Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komxebata Kurdî: Ziman ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê mafekî jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ÎHA’yek ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Baroya Wanê: Divê destavêtina li Rojînê bê lêpirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê bang kir: Berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê mezin bikin
Kurdistan

KCK’ê bang kir: Berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê mezin bikin

KCK'ê diyar kir ku piştgiriya vekirî ya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û tevlîbûna hikumeta Iraqê ya bi lihevkirinan rewşeke cidî û metirsîdar e û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê berxwedana topyekûn mezin bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Bi vê armancê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi Başûrê Kurdistanê tê kirin. PDK’ê rêyên fermî li artêşa Tirk a dagirker vekiriye, kontrola cihên ku artêşa Tirk lê ye bi temamî radestî artêşa Tirk kiriye. Welê lê hatiye ku artêşa Tirk a dagirker li cihên ku lê ye bendên kontrolê daniye. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berfireh dibe, gav bi gav rêveberiya li Başûrê Kurdistanê dixe destê xwe.

REWŞEKE NÛ Û METIRSÎDAR E

Sewqiyata çek û leşkeran ku wesayitên zirxî jî di nav de bû, ji rêyên fermî û eşkere têne kirin, ku ev yek jî nîşan dide ku lihevkirinek heye. Êrişên dagirkeriyê yên heta niha dihatin kirin bi piştgiriyeke veşartî ya PDK’ê dihatin kirin. Dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê, li gel dijberiya dewleta Iraqê êrişên dagirkeriyê dikir. Lê niha bi destûr û erêkirina hikumeta Iraqê êriş dike. PDK jî êdî bi rengekî vekirî piştgiriyê dide dagirkeriyê. Ev yek rewşeke nû û metirsîdar e. Em balê dikişînin ser vê rewşa metirsîdar, di heman demê de hişyariyê didin û banga hişyarî û berpirsyariyê li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin.

HIKUMETA IRAQÊ TEVLÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKERÎ Û DAGIRKERIYÊ BÛYE

Dewleta Tirk a dagirker qirker ku li hemberî berxwedana tevger û gelê me têk çûye, ji bo karibe Kurdan qir bike hewl dide hîn bêhtir hêzan tevlî konsepta xwe ya tasfiye û qirkirinê bike. Yek ji van hêzan jî dewleta Iraqê ye. Dewleta Tirk ku dibîne ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê piştgiriya PDK’ê têrê nake, hewl da dewleta Iraqê jî ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Dewleta Tirk bi taybetî di payîz û zivistana 2023’an de derbên giran ji gerîla xwar û piştî vê derbê, ev rastî fêhm kir. Ji hingî ve kete nava hewldanan ku dewleta Iraqê tevlî nava konsepta xwe ya qirkirin û dagirkeriyê bike. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan meha Nîsanê bi vê armancê serdana Iraqê kir. Mixabin hikumeta Iraqê nekarî bi xurtî li ber zextên dewleta Tirk bisekine û bi rêya lihevkirinan tevlî polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê bû. Tevgera me li Iraqê weke rêxistina qedexekirî hate ragihandin ku ev hewldan, vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Naxwe, tevgereke ku her tim bi dewlet û gelê Iraqê re di nava têkiliyeke dostane û piştevaniyê de ye, çima ji aliyê hikumeta Iraqê ve weke rêxistina qedexekirî bê rakirin? Ev yek bi çi rengî dikare bê îzahkirin?! Hikumeta Iraqê têkiliyên aboriyê û hwd. bi hin hincetan dide pêş û îdîa dike ku ev lihevkirin ji bo vê armancê nîne. Lê belê ev gotin û nêzîkatiya hikumeta Iraqê rast û rasteqîn nîne. Me ev yek wê demê anîn ziman, me diyar kir ku bi tevlîkirina hikumeta Iraqê dixwazin pêvajoyeke metirsîdar bidin destpêkirin û hişyarî dabûn hemû hêz û derdorên pêwendîdar. Em dibînin ku ev yek niha gav bi gav tê bicihanîn. Êrişên dagirkeriyê yên nû yên li ser Başûrê Kurdistanê radixin pêş çavan ku li ser bingeha konsepta qirkirinê ya li dijî gelê me, lihevkirin hatine kirin.

