Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê hiqûqê vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KCK: Têkoşîna ekolojiyê mafê bingehîn e
Civak & Ekolojî

KCK: Têkoşîna ekolojiyê mafê bingehîn e

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bal kişand ser qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Ev talana ku bandorê li tevahiya jiyanê dike, têkoşîneke topyekûn li ser me ferz dike. Berpirsyariyeke exlaqî ye ku ji bo xweza û paşerojê têkoşîn bê meşandi

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ragihand ku bîlançoya qirkirina ekolojîk a şerê li Kurdistanê her roj girantir dibe û ji bo parastina cîhanê, xwezayê û paşerojê bang kir.

TALANA LI SER EKOLOJIYÊ GIRAN DIBE

Daxuyaniya KCK’ê ya bi sernavê “Têkoşîna ekolojîk mafekî bingehîn e” bi vî rengî ye:

“”Encamên talana ekolojîk, ku hêzên serdest û derdorên rantxur ê pergala kapîtalîst bi bêehlakiyeke bi israr pêşengiya vê dikin, her roj kûrtir dibe û rê li ber ziyanên nû vedike. Ew civîn, hevpeyman û hevdîtinên hêzên serdest ku bi hejmarên qelabalix qaşo ji bo çareserkirina vê krîza ekolojîk -ku bi xwe berpirsyarê wê ne- lidar dixin, ji sozên pûç û hevkariya vê dirûtiyê wirdetir ti encamê bi xwe re nayêne. Heta niha ya ku di bin navê çareseriyê de hatiye kirin, tenê xapandina raya giştî, ji berpirsyariyê rev û kûrkirina pirsgirêkan bû. Ji ber berjewendiyên xwe, bi awayekî bêşerm pirraniya biryarên ku di van civînan de wergirtine pêk nayenin. Pêşîgirtina qirkirina xwezayê li aliyekî, her sal vê hîn kûrtir dikin û rekorên talanê yên nû dişkînin. Encamên ku her roj em hîn girantir dijîn, asta vê hovîtiya ku bi maskeya ‘pêşketin’ û ‘şaristaniyê’ tê meşandin eşkere dike. Ev qirkirin ewqas dijwar bûye ku êdî saziyên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî, ku heta niha çavê xwe li vê girtiye jî êdî li xwe mikûr tê, vê hovîtiya heyî tîne ziman û weke ‘karesatekê’ bi nav dike.

Tenê di van çend rojên dawî de li parzemîn û welatên cuda germahiya hewayê ya di asta herî jor de bilind bûye, şewatên daristanan, lehiyên rû dane, ziyanên di encama şerên dijwar de pêk hatine, ji bo em asta xetereya vê karesatê fêm bikin, bes in. Her êrîşek li dijî ekolojiyê birînên nikarin werin cebirandin vedikin û eger ev talana heyî dewam bike êdî em dizanin ku bê wê di dema pêş de me kaşî jiyaneke çiqas tarî bike.

BÎLANÇOYA QIRKIRINA EKOLOJÎK A ŞER GIRAN DIBE

Ji ber polîtîkayên talanê yê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP, hin ji cihên ku ev karesat bi dijwarî pêk tê jî Kurdistan û Tirkiye ye. Bîlançoya qirkirina ekolojîk a şer ku bi destê AKP û MHP li Kurdistanê tê meşandin, her roj girantir dibe. Ew tundiya ku hişmendiya faşîst li ser civakê dimeşîne, bi her awayî bandorê li ser xwezayê jî dike. Desthilatdariya faşîst ku bi awayekî eşkere di propagandayên xwe yên hilbijartinê jî cih dabû projeyên talanê ekolojîk, dixwaze van planên xwe yên qirêj bixe dewre. Weke gavên destpêkê piştî hilbijartinê komkujiya li dijî daristanên Şirnex, Besta, Gabar û Cûdiyê bi hemû hovîtiya xwe dewam kir, daristanên Akbelen ên Mûglayê, zeviyên zeytûnan ê li Yatagan û Hatayê pêşkêşî şîrketên desthilatdariyê kirin. Her wiha dîsa li Cûdî, eskerên artêşa faşîst a Tirk bi awayekî bê perwa qeyd kirin û daristan şewitandin. Hîn şewata daristanên li Cûdî dewam dikir, li navçeya Lice daristanên nû şewitandin. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê zeviyên gund û bi sedan darên fêkî bi destê eskeran hatin tinekirin.

KIRYARÊN FAŞÎZAN ÊN KU ÇANDINIYÊ TÊK DIBE

Di salên 1990’î de gundên Kurdistanê dihatin şewitandin û îro jî dijminahiya li dijî Kurd û Kurdistanê bi pêkanînên faşîzan ên qirkirina xwezayê û tinekirina çandiniyê tê meşandin. Bi vê zilmê li ser gel koçberî û xizanî tê ferzkirin. Li Rojava, Başûr ve Bakurê Kurdistanê bi destê esker û çeteyên artêşa dagirker a Tirk daristan û darên zeytûnan tên birrîn û şewitandin, Kurdistan bi bendavan hatiye dorpêçkirin, bi sedan santral û kargehên madenê hene û amadekariyên projeyên dagirkeriyê yên nû tên kirin. Li Bakurê Kurdistanê tevî Riha, Dersîm û Amedê, ji Botanê heta herêma Serhedê li dehan navçe û bajaran dixwazin erdên çandiniyê dagir bikin û li ser van Sentralên Enerjiyê yên Rojê bi cih bikin, ava Gola Wanê û çemê Mûnzûrê bi Sentralên Hîdro Elektrîkê ziwa bikin. Her wiha li Rihayê av û elektrîka wan dibirrin, nahêlin gel çandiniyê bike, li Amedê genimê cotkaran di erdewan de dihelin, qûtê wan û keda wan heba dikin, bi qedexeya derketina derve û zozanan sewalan bi mirinê, gundiyan bi xizaniyê re rûbirû dihêlin, li Kurdistanê ava vexwarinê ya gund û navçeyan dibirin. Û ev tenê çend mînak in.

QIRKIRINA KU BI NAVÊ EWLEKARIYÊ TÊ REWAKIRIN

Ev qirkirina ku bi dijminahiya Kurdan tên meşandin, bi maskeya ‘ewlekariyê’ tê rewakirin. Lê belê, ji şerê desthilatdariya AKP-MHP ku li deşt û çiyayan bi çekên kîmyewî û bombebaranên balafirên şer dimeşîne, her derê weran dike, dişewitîne û her wiha ji projeyên talanê yê ekolojîk dijwartir û xetertir ku li ser ewlekariyê bandorê çedike çi heye? Bi van talan û komkujiyan xweza û pergala ekolojîk ku ewlekarî û misogeriya bingehîn a jiyana me ye, çawa dikare were parastin? Ev şerê ku di bin navê ‘ewlekariyê’ de bi polîtîkayên faşîzan hatine meşandin heta îro tim êş weranî û talan pêk anîn û dema li dijî xwezayê tên meşandin jî heman encamê didin. Ferqa bi tenê ew e ku şerê li dijî ekolojiyê bi qasî bombeyên şerê din bi deng nînin û carna di demeke hîn direjtir de tine dike. Her dareke tê birrîn, bendaveke tê avakirin, santraleke tê çêkirin dewama vî şerê ku li dijî xwezayê û însan tê meşandin e û ziyana vê bombebaranê bi ti awayî nikare were cebirandin.

DIVÊ EM RAWESTÎNIN

Weke hemû karesatan, karesatên ekolojiyê jî bi destê hêzên serdest ê pergalê û desthilatdaran hatine afirandin, lê yê ku divê pêşî li vê bigire jî em in. Li hemberî asta qirkirina ekolojiyê ku êdî weke karesat tê bi navkirin berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Ji ber vê yekê divê ti kes bêdeng nemîne; zarok, ciwan û mezin her kes û hemû beşên civakê li hemberî vê xwe birêxistin bikin û têbikoşin. Em bêdeng bimînin, xwe dûr bixin jî em nikarin ji vê berpirsyariyê birevin. Ev qirkirina ku bandorê li ser hemû jiyanê dike, li ser me jî têkoşîneke topyekûn ferz dike. Têkoşîna ji bo ekolojiyê li hemberî xweza û dahatûyê berpirsyarî û helwesteke ehlaqî ye. Têkoşîna ekolojîk têkoşîneke heq û dadê ye. Li hemberî dizî û talana desthilatdariya faşîst parastina xweza, ax, av û hewayê mafê herî bingehîn e. Her kêliya ku em dereng dikevin daristanek tê şewitandin, zindiyek tê kuştin, çemek tê qirêjkirin, zeviyek pêşkêşî karsazan dikin, gundek tê valakirin û jiyan tê tinekirin. Rêxistinbûna ji bo ekolojiyê wezîfeyekî jiyanî ya lezgîn e. Ji ber vê yekê roj roja li hemberî hişmendiya faşîzan û polîtîkayên talanê parastina jiyanê, rêxistinbûn û têkoşînê ye. Roj ew roj e ku beyî em dereng bikevin dinyayê, xwezayê biparêzin, bi zanistiyeke ekolojîk hêza xwe bikin yek, xwe birêxistin bikin û dahatûya xwe biparêzin. Ji bo em pêşî li dizî, talan û komkujiyan bigirin, berî her tiştî rêxistinbûn û têkoşîn.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê 2 leşkerên Ermen hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Kooperatîfên çandiniyê bi jinan geş dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê lidar xist

Milîsên Ezîz Gabar ên HBDH’ê li Aydinê li dijî depoya febrîqeyekê çalakiya sabotajê lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Girê Qestel Cindo

19 şervanên YPG'ê ku heta wê rojê qet şer nekiribûn, li Girê Qestel Cindo yê…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E: Divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe

YJK-E ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo peyamek da û ji bo meşa Kolnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

‘Guherîna avûhewayê rîska şewata daristanan a li Kanadayê du qatan zêde kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Tejaneya avê di hedefa şîrketa madenê de ye: ‘Proje qada jiyanê ya gel hedef digire’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Dîmenê santrala termîk ê ji jorê ve: Toz û dûman bi ser herêmê ve ketiye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?