Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin
Jin

KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

KJK: Em dibêjin, 'Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye'. Bi vî ruhî em di 4'ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe' biqîrin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê got, “Rojbûna 77’an a Rêber Apo ku jinûve zindîbûna hesreta azadiyê ya gerdûnê, jinan û mirovahiyê û jinûve bûyîn e, li jinên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, li gelan, li gelê me û hevrêyên komunalîst hemûyan pîroz be.

Di şexsê şehîdên xwe yên 4’ê Nîsanê hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku em ê armanca xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re pêk bînin.”

KJK’ê got, “Rojbûyîna Rêber Apo ji bo jin û mirovahiya ku di bin zilma cinawirbûyî ya sîstema kujerê kastîk ê deh hezaran salan de têne eciqandin û talankirin, jinûve vejîn e” û bi vî rengî dewam kir, “Gel û jinên Kurd ên li binê betonan hatibûn veşartin ji nava tarîtî û goristanê derxist û bi têkoşîna azadiyê ya bi heybet jinûve gihand nasname û hebûna xwe. Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê re li dijî sîstema şerê mezin ê kujerên kastîk a li hemberî jinan û civakê bi perspektîfa civaka demokratîk û jiyana komînal mizgîniya jinûve bûyîn û hişyarbûna jiyana azad a mirovahiyê dide. Li cografya me ku di dîrokê de bû dayik ji mirovahiyê re, jiyana azad bi perspektîfa Rêber Apo ji her demê bêhtir nêz e.

Azadiya fîzîkî û hebûna Rêber Apo ku hevrêyê bêhempa û afirînerê têkoşîna azadiya jinê ye, ji bo me jinan bi azadî û hebûnê re xwedî têkilî û girêdaneke bêdawî ye. Ji ber vê yekê rojbûyîna Rêbertî ji bo me jinan rojbûyîna azadiyê ye. Têkoşîna me ya azadiyê ku 52 sal in em bênavber dimeşînin, di pêşengiya şoreşa me ya jinê de Ronesans a mirovahiyê pêk tîne. Jinên dilsozê têkoşîna azadiyê û aşiqê azadiyê li çiyê, deştê, li bajaran divê bibin garantî û pêşenga sîstema komînal a demokratîk û azadiya mezin.

Yekane şertê bidestxistina jina azad a jinan û gelan û serketina Banga 27’ê Sibatê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, afirandina mercên azad e ku karibe pêvajoyê bimeşîne. Qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi gavên tevgera me ya azadiyê û têkoşîna mezin a Rêber Apo temam bû, em derbasî qonaxa duyemîn bû. Qonaxa duyemîn jî li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicihanîna mafê hêviyê û rakirina astengiyên li pêşiya meşandina pêvajoyê ye. Em bang li dewleta Tirkiyeyê, siyasetê û Meclîsa Tirkiyeyê dikin ku bi berpirsyariya dîrokî ya li pêşberî gelan rabe û pêwîstiyên lihevkirina Civaka Demokratîk û Aştiyê bi cih bîne. Ji bo gelê Kurd li nava hiqûqa qanûnî û destûra bingehîn bêne bicihkirin, Kurd weke hêmaneke esasî tevlî Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk bibin divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêyî ji demê re bêne hiştin bêne amadekirin.

Banga me li gelê me û jinan hemûyan e; ji bo serxistina vê pêvajoyê ku Rêber Apo da destpêkirin, bêyî ku bikevin nava bendewariya ji dewletê yan jî hêzekê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û avakirina civaka komînal em têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwe bi rêxistin bikin, statuya Kurdan bi dst bixin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bixin meriyetê. Li ser vê bingehê ji bo pêkanîna hesreta xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re em dibêjin, ‘Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’. Bi vî ruhî em di 4’ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ biqîrin. Em bang li jin û gelê xwe dikin ku ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî çalakiya azadiyê ya Amara û Gemlîkê bibin, beşdarî vê roja jinûve vejînê ya azadiyê û rûmetê bibin, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin.

Bi vê wesîleyê em rojbûna Rêberê xwe ku hinceta me ya hebûnê ye bi hesreteke mezin pîroz dikin û çalakiyên azadiyê yên gelê xwe, jinan û ciwanan pîroz dikin ku ji 15’ê Sibatê heta 8’ê Adarê, Newrozê û 4’ê Nîsanê qad dagirtin û dilê xwe bi hezkirina Rêbertî tijî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes
Nûçeya Pişt re Hikumeta demkî bêyî îradeya Çelebiyê şaredarek tayîn kir, gel daket qadan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê komplo hat şermezarkirin

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a Kobanê, li gundê Helincê û navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Çelîk ê ku piştî 32 sala hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

Abdullah Çelîk ê ku 32 sal hate girtin, piştî berdana xwe li bajarê xwe Êlihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji kabeya berxwedanê jineke bi ruhê serhildanê: Amara

Amara nivişta xwe xistibû stuyê xwe û bi rê ketibû. Destekî xwe li ser nivişta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?