DIVÊ IRAQÎ VÊ METIRSIYA CIDÎ BIBÎNIN

Em zanin ku her kesên li Iraqê ne bi peymanên qirêj ên bi dewleta Tirk re ne. Gelek hêzên demokratîk û welatparêz ên Iraqî dibînin ku têkiliyên bi dewleta Tirk re hatine danîn ne li gorî berjewendiyên Iraqê ne û van têkiliyan napejirînin. Mixabin bi destê hikumeta Iraqê ya heyî dewleta Iraqê tevlî konsepta li dijî gel û tevgera me tê kirin û li hemberî vê yekê jî helwesteke xurt nayê nîşandan. Ev yek ji bo Iraqê kêmasiyeke cidî ye, di heman demê de metirsiyeke cidî ye. Lewma ji bo bidawîbûna van têkiliyên ku bi kêrî Iraqê nayên, divê helwesteke siyasî ya xurtir bê nîşandan. Têkiliyên ku hikumeta Iraqê bi dewleta Tirk re daniye, teqez li gorî berjewendiyên gel û dewleta Iraqê nîne. Zêdebûna êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nîşaneya vê yekê ye. Girîng e Iraqî hemû vê rastiyê bibînin. Bi taybetî rewşenbîrên Iraqê divê li ber van nêzîkatiyan rabin ku atmosfera xwişk-biratiyê xera dike û divê civaka Iraqê di vê mijarê de agahdar bikin.

ARMANCA DEWLETA TIRK DAGIRKERÎ Û NIJADPERESTÎ YE

Dewleta Tirk xwedî armancên dagirkerî, nijadperestî û neteweperestiyê ye. Mejiyê xwe mejiyê dijminatiya li Kurdan e û armanca xwe ya sereke jî qirkirina Kurdan e. Desthilatedariya AKP-MHP’ê xwedî mejiyekî neteweperest, nijadperest û faşîst e. Ji bilî bicihanîna van armancên xwe yên dagirkeriyê, polîtîkayeke xwe ya cuda nîne. Lewma ti rastiyeke xwe ya sozên siyasî û aborî yên dane hikumeta Iraqê nîne. Rewşeke gelekî neheq, şaş û metirsîdar e ku bi hin sozan bixape, yan jî di berdêla hin sozan de dijminatiyê li PKK’ê û gelê Kurd bike û tevlî vê dijminatiyê bibe. Yên ku li Iraqê haya xwe ji vê rewşê heye, divê êdî li dijî vê rewşa metirsîdar helwesteke xurt nîşan bidin û dewleta Iraqê ji vê rêveçûna şaş vegerînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi mejiyê ne Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera xwişk û biratiyê têk bibe. Devlet Bahçelî ku mîmarê vê polîtîkayê ye, ev rastî bi rengekî eşkere got, anî ziman ku armanca wan bidestxistina Mûsil, Kerkûk, Heleb, Derya Spî û Selanîk e.

DIXWAZIN BINGEHA REWA YA DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ AVA BIKIN

Dixwazin hin bûyerên ku di dema dawî de li Iraqê qewimîn bixin stuyê tevgera me ku ev hewldan pêwendiya xwe bi vê konseptê rew heye. Van karên ku ji aliyê MÎT û PDK’ê ve hatine birêxistinkirin dixin stuyê tevgera me û bi vî rengî dixwazin xiyanet û dagirkeriyê rewa bikin. Ji ber vê jî ya ku tê kirin ne tenê îftira ye, di heman demê de planeke metirsîdar e. Her kes pê zane ku li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, tevgera me ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û Iraqê helwest û hewldaneke çawa kir. Tevgera me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji ber vê yekê ne tenê li nava gelê Kurd, her wiha ji aliyê civaka Iraqê jî bi hezkirineke mezin têne pêşwazîkirin. Ev nêzîkatiyên erênî yên civaka Iraqê ya ji bo gerîla û tevgera me, li pêşiya pêkhatina planên qirêj û xiyanetê dibe astengî. Hewl didin bi rêya van komployên qirêj, Tevgera Azadiyê li nava gelê Başûrê Kurdistanê û civaka Iraqê reş bikin û bi vî rengî bingeheke rewa ji dagirkerî û xiyanetê re ava bikin. Pêwîste hem li Kurdistanê hem jî li Iraqê rewşenbîr, raya giştî û saziyên demokratîk hay ji van senaryoyên qirêj hebin. Divê vê plana qirêj a ku PDK û MÎT’ê amade kirine û hikumeta Iraqê jî hatiye tevlîkirin, teşhîr bikin, raya giştî agahdar bikin û pêşî li dezenformasyonê bigirin.

