berjewendiyeke cuda bûn. Lê belê yek ji armancên bingehîn ên komploya navneteweyî derxistina şerê navbera Kurd û Tirkan bû. Hêzên navneteweyî xwestin li Rojhilata Navîn şerekî di navbera Kurd û Tirkan de bidin destpêkirin û bi vî rengî serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj dewam bikin. Hêzên komploger bi komployeke navneteweyî bersiv dan hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi vî rengî armanca xwe bi şênberî nîşan dan. Ji xwe dewletên Ewropayê û hêzên din hîn jî bi rengekî cidî piştgiriyê nadin çareseriya pirsgirêka Kurd, berevajî vê yekê di neçareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên vekirî û veşartî dimeşînin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku ev polîtîka îro jî dewam dike. Di salvegera komployê de em dibêjin, hêzên ku tevlî vê komployê bûn dest ji van armancên xwe berdin, komployê dewam nekin, rexnedayina xwe bidin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke pozîtîf rabin.

Rêber Apo ku armanca komploya navneteweyî dît, giranî da ser jinûve sererastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan. Înkar ji holê rakir û li şûna cihêkariyê jiyana li welatekî hevpar a di nava yekîtî, wekhevî û demokratîk de destnîşan kir. Li gel tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya ku 27 salan di pêvajoya Îmraliyê de lê hate ferzkirin, di vê helwesta xwe de israr kir, ji bo vê têkoşiya. Pêvajoya ku îro bi navê ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ destpê kir, encamek ji vê hewldan û têkoşîna Rêber Apo ye. Lewma bi serxistina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ re wê armancên komploya navneteweyî bê pûçkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêkanîn. Berpirsyariyeke dîrokî ya gelê me û hêzên demokrasiyê ye ku vê rastiyê baş fêhm bikin û piştgiriyê bidin hewldanên Rêber Apo yên ji bo jinûve seerastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de ji bo serketina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ em bang dikin ku hevgirtina xwe hîn bi pêş ve bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin.

Em dikevin salvegera duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku weke parçeyek ji têkoşîna li dijî komployê destpê kir. Bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re gelên cîhanê, hêzên sosyalîst demokratîk, jinan û mirovahiya pêşverû azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd weke armanceke bingehîn a têkoşîna navneteweyî ya mirovahiyê destnîşan kirin û dest bi vê pêngavê kirin. Vê têkoşînê encamên mezin afirand û wê hîn jî biafirîne. Bi wesîleya salvegera Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî em careke din silav û hurmetên xwe pêşkêşî hemû dostan dikin ku ev têkoşîn dan destpêkirin û piştgiriya wê kirin. Bêguman serketina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’, wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Lewma em dibêjin, di sala sêyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn. Divê ev yek weke armanca bingehîn bê dîtin û li ser vê bingehê têkoşîn li her derê bê bilindkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJAR’ê banga xwedîderketinê li rûmet û hebûnê kir

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), destdirêjî û kuştina zaroka keç a 6 salî…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Tu kes nikare roja me tarî bike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH Ewropa: Kizildere dîroka hevgirtina şoreşgerî û fedekariyê ye

Komîteya HBDH’ê ya Ewropayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyek da û got, "Kizildere dîroka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?