În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji saziyên Elewiyan banga Newrozê: Roja mezinkirina têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroz li Sêweregê bi tevlîbûneke xurt hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Erzînganê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KCK: Têkoşîna hevbeş dikare vê şewatê vemirîne
Civak & Ekolojî

KCK: Têkoşîna hevbeş dikare vê şewatê vemirîne

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Divê em nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê di daxuyaniya xwe de polîtîkayên dewleta Tirk ên talankirina xwezayê û xemsariya wê ya têkildarî nevemirandina şewatan rexne kir û şehîdên jîngehparêz bi bîr anî.

Naveroka daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:

TÊKOŞÎNA HEVBEŞ DIKARE VÊ ŞEWATÊ VEMIRÎNE!

“Li Tirkiye û Kurdistanê her roj şewateke nû ya daristanan û komkujiyeke nû ya xwezayê rû dide û di encamê de em berdelên giran ku bi tu awayî em nikarin cihê wan dagirin, didin. Piştî ku li Eskîşehîrê 10 karker di şewata daristanê de jiyana xwe ji dest dan, mixabin li Bûrsayê jî wendahî çêbûn. Her wiha berî vê bi çend rojan li Rojhilatê Kurdistanê jî di şewata daristanan de wendahî rû dabûn. Ji ber van wendahiyên giran ku li Tirkiye û Kurdistanê di şewatên daristanan de rû dan em pir xemgîn in. Berî her tiştî em van karkerên daristanan yên ewladê gel ku di berdela parastina xweza û jiyanê bedena xwe kirine mertal û canê xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wan ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Her weha ji bo parastina nirxên hevbeş yê mirovahiyê daristanan, bi fedakariyeke mezin di refên herî pêş de çûne hewarê em minnetdariyê xwe tînin ziman. Ev ewladên gel ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane mînake herî mezin ya welatparêzî û têkoşîna ekolojiyê nîşan dan. Em diyar dikin ku emê di her şert û mercî de xwezaya ku di berdela wê de canê xwe bexş kirine biparêzin û têkoşîna ekolojiyê mezin bikin. 

Bê guman ev rewşa giran ya di şewatên daristanan de nîşan dide ku weke  rayedar îdîa dikin em nikarin sedema vê bi germahiya hewayê an jî bi nehişyarbûnê bînin ziman. Weke wendahiyên niha, wendahiyên ku par li şewatên daristanan yên li Amed û Mêrdînê hatin jiyîn jî bi awayekî eşkere berpirsyariya dewletê nîşan dide. Lewma weke gelê me ku piştî van bûyeran di nerazîbûnên xwe de anîn ziman, berpirsyarê sereke yê van encamên giran hukumeta AKP ye. Tevî ku xebatkar cane xwe feda kirine û çûne ku agir vemirînin, ji bo vî karî bikin pêdiviyên wan nehatine dayîn, şert û mercên bi ewle yên xebatê nehatine amadekirin. Ji xwe rayedarên hikûmetê jî di daxuyaniyên xwe de li xwe mikûr hatin ku li hemberî agir tiştek nekirine û tenê lê temaşe kirine. Ev hemû berpirsyariya hikûmetê ya di van wendahiyan de eşkere dike.  

JI BO ŞER PERE HEYE  

Li gorî daneyên fermî, îsal li Tirkiye û Kurdistanê zêdetirî 3 hezar şewatên daristanan rû dan û tenê di mehên Hezîran û Tîrmehê de herî kêm 650 şewatên daristanan rû dan û di encamê van de bi deh hezaran hektar daristanan tine bûn. Tevî ku tê zanîn germahiya hewayê her sal zêde dibe û ev dibe sedema şewata daristanan, lê hukûmeta AKP li pêşberî vê ti tedbîr negirtiye. Weke karesatên erdhêj, lehî û yên din di şewata daristanan de jî gel bi tenê hate hiştin, dewlet wezîfeyên xwe bi cîh neanî û ev helwesta xemsar bû sedema karesat û wendahiyên nû. Dewleta ku ev bi salane bi bahaneya ewlekariyê ji şer re bi milyaran dolar vediqetîne û pesnê xwe dide ku yek ji artêşa bijartî ya NATO’yê, ji bo agirê daristanan vemirîne pere nabîne, bê çare dimîne. Desthilatdariya AKP ku ji bo kirîna balafirên nû yên şer amadekiriyê dike û lêçûnên eskerî zêde dike, li hemberî şewatê daristanan ti gav navêje. 

