În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê şehîdên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî
Kurdistan

KCK’ê şehîdên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 31'ê ya komkujiya Sêwas-Madimakê "33 can bi hurmet" bi bîr anî û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Dewleta Tirk çawa ku dixwaze Kurdan qir bike, bi heman rengî dixwaze Elewiyan jî qir bike. Ji ber vê yekê qedera Kurdan û Elewiyan ji aliyê dîrokî ve mîna hev e. Ji xwe beşeke girîng a gelê Kurd ji baweriya Elewîtiyê ye.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di 2’ê Tîrmeha 1992’an de bi destê hêzên paramîlîter, faşîst, olperest, nijadperest ên delwetê li otela Madimak a Sêwasê li dijî Elewiyan ku piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermend bûn êrişeke komkujiyê hate kirin. Agir bi otela Madimakê xistin û piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermend 33 mirovên Elewî hatin şewitandin û qetilkirin. Ev komkujiya hovane ya li derveyî mirovahiyê ku weke Komkujiya Sêwas-Madimakê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, di salvegera 31’emîn de ye. Em vê komkujiya hovane û mejiyê paşverû, nijadperest û faşîst ê li pişt vê komkujiyê şermezar dikin. 33 canên ku bi hovane hatin şewitandin û qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin. Em careke din soz didin ku di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna wan a hêja derkevin. Têkoşîna gelan wê teqez hesab ji hemû komkujiyan bipirse, mejiyê paşverû, faşîst û nijadperest têk bibe û hesreta azadiyê ya dîrokî ya gelan pêk bîne.

Civaka Elewî ji ber cewhera xwe ya demokratîk, komunal, azadîparêz û aştiyane, di herikîna dîrokê de timî bûn hedefa êrişên hêzên faşîst, paşverû, mêtinger, desthilatdarî û dewletperest û gelek komkujî li wan hate kirin. Di pêvajoya netewe dewletê de ku xwe dispêre dîzayna civakî û yek tîp mirovî, êrişên li ser civaka Elewî hîn giran bûn. Ji van êrişan ên destpêkê jî komkujiyên bi destê dewleta Tirk hatine kirin e. Bi destê dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rêk û pêk komkujî li Elewiyan hate kirin. Komkujiya Sêwasê jî yek ji wan e. Bi rêya van komkujiyên bi rêk û pêk xwestin bawerî û çanda Elewiyan ji holê rakin, civaka Elewî qir bikin. Êriş û komkujiyên li Elewiyan hatin kirin hemû jî bi vê armancê bûn. Lewma êrişên li ser Elewiyan û êrişên li ser gelê Kurd gelekî dişibin hev. Dewleta Tirk çawa ku dixwaze Kurdan qir bike, bi heman rengî dixwaze Elewiyan jî qir bike. Ji ber vê yekê qedera Kurdan û Elewiyan ji aliyê dîrokî ve mîna hev e. Ji xwe beşeke girîng a gelê Kurd ji baweriya Elewîtiyê ye.

Rêber Apo qîmeteke gelekî mezin da civaka Elewî ya mezlûm ku di dîrokê de gelek caran komkujî li wan hate kirin. Hem ji bo azadiya civaka Elewî, hem jî ji ber zexta asîmîlasyonê ya li ser, gelekî hewl da ku nasnameya Elewiyan destnîşan bike. Têkoşîna civaka Elewî ku parçeyekî girîng ê gelê Kurd e girîng dît, li gel gel û baweriyên din ji bo bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di nava dostanî û tifaqê de be karekî girîng kir. Ji xwe Komkujiya Sêwasê bi esasî ji bo pêşîgirtina li hevgirtina têkoşîna li Kurdistanê û têkoşîna civaka Elewî hate kirin. Bi qetilkirina rewşenbîrên Elewî yên xwe nêzî têkoşîna gelê Kurd kirin, xwestin pêşî li vê yekê bigirin. Komkujî bi zanebûn li Sêwasê hate kirin. Ji ber ku Sêwas herêmeke welê ye ku hem gelê Kurd-Elewî hem jî gelê Tirk-Elewî bi hev re lê dimînin.

Ji bo tevgera sosyalîst û demokratîk a Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê negihêjin hev, dewleta Tirk serî li heman rêbazan da, êriş kir, komplo pêk anî û komkujî kir. Lê belê li gel ewqas êşên giran ên bi gelên me da kişandin jî nekarî bigihêje vê armanca xwe, nekarî pêşî li xwişk û biratiya gelan û têkoşîna hevpar bigire. Berevajî vê yekê, têkiliya navbera gelan gav bi gav hîn xurt bû, jiyana azad a ku hesreta gelên me ye, hîn bêhtir nêzîk bû. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em vê têkiliya navbera gelan hîn xurt bikin û azadiya gelan pêk bînin. Di demeke bi vî rengî de ku em komkujiya Sêwasê bi bîr tînin, berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em li gorî vê pêwîstiyê tevbigerin, li ser vê bingehê têkiliya navbera gelan xurt bikin, têkoşîna yekbûyî ya ku xwe dispêre xwişk û biratiya gelan û jiyana wekhev hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokratîk hebûyan dikin ên ku pêşengiyê ji têkoşîna gelan, baweriyan û bindestan re dikin, ku li gorî vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin, têkoşîna yekbûyî hîn xurt bikin û ji bo pêkanîna hesreta azadiyê ya dîrokî ya gelên me hîn bêhtir hewl bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara nû ya Serxwebûn derket
Nûçeya Pişt re Dagirkeran nehiştin ku endamên meclîsê bikevin şaredariyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

72 milyon 432 hezar lître mazot li 241 hezar 440 malbatan hat belavkirin

Rêveberiya Xweser li hemberî zor û zehmetiyên zivistanê hewl dide alîkariyê bi gelên herêmê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Los Angelesê protesto dewam dikin

Li gel yekîneya Muxafizên Neteweyî ya ji 2000 kesî ku bi fermana Serokê DYE'yê Donald…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Berhem Salih bi awayekî fermî wek Serokê UNHCR’ê dest bi erka xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara koçberên ku ji ser Deryaya Manşê re gihîştine Îngilîstanê di asta rekorê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?