REWŞENBÎR Û HUNERMENDÊN KURD DIVÊ GEL BIXIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

PDK bi rengekî eşkere piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bi vî rengî nîşan dide ku di qirkirina Kurdan de ew jî li aliyekî ye. Ispat kir ku hesasiyeteke xwe ya neteweyî nîne, bi temamî ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe ya teng û malbatî tevdigere. Mixabin PDK ne tenê piştgiriyê dide dagirkirina Kurdistanê, her wiha ji bo serxistina konsepta dewleta Tirk a ku xwe dispêre qirkirina Kurdan, karê siyasî û dîplomatîk jî dimeşîne. Ev yek cihê şermê û metirsîdar e. Li hemberî vê yekê jî pêwîstî bi helwesteke xurt û şênber a neteweyî heye. Divê gelê Kurd û rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî helwesteke xurt û şênber a neteweyî nîşan bidin. Di heman demê de divê rewşenbîrên Kurd bi xurtî li ber vê rewşa metirsîdar rabin. Rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Kurdi divê gelê Kurd têklidarî xetereyan hişyar bikin, ronî bikin û bixin nava liv û tevgerê.

YA KU ÊRIŞ LÊ TÊ KIRIN PAŞEROJA AZAD A GELÊN ME YE

Gerîla li dijî dagirkerî û qirkeriyê bi xurtî li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate ya mezin a gerîla pîroz dikin, hevrêyên xwwe yên şehîd careke din bi hurmeteke mezin bi bîr tînin. Berxwedana gerîla bi qasî parastina Kurdistanê di heman demê de parastina hêviyên li ser jiyana hevpar a azad û demokratîk a gelên me ye. Ya ku êriş lê tê kirin ne tenê gerîla û PKK ye, di heman demê de êriş li ser paşeroja azad a gelên me û Başûrê Kurdistanê ye. Di serî de Başûrê Kurdistanê di ehdefa van êrişan de ye. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin. Ji ber vê jî saziyên demokratîk, welatparêz û neteweyî hemû divê mîna gerîla li hemberî van êrişên dagirkerî û qirkeriyê, li hemberî xiyanet û nokeriyê, divê helwesteke xurt û şênber nîşan bidin. Gelê me, saziyên demokratîk û welatparêz bi helwesteke bi vî rengî dikarin êrişên qirkerî û dagirkeriyê têk bibin, dikarin destketiyên gelê Kurdistanê biparêzin. Divê ev yek bê fêhmkirin. Li holê lihevnekirinek nava Kurdan an jî lihevnekirinek nava rêxistinên Kurdan nîne. Divê nêzîkatî û nirxandineke bi vî rengî neyê nîşandan. PDK bi rengekî vekirî bûye parçeyek ji siyaseta qirkirina Kurdan. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne û li gorî vê yekê nêzîkatiyeke rast nîşan bide.

JI BO BILINDKIRINA BERXWEDANA TOPYEKÛN EM BANG DIKIN

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, nîşaneya rewşeke metirsîdar e. Em bang li her kesî dikin ku hay ji vê rewşa metirsîdar hebin, bi xurtî li ber dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê divê li her derê ev helwest bê nîşandan. Li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê me li hemberî êrişên dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin. Gelê me yê li derveyî welat jî pêwîste li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê helwest û nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bide. Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê berxwedana topyekûn bilind bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin’
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê li Gemlîkê agir berdan febrîqeyekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li geleke bajaran çalakiyên protestoyî: Rejîm rewatiya xwe winda dike

Li gelek bajaran li dijî darbeya qeyûman çalakî hatin lidarxistin û wiha hat gotin, “Ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Kobanê çalakî didome: Abdullah Ocalan hêviya gelan e

Di nobeta li ser sînorê Kobanê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo hêviya gelan e…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Kemal!

NURHAQ GULBAHARDi nav teşqeleya jiyan û dinê de dîsa em hatin zevtkirin ji hêla xatirxwestineke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Komxebata Kurdî: Ziman ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê mafekî jiyanî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qoserê ÎHA’yek ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serokê Baroya Wanê: Divê destavêtina li Rojînê bê lêpirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?