Roja Pêncşemê li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bi droneyekê êrîşek hate kirin.
ANHA’yê ragihand ku kesên di êrîşa droneyê de hatin kuştin ji Partiya Îslamê ya Turkistanê çete Ebû Farqû El Îgorî û ji serçeteyên HTŞ’ê Ebû Selame ne.
Rayedarekî ewlekariyê yê Şamê ji AFP’ê re axivî û anî ziman ku di êrîşê de 2 kes hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a ser bi rejîma Şamê SANA’yê ragihand ku êrîş bi droneyê hatiye kirin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku êrîş ji aliyê koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYE’yê ve hatiye ikrin.
Dema dawî hem Îsraîl hem jî koalîsyona navneteweyî li hemberî komên çete yên li Sûriyeyê bi balafirên bêmirov êrîşan dikin. Meha Tebaxê jî koalîsyonê ragihandibû ku li gundê Atme yê li bakurrojavayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hatiye kuştin.