Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a Ewropayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên bi navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destwerdana hikumeta faşîst a Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên herêmî û cîhanî yên li hemberî vê yekê, nîşan dide ku êriş ji bo têkbirina hemû destketiyên şoreşa jinê, şoreşa demokratîk a gelan e.
KJAR-Ewropayê diyar kir ku êrişa li ser Rojava êrişa li dijî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û felsefeya guhertinê ye û got, “Ji ber vê yekê em weke komelgeha jinan a azad a rojhilatê Kurdistanê li Ewropayê, silavên xwe ji berxwedana jinên pêşeng û gelên azadîxwaz ên Rojava û Sûriyeyê re dişînin. Ji bo xurtkirina destketiyên xwişkên xwe yên li Rojava û Sûriyeyê, em piştgiriya xwe radigihînin.”
Di daxuyaniyê de bang li partî û rêxistinên civakî yên azadîxwaz, femînîst û sivîl ên li Ewropayê hate kirin, ku di vê dema krîtîk de û ji bo rêzgirtina li bîranîna bi hezaran şehîdên azadiYê, di avakirina eniyeke yekbûyî de piştgiriyê bidin destketiyên şoreşa jinan a li Rojava û Sûriyeyê.”