În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Desthilatdariya pênc meha a HTŞ’ê ya li Sûriyeyê: Zilm, komkujî û zext
Rojava

Desthilatdariya pênc meha a HTŞ’ê ya li Sûriyeyê: Zilm, komkujî û zext

HTŞ rejîmeke şerîatê li Sûriyeyê ferz dike, bi polîtîkayên mezhebperestiyê gel ditepisîne; zextê li jinan dike, hindikahiyên olî û etnîkî dike hedef û bi îdeolojiya cîhadîst welêt ber bi kaosê ve dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Heyet Tehrîr eş Şam (HTŞ) 27’ê Mijdara 2024’an bi ‘Operasyona Şikandina Êrîşkariyê’ re 8’ê Kanûna 2024’an Şam bi dest xist û dawî li rejîma Baasê ya 61 salan anî Lîderê HTŞ’ê Colanî roja ku Şam bi dest xist li Mizgefta Emewî axivî û soza ‘jiyana bi hev re’ û ‘hembêzkirina cihêrengiyê’ kir. Lê belê ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 10’ê Gulana 2025’an di nava pênc mehan de rêveberiya HTŞ’ê tenê zext, êşkence, komkujî û êş ji gelên Sûriyeyê re anî.

BI DANEYAN BÎLANÇOYA RÊVEBERIYA HTŞ’Ê

Desthilatdariya pênc mehan a HTŞ’ê li çar aliyên Sûriyeyê komkujiyên mezhebî, êşkenceya bi rêk û pêk û zexteke otorîter nîşan da.

Komkujî û înfaz: Ji 8’ê Adara 2024’an heta 10’ê Gulana 2025’an di êrîşên HTŞ’ê yên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan de herî kêm hezar û 500 sivîl hatin qetilkirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê demê de bi taybetî li bejahiya Lazkiye, Hama, Tartûs û Şamê bi taybetî di operasyonên HTŞ’ê de zêdeyî 400 ciwanên Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Mînak di 25’ê Kanûna 2024’an de li Hûmsê di encama êrîşa li ser çalakiya şermezarkirinê de jineke ciwan a Elewî hate qetilkirin.

Di Nîsana 2025’an de li navçeya Cebele ya Lazkiyeyê di serdegirtina şevê ya komên çekdar ên HTŞ’ê de li gorî daneyên SOHR’ê 150 sivîl hatin qetilkirin, 200 kes hatin revandin. Di Gulana 2025’an de li herêma Sahnaya ya Şamê di êrîşa li ser civaka Durzî de 80 sivîl hatin qetilkirin.

Ev komkujiyên HTŞ’ê radixin pêş çavan ku gotina ‘jiyana bi hev re’ tenê xapandin e. Rabirdûya El Qaîdeyê ya rêxistinê û îdeolojiya wê ya cîhadîst bi şênberî nîşan dide ku polîtîkayeke paqijiya mezhebî dimeşîne.

Binçavkirin û êşkence: HTŞ li navnedên binçavkirinê yên li Şam, Heleb û Idlibê ava kiriye zêdeyî 5 hezar kesî radigire. Li van navendan 800 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin, zêdeyî 2 hezar û 500 mehkûm bi giranî birîndar in. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di raporên xwe yên sala 2025’an de diyar kir ku HTŞ li navendên binçavkirinê êşkenceyê weke rêbazeke bi rêk û pêk bi kar tîne.

Li navendên li Şamê 400 kes, li yên li Helebê 250 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Kiryarên êşkenceyê yên HTŞ’ê ne kêmî rêbazên rejîma Esad a li Girtîgeha Sednaya ne. Rêxistin bi rêya tirsandin û tundiyê hewl dide kontrolê bike.

Revandin: HTŞ’ê di dema operasyonên ewlekariyê de 4 hezar sivîl revand. Piraniya kesên hatin revandin Elewî û Durzî ne, ji sedî 45 ji wan hîn jî agahî ji wan nayê wergirtin. Revandin weke parçeyek ji stratejiya tirsandin û tepisandina komên hindikahî ji aliyê HTŞ’ê ve tê meşandin. Ev taktîk rêbazeke berê ya rêxistinê ye ku li Idlibê bi cih dianî. Lê belê piştî ku Şam bi dest xist ev kiryar hîn berfireh kir û bi êşkenceyên hîn giran xist meriyetê.

Koçberkirina ji cih û warê xwe: Ji ber zextên HTŞ’ê zêdeyî 300 hezar kes reviyan û malên xwe terikandin. Li gorî raporên rewşa mirovî yên 2025’an ên Neteweyên Yekbûyî bi taybetî komên ji hindikahiyan bûn hedef. Polîtîkayên cihêkar ên HTŞ’ê bûn sedema krîzeke mezin a mirovî. Ev yek jî nîşan dide ku hewl dide rewşa demografiyê ya herêmê biguherîne.

Tundiya li dijî jinan: Yekîneyên ‘polîsên exlaqê’ yên HTŞ’ê li Şam û Helebê zêdeyî 2 hezar jin neçar hişt ku serê xwe binixumînin; li hemberî 400 jinan tundî kir. Rêjeya jinên ji cih û warê xwe bûne ji sedî 60 ê koçberiya giştî ye; 180 hezar jin neçar hatin hiştin ku mala xwe biterikînin. Ji aliyê psîkolojîk ve jî rêjeya bûyerên xwekuştinê ji sedî 40 di nava jinan de zêde bû. Li Şamê jinek ji bo ji gefa êşkenceyê ya HTŞ’ê bireve xwe kuşt.