Hikûmeta AKP’ê ne tenê bi xemsariya li hemberî şewatên daristanan, bi polîtîkayên li dijî gel û xwezayê jî ev bi salane êrîşên mezin pêk tîne û di polîtîkayên qirkirina ekolojîk de rekorên nû dişkîne. Ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê bi qanûnên li dijî gel û xwezayê çav berdayê av, daristan û araziyên gel û bi polîtîkayên rantê yên berfireh van xesp dike. Tevî şewata daristanan yên dubare dibin, li bajarên Tirkiye daristanan pêşkêşî şîrketan dikin. Her weha li Kurdistanê li Şirnexê bi destê leşker û cerdevanan ev bi salan e bê navber komkujiyên daristanan dewam dikin û ev li hemû Botanê belav dibe. Bi taybet jî bi qanûnên nû yên di dema hikûmeta AKP de hatine derxistin qadên daristanan pêşkêşî şîrketên maden û enerjiyê dikin. JI aliyê din ve qadên daristanên ku hatine şewitandin ji statuka daristanan tên derxistin û ji bo avahiyên nû werin çêkirin destûr tê dayîn. Ev tevahî pirs û fikarên derbarê van şewatan de zêde dikin.  

TEVÎ FEDAKARÎ DIVÊ RÊXISTINBÛN JÎ PÊŞKEVE 

Her weha ev şewatên dawî nîşan dide ku em nikarin ne canê xwe ne jî daristanên xwe teslîmî vê dewleta ku qirkirina ekolojîk dijwar dike û ji bo rantê çem, erd û daristanên gel pêşkeşî şîrketan dike, bikin. Ji xwe heta niha ji dewletê zêdetir bi fedakarî û têkoşîna gel ku canê xwe daye ber çavên xwe ev agir hatin vemirandin. Rewşa heyî nîşan dide ku bendewariyên ji dewletê dibe ku encamên karesateke gengaz dijwartir bike. Lewma gelekî girîng e ku weke hemû kresatên gengaz yên rû bidin, ev fedakarî û piştgiriya gel ya li hemberî şewata daristanan nîşan daye bibe rêxistinbûn û sazîbûneke mayînde û demdirêj. Ya ku xwezayê û jiyanê rizgar bike ne dewleta ku çav berdaye nirxên me, têkoşîna me ya hevbeş e. Berovajî bendawariyan divê ev polîtîkayên rantê û xemsariya dewletê were eşkerekirin û jê hesap were pirsîn. Ev nirxên hevbeş ku ji dîrokê xwe gihandine heta roja me ya îro, bes dikare bi hevkarî, rêxistinbûneke berfireh û sazîbûnê werin parastin. Gelên ku ev fedakarî nîşan dane, bê guman dikare têkoşîna ekolojîk ku bingeha siberoja me ava dike jî bi awayekî herî xurt bimeşîne û bersîvê bide hemû pirsgirêkan.  

TÊKOŞÎNA HEVBEŞ WÊ SIBEROJÊ MÎSOGER BIKE 

Bê guman wendahiyên ku heta niha me di şewatên daristanan û têkoşîna ekolojîk de dane, tevî berpirsyariyên me gavên ku divê em biavêjin jî nîşan didin. Girîngiya piştiriya hevbeş ku divê em li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê xurt bikin, têkoşîn, rêxistinbûn û çalakiyên cihereng û girseyî ku divê em pêk bînin jî diyar dike. Divê em nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin. Weke parazvanên xwezayê, ekolojîst, rewşenbîr, ciwan, jin, bi kurtahî weke hemû gelên ku li ser rûye erdê dijîn, li hemberî van komkujî û qirkirinên ku rû didin divê em têkoşînê mezin bikin û van mîrateyan beyî ku kêm bikin û tine bikin, bigihînin siberojê û nifşên nû. Têkoşîna hevbeş, li hemberî hemû xetereyan mîsogeriya herî mezin e.’’ 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK: Jîngeha me niştîmana me ye, parastina wê erkê me ye!
Nûçeya Pişt re Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîden dixwaze destûra rûniştinê ya bi sed hezaran koçber hêsantir bike

Di serdemeke ku koçberî mijarek sereke ya kampanyayên hilbijartina seroktîyê ya li Emerîkayê de ye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin a aramiya çiyê: Şehît Ararat Bawer

Heyv çend roj in gelekî şewq dide. Her gava ku lê dinihêrim şeva ku em…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?