Dihate zanîn ku li Idlibê zexta HTŞ’ê ya li jinan bi rêk û pêk e. Zextên HTŞ’ê yên li dijî jinan nîşan dide ku hewl dide îdeolojiya cîhadîst ferz bike. Colanî îdîa dike ku ew piştgiriyê dide ku jin tevlî perwerdeyê bibin, lê belê kiryarên wî yên li qadê û gotina wî li hev nayê. Jin bi rengekî cidî li qada cemaweriyê ji aliyê azadiyê ve têne astengkirin.

Zextên li hemberî ciwanan: HTŞ bi îdîaya ‘alîgirê rejîmê’ yan jî ‘muxalîf’ êrîş bir ser ciwanan. Heta Gulana 2025’an zêdeyî hezar ciwan binçavkirî ne, 200 bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Raporên 2025’an ên SOHR’ê nîşan dan ku HT bi rêk û pêk ciwanan binçav dike û êşkenceyê li wan dike.

Li Zanîngeha Şamê dawî li perwerdeya tevlîhev hate anîn û gef li xwendekaran hate xwarin. Hedegirtina ciwanan radixe pêş çavan ku HTŞ dixwaze nifşên nû bitepisîne û bi vî rengî mekanîzmayeke kontrolê ya demdirêj ava bike.

QIRKIRINA ELEWÎ Û DURZIYAN

Kiryarên mezhebî yên HTŞ’ê bi komkujiyên li hemberî civakên Elewî û Durzî hate dîtin. Di 25’ê Kanûna 2024’an de li Hûms, Tartûs, Lazkiye û Baniyasê Elewiyan li hemberî HTŞ’ê çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin. Di encama gulereşandina HTŞ’ê de bi dehan kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Di Nîsana 2025’an de li gundên Elewiyan ên li Hamayê HTŞ’ê li qada gund 15 ciwan bi rengekî komî qetil kir, mal şewitand û zêdeyî 400 sivîl kuşt.

HTŞ’ê di heman demê de rêyên Şam-Deraa û Şam-Siwêdayê girt, konvoyên leşkerî şand taxên Durziyan û bi fetwayên cîhadîst Durzî ‘kafir’ îlan kir. Ev komkujî bi polîtîkaya paqijkirina mezhebî ya HTŞ’ê û bi rengekî bi rêk û pêk a li hemberî komên hindikahiyan dewam kir.

CIHÊKARIYA LI HEMBERÎ HINDIKAHIYÊN OLÎ Û ETNÎKÎ

HTŞ’ê xizmetên bingehîn tenê li taxên Ereb ên Sûnî kir; bi xemsarî nêzî herêmên Elewî, Durzî û Xiristiyanan bû. Heta Gulana 2025’an zêdeyî 200 hezar kes bi tî û birçîbûnê re rû bi rû man. Li Lazkiyeyê 70 zarok ji tî û birçîbûnê mirin (Raporên 2025 ên Neteweyên Yekbûyî).

Polîtîkayên cihêkar êwn HTŞ’ê nîşan dide ku ji bo guhertina avahiya demografîk a Sûriyeyê stratejiyekê dimeşîne. Ev kiryar radixe pêş çavan ku gotina ‘jiyana bi hev re’ ya rêxistinê sexte ye û hindikahî bi rêk û pêk li derveyî sîstemê têne hiştin.

NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWEYÎ Û HEWLDANÊN ÎMAJÊ YÊN HTŞ’Ê

Lîderê HTŞ’ê Colanî ji bo li qada navneteweyî xwe rewa bike, gotinên ‘jiyana bi hev re’ û ‘azadiya olî’ bi kar anî. Lê belê kiryarên li qadê piştrast kir ku ev gotin tenê maskeyek e. Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî komkujiyên HTŞ’ê weke ‘sûcê şer’ pênase kir. Rêxistinê li gel nerazîbûnên civaka navneteweyî jî polîtîkayên xwe neguhert; Ev yek nîşan dide ku HTŞ’ê dest ji îdeolojiya xwe ya cîhadîst bernedaye û tenê ji bo xwe rewa bike gotineke taktîkî bi kar tîne.

RÊVEBERIYA TARÎ YA HTŞ’Ê Û PAŞEROJA SÛRIYEYÊ

Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 10’ê Gulana 2025’an rêveberiya pênc mehan a HTŞ’ê ji gelên Sûriyeyê re tenê mirin, êşkence û zext anî. Herî kêm hezar û 500 sivîl hatin qetilkirin, êşkence li 5 hezar kesî hate kirin, 300 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn Komkujiyên mezhebî yên HTŞ’ê, kampên wê yên êşkenceyê û kiryarên wê yên otorîter nîşan da ku ev rêveberî ji rejîma Esad hîn bêhtir zalim e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Biryarnameyek nû ji Trump: Bihayê dermanan wê ji sedî 30 heya% 80 kêm bike
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dengê berxwedan û serhildanê: Hozan Dilgeş

“Li Mêrdînê li Bagokê” û "Axa me zêr û zengîn e" ev awaz di salên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yemenê mafên jinan bi rêk û pêk têne binpêkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch) bi daxuyaniyekê ragihand ku aliyên şer ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Sembola berxwedanê ya gelan Newroz pîroz be!

Komîteya Rêveber a HBDH’ê got, “Newroza ku li gelek cihan tê pîrozkirin, li tevahî gelên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bekir Hec Îs: Êrişa li ser xelkê Serêkaniyê ewlehiya Sûriyeyê dixe metirsiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Wê êrîşkarên Qamişloyê bên